Sure 5

Sûreya Maîde

Medîne120 ayetSifre

المائدة
Der barê Sûreyê de

Sûreya Maîde, Medenî ye (li Medîneyê nazil bûye) û sed û bîst (120) ayet e. Di Qur’anê de sûreya pêncemîn e. Sedema ku jê re Sûreya Maîde tê gotin ji ber ku di sureyê de behsa maîde/sifre tê kirin e. Hewarîyên Îsa (as), daxistina sifreyekî jê dixwazin. Ew jî li ser vê daxwaza wan ji bo ku ji wan re maîdeyek/sifreyek daxîne ji Rabbê xwe re dûa dike. Ji ber ku sûre piştî peymana Hudeybiye nazil bûye li ser rîayeta peymanan û xwesipartina ji xerakirina wan û serpêhatîyên wek îbret ên qewmên berê ku peymanên xwe xera kiribûn û Cihû û Filleyên ku ehd û peymanên xwe xera dikin, disekine. Ligel vê hukmên der heqê hecc û destnimêj û xusl û teyemûm û qedexekirina araqvexwarin û xûmarê û xwarin û vexwarinên helal û heram û munasebetên civakî û exlaqî jî di naveroka xwe de vedihewîne.

Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).

1
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

يَٓا اَيُّهَا الَّذ۪ينَ اٰمَنُٓوا اَوْفُوا بِالْعُقُودِۜ اُحِلَّتْ لَكُمْ بَه۪يمَةُ الْاَنْعَامِ اِلَّا مَا يُتْلٰى عَلَيْكُمْ غَيْرَ مُحِلِّي الصَّيْدِ وَاَنْتُمْ حُرُمٌۜ اِنَّ اللّٰهَ يَحْكُمُ مَا يُر۪يدُ

Gelî ew ên îmân anîne! Girêdayîyê peymanên xwe bimînin (ahdên xwe bi cih bînin). Bi şertê ku hûn di îhramê de nêçîrê li xwe helal nekin, ji xeynî ew ên ku wê ji we re bên xwendin goştê heywanan bi tevahî ji we re hate helalkirin. Bêguman Allah li gorî daxwaza xwe hikum dike.

2
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

يَٓا اَيُّهَا الَّذ۪ينَ اٰمَنُوا لَا تُحِلُّوا شَعَٓائِرَ اللّٰهِ وَلَا الشَّهْرَ الْحَرَامَ وَلَا الْهَدْيَ وَلَا الْقَلَٓائِدَ وَلَٓا آٰمّ۪ينَ الْبَيْتَ الْحَرَامَ يَبْتَغُونَ فَضْلًا مِنْ رَبِّهِمْ وَرِضْوَانًاۜ وَاِذَا حَلَلْتُمْ فَاصْطَادُواۜ وَلَا يَجْرِمَنَّكُمْ شَنَاٰنُ قَوْمٍ اَنْ صَدُّوكُمْ عَنِ الْمَسْجِدِ الْحَرَامِ اَنْ تَعْتَدُواۢ وَتَعَاوَنُوا عَلَى الْبِرِّ وَالتَّقْوٰىۖ وَلَا تَعَاوَنُوا عَلَى الْاِثْمِ وَالْعُدْوَانِۖ وَاتَّقُوا اللّٰهَۜ اِنَّ اللّٰهَ شَد۪يدُ الْعِقَابِ

Gelî ew ên îmân anîne! Hûn ji nîşanên/ji şîarên Allah û ji meha heram û ji heywanên wek xelat ji Beytullah re teqdîm bûne û (qurbanên îşaretkirî ku) sitûyên wan bi gerden in û ji ew (însan) ên li lutf û îhsan û razîbûna Rabbê xwe digerin û ber bi Beytu'l Heram ve tên re (bi binpêkirina hûrmetê) rêznezanîyê nekin. Dema hûn ji îhramê derketin, dikarin nêçîrê bikin. Ji ber ku hûn ji Mescîdu'l Heram manî kiribûn, li hemberî qewmekî rika/kîna we bila we sewqî bêedaletîyê neke. Li ser qencî û teqwayê alîkarîya hevdu bikin. Di guneh û dijminatîyê de ji hev re nebin alîkar. Ji Allah bitirsin û xwe biparêzin. Bêguman Allah ew e ku ezabê wî pir dijwar e.

