Vegere Sûreya Maîde

Maîdeالمائدة

35. Ayet

35Sûreya Maîde
Di Mushefê de Veke

يَٓا اَيُّهَا الَّذ۪ينَ اٰمَنُوا اتَّقُوا اللّٰهَ وَابْتَغُٓوا اِلَيْهِ الْوَس۪يلَةَ وَجَاهِدُوا ف۪ي سَب۪يلِه۪ لَعَلَّكُمْ تُفْلِحُونَ

Gelî ew ên îmân anîne! Ji Allah bitirsin û xwe biparêzin û li wesîleyan (ên ku we nêzî wî bike) bigerin. Fîsebîlîllah cîhadê bikin. Hêvî heye ku hûn bigihîjin felahê/xelasîyê.

Jêrenot
(Mufessîrekî ji Selefê salih Qatade (rh.) di tefsîra xwe de têgeha/qewrama “Wesîle” wiha rave/îzah dike: “Bi kirina amelên salih ku Allah (ac) ji wan amelan razî ye û bi îtaeta wî ku pê nêzîkbûna Allah pêk tê.” Çi amelên salih hebin ku ji terefê îslâmê ve hatîye emirkirin an jî wek meşrû hatîye teşwîq kirin, ewana di vê maneyê de wesîle ne û xwedîyê xwe nêzî Allah dike. Qur'ana Kerîm bi me dide zanîn ku der heqê ‘wesîle’ de mumîn û muşrîk di helwestên ji hevdu cuda de ne. Kesên mumîn bi vê bawer in; îmân û amelên ku îslâm pejirandîye dibe wesîleya nêzîkbûna Allah (ac). Lê kesên muşrîk di vê mijarê de ji ber xwe ve hin tiştên bi navê wesîle lihevtînin. Lê ev kesên hanê nabêjin ka ev tiştên ha li gorî şerîetê lêhatî ye/munasib e an na. (Bnr.10/ Yûnus, 18; 17/Îsrâ, 56-57; 39/Zûmer, 3))

Tefsîr

Çavkaniyekê hilbijêre da ku tefsîrê bibînî

Ji bo dîtina tefsîrê yek ji çavkaniyên jorîn hilbijêre.