وَقَالَتِ الْيَهُودُ يَدُ اللّٰهِ مَغْلُولَةٌۜ غُلَّتْ اَيْد۪يهِمْ وَلُعِنُوا بِمَا قَالُواۢ بَلْ يَدَاهُ مَبْسُوطَتَانِۙ يُنْفِقُ كَيْفَ يَشَٓاءُۜ وَلَيَز۪يدَنَّ كَث۪يرًا مِنْهُمْ مَٓا اُنْزِلَ اِلَيْكَ مِنْ رَبِّكَ طُغْيَانًا وَكُفْرًاۜ وَاَلْقَيْنَا بَيْنَهُمُ الْعَدَاوَةَ وَالْبَغْضَٓاءَ اِلٰى يَوْمِ الْقِيٰمَةِۜ كُلَّمَٓا اَوْقَدُوا نَارًا لِلْحَرْبِ اَطْفَاَهَا اللّٰهُۙ وَيَسْعَوْنَ فِي الْاَرْضِ فَسَادًاۜ وَاللّٰهُ لَا يُحِبُّ الْمُفْسِد۪ينَ
Cihûyan gotin: “Destê Allah girtîye (dest lê nagere).” Ji ber vê (gotina kirêt) destê wan şeht bû û bûn ji lanetîyan. (Nexêr, ne wisan e!) Berevajî, her du destên Allah jî vekirî ne û çawa bixwaze wisa serf dike. Sond be ya ku ji Rabbê te ji te re nazil bûye (ev Qur'an) wê kufr û harîtîya wan zêdetir bike. Me jî hetanî roja qiyametê kîn û neyartîyek bênavber xistîye navbeyna wan. Çi dema ku wan ji bo şer agirek pêxistibin Allah agirê wan vemirandîye. Ew li ser rûyê erdê ji bo tevdanê/ji bo îfsadê dixebitin. Allah ji mufsîdan/ji wan ên tevdanê derdixin hez nake.
Jêrenot
(Kafir, der heqê tesewwûra Allah de du kom in:
A yekemîn; civakên wekî muşrîkên Qureyşîyan ku ew ne tabîê Kitêbekî û ne jî peyrevên pêxemberekî ne. Evana ji ber ku li ser Allah (ac) ne xwedî agahîyeke Kitêbî ne bawerî bi îlâhekî wisan dikin ku wî îlâhê dîşibînin Hikumdar û Melîkan. (Bnr.2/Baqara, 186; 10/Yûnus, 18; 39/Zûmer, 3; 71/Nûh, 23)
A duyemîn: Ev ên ha jî tabîê Kitêbekî û pêxemberekî ne lê weke ku cihû û fille û ew rêşaşên ji ûmmeta Muhammed (ass) ku dibin peyreven wan, hem ji Kitêbê û hem ji pêxember rû vegerandine. (Bnr.Bûxari, 7320; Mûslîm, 2669)
Ev civakên ku ji wehîyên rû vegerandine, bi demê re der heqê Allah de tesewwûreke wisan pêk tînin ku di wê tesewwûrê de Allah (ac) dişibînin xwe bixwe. Wek mîsal: Weke wan dest girtî û qesîs (5/Mâîde, 64), dost û nasyarên xwe bi tenê dihêle (48/Fetîh, 6, 12), dibe ku feqîr û xîzan bikeve (3/Âl-î Îmran, 181), bi torpîl û piştevanîyê li hin kesan îltîmasê dibore (3/Âl-î Îmran, 24; 5/Mâîde, 18), li pey mirîya bi isqatê (haşa) tê xapandin û Îlâheke wisane ku bi xwendina telqînê wekî ku ji pirsyarîyê/jêpirsînê jibergirtî/qopya tê kişandin.)