3
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

حُرِّمَتْ عَلَيْكُمُ الْمَيْتَةُ وَالدَّمُ وَلَحْمُ الْخِنْز۪يرِ وَمَٓا اُهِلَّ لِغَيْرِ اللّٰهِ بِه۪ وَالْمُنْخَنِقَةُ وَالْمَوْقُوذَةُ وَالْمُتَرَدِّيَةُ وَالنَّط۪يحَةُ وَمَٓا اَكَلَ السَّبُعُ اِلَّا مَا ذَكَّيْتُمْ وَمَا ذُبِحَ عَلَى النُّصُبِ وَاَنْ تَسْتَقْسِمُوا بِالْاَزْلَامِۜ ذٰلِكُمْ فِسْقٌۜ اَلْيَوْمَ يَئِسَ الَّذ۪ينَ كَفَرُوا مِنْ د۪ينِكُمْ فَلَا تَخْشَوْهُمْ وَاخْشَوْنِۜ اَلْيَوْمَ اَكْمَلْتُ لَكُمْ د۪ينَكُمْ وَاَتْمَمْتُ عَلَيْكُمْ نِعْمَت۪ي وَرَض۪يتُ لَكُمُ الْاِسْلَامَ د۪ينًاۜ فَمَنِ اضْطُرَّ ف۪ي مَخْمَصَةٍ غَيْرَ مُتَجَانِفٍ لِاِثْمٍۙ فَاِنَّ اللّٰهَ غَفُورٌ رَح۪يمٌ

Ji xeynî ew ên (li gorî serjêkirina şer’î) we gurandine pê ve; xwarina goştê (heywan) a mirarbûyî û xwîn û goştê beraz û heywana ku ji xeynî navê Allah li ser navê (heyînekî din) serjê bûye û goştê heywana fetisandî û yê bi lêxistina serê wê hatibe kuştin û yê ji jor de ketibe û yê bi qiloça (mirar) ketibe û yê ku cinawiran ew parçe kiribe û yê ku li ber pûtan hatine serjêkirin û siûd gerîna bi tîrên falan jî ji we re hatine heram kirin. Ev (ên hejmartî) hemû fisq in (derketina ji rêya heq e). Îro ew ên kafir ji dînê we (ji tune kirina îslâmê) hêvîya xwe birîne. (Nexwe) ji wan netirsin, bitenê ji min bitirsin. Min îro dînê we kâmil kir û nîmeta xwe ya li ser we temam kir û min îslâm ji we re wek dîn hilbijart. Kî jî di dema birçîbûnê de neçar/mecbûr bimîne û bê meyîldarîya gunehkarîyê (ji wan ên hejmartî bixwe) ji wî re guneh tune. Allah (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.

4
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

يَسْـَٔلُونَكَ مَاذَٓا اُحِلَّ لَهُمْۜ قُلْ اُحِلَّ لَكُمُ الطَّيِّبَاتُۙ وَمَا عَلَّمْتُمْ مِنَ الْجَوَارِحِ مُكَلِّب۪ينَ تُعَلِّمُونَهُنَّ مِمَّا عَلَّمَكُمُ اللّٰهُۘ فَكُلُوا مِمَّٓا اَمْسَكْنَ عَلَيْكُمْ وَاذْكُرُوا اسْمَ اللّٰهِ عَلَيْهِۖ وَاتَّقُوا اللّٰهَۜ اِنَّ اللّٰهَ سَر۪يعُ الْحِسَابِ

Ew ji te dipirsin ka ji wan re çi hatîye helalkirin. Bibêje: “Tiştên paqij hate helalkirin. Wekî ku Allah hînî we kiriye û we jî hînî heywanên nêçîrê kiriye ku (ew ajalên nêçîrê) ji we re nêçîrê dikin, tiştên ku ew digirin jî (ji we re helal in). (Nêçîrên) ku ji bo we girtine navê Allah li ser bixwînin û bixwin. Ji Allah bitirsin û xwe biparêzin. Bêguman Allah, yê ku hisab dîtina wî pir bi lez, Serîu’lhîsab e.”

5
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

اَلْيَوْمَ اُحِلَّ لَكُمُ الطَّيِّبَاتُۜ وَطَعَامُ الَّذ۪ينَ اُو۫تُوا الْكِتَابَ حِلٌّ لَكُمْۖ وَطَعَامُكُمْ حِلٌّ لَهُمْۘ وَالْمُحْصَنَاتُ مِنَ الْمُؤْمِنَاتِ وَالْمُحْصَنَاتُ مِنَ الَّذ۪ينَ اُو۫تُوا الْكِتَابَ مِنْ قَبْلِكُمْ اِذَٓا اٰتَيْتُمُوهُنَّ اُجُورَهُنَّ مُحْصِن۪ينَ غَيْرَ مُسَافِح۪ينَ وَلَا مُتَّخِذ۪ٓي اَخْدَانٍۜ وَمَنْ يَكْفُرْ بِالْا۪يمَانِ فَقَدْ حَبِطَ عَمَلُهُۘ وَهُوَ فِي الْاٰخِرَةِ مِنَ الْخَاسِر۪ينَ۟

Îro ji we re tiştên paqij hatine helalkirin. Wekî ku xwarina Ehlê Kitêb û (heywan) ên wan gurandîye ji we re helal in, xwarinên we jî ji wan re helal e. Ji jinên mumîne ên bi îffet û ew jinên ku berî we Kitêb ji wan re hatine dayîn ên biîffet jî bi şertê ku hûn binamûs bin û bi dizî ji xwe re dostan negirin û hûn heqê (mehra) wan bidin, zewaca bi wan re ji we re helal e. Kî îmanê înkar bike (li dij îmanê helwestên kufrê têxe holê) amelên wî betal bûye û ew li axîretê ji zîyandaran e.

