50Sûreya Maîde
اَفَحُكْمَ الْجَاهِلِيَّةِ يَبْغُونَۜ وَمَنْ اَحْسَنُ مِنَ اللّٰهِ حُكْمًا لِقَوْمٍ يُوقِنُونَ۟
Nexwe ew li hukmê cahilîyeyê digerin? Ma ji bo civateke li ser yeqînê îmân anîbe, ji hukmê Allah xweşiktir/rindtir hukmê kî heye?
Jêrenot
(Her çi pergal û qanûn ên xeyrî hukmên Allah (ac) hebin ew temam “cahilîye” ne. Ew civakên ku van pergal û qanûnên wisan dipejirînin û bi helwesteke îmanî red nakin ha ew jî dibin civakên cahilîyeyê. Bila ji bîr nebe ku; cahilîye ne parîyekî dem û wext e, mijara bîrûbawerîyê/zihnîyetê ye. Li cihekî Tewhîd û Îslâm hebe, bivê-nevê li dij wî şirk û cahilîye jî heye. Her çi însan an jî civat be; eger jiyanê ne bi pîvanên îslâmê tenzîm bike û çavkanîya agahîya wan ne ji bingeha wehîyê be û qanûnên xwe ne ji Allah bistîne ha ew însan an civat ehlê cahilîyê ye.)