6
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

يَٓا اَيُّهَا الَّذ۪ينَ اٰمَنُٓوا اِذَا قُمْتُمْ اِلَى الصَّلٰوةِ فَاغْسِلُوا وُجُوهَكُمْ وَاَيْدِيَكُمْ اِلَى الْمَرَافِقِ وَامْسَحُوا بِرُؤُ۫سِكُمْ وَاَرْجُلَكُمْ اِلَى الْكَعْبَيْنِۜ وَاِنْ كُنْتُمْ جُنُبًا فَاطَّهَّرُواۜ وَاِنْ كُنْتُمْ مَرْضٰٓى اَوْ عَلٰى سَفَرٍ اَوْ جَٓاءَ اَحَدٌ مِنْكُمْ مِنَ الْغَٓائِطِ اَوْ لٰمَسْتُمُ النِّسَٓاءَ فَلَمْ تَجِدُوا مَٓاءً فَتَيَمَّمُوا صَع۪يدًا طَيِّبًا فَامْسَحُوا بِوُجُوهِكُمْ وَاَيْد۪يكُمْ مِنْهُۜ مَا يُر۪يدُ اللّٰهُ لِيَجْعَلَ عَلَيْكُمْ مِنْ حَرَجٍ وَلٰكِنْ يُر۪يدُ لِيُطَهِّرَكُمْ وَلِيُتِمَّ نِعْمَتَهُ عَلَيْكُمْ لَعَلَّكُمْ تَشْكُرُونَ

Gelî ew ên îmân anîne! Dema hûn rabûn nimêjê rûyên xwe û heta enîşkan/ligel enîşkan destên xwe bişon. Serê xwe mesh bikin û heta her du panîyên xwe, pîyên xwe jî (bişon). Eger hûn cinûb bin xwe (bi xuslê) paqij bikin. Lê hûn nexweş bin an rêwî bin an jî ji we yek ji avrêjê hatibe yan jî we dest dabe jinan û (di vê rewşê de) we av nedîtibe, wê çaxê bi axeke paqij teyemmûm bikin. Bi wê (axê) rûyên xwe û destên xwe mesh bikin. Allah, (di mijara dîn de) naxwaze ji we re zorahî derxîne/we bide zorê. Lê Allah, ji bo hûn şikur bikin dixwaze we paqij bike û nîmetên xwe li ser we temam bike.

7
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

وَاذْكُرُوا نِعْمَةَ اللّٰهِ عَلَيْكُمْ وَم۪يثَاقَهُ الَّذ۪ي وَاثَقَكُمْ بِه۪ٓۙ اِذْ قُلْتُمْ سَمِعْنَا وَاَطَعْنَاۘ وَاتَّقُوا اللّٰهَۜ اِنَّ اللّٰهَ عَل۪يمٌ بِذَاتِ الصُّدُورِ

Nîmetên ku Allah dabûn we û peymana ku ji we wergirtibû (ya ku dabû wî) bînin bîra xwe! We gotibû: “Me bihîst û îtaet kir.” Ji Allah bitirsin. Bêguman Allah bi tiştên di singan de ye dizane.

8
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

يَٓا اَيُّهَا الَّذ۪ينَ اٰمَنُوا كُونُوا قَوَّام۪ينَ لِلّٰهِ شُهَدَٓاءَ بِالْقِسْطِۘ وَلَا يَجْرِمَنَّكُمْ شَنَاٰنُ قَوْمٍ عَلٰٓى اَلَّا تَعْدِلُواۜ اِعْدِلُوا۠ هُوَ اَقْرَبُ لِلتَّقْوٰىۘ وَاتَّقُوا اللّٰهَۜ اِنَّ اللّٰهَ خَب۪يرٌ بِمَا تَعْمَلُونَ

Gelî ew ên îmân anîne! Ji bo Allah bi şahidîyeke adil heqîyê qaîm bikin (rakin pîya). Buxza/kîna we ya li hemberî qewmekî bila we ji edaletê nevegerîne. Dadwer bin/Adil bin! Lewre ev (adilbûn) nêzîktirê teqwayê ye. Ji Allah bitirsin û xwe biparêzin. Bêguman Allah, ji amelên ku hûn dikin agahdar e.

9
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

وَعَدَ اللّٰهُ الَّذ۪ينَ اٰمَنُوا وَعَمِلُوا الصَّالِحَاتِۙ لَهُمْ مَغْفِرَةٌ وَاَجْرٌ عَظ۪يمٌ

Allah, ji ew ên îmân anîne û amelên salih kirine re wead kiriye ku ji wan re mexfîret û ecirekî mezin heye.