96Sûreya Maîde
اُحِلَّ لَكُمْ صَيْدُ الْبَحْرِ وَطَعَامُهُ مَتَاعًا لَكُمْ وَلِلسَّيَّارَةِۚ وَحُرِّمَ عَلَيْكُمْ صَيْدُ الْبَرِّ مَا دُمْتُمْ حُرُمًاۜ وَاتَّقُوا اللّٰهَ الَّذ۪ٓي اِلَيْهِ تُحْشَرُونَ
Ji bo ku hûn jê feyde bibînin nêçîrên behrê û xurekê wê, ji bo we û ji bo rêwîyan (wek xwarinek) hate helalkirin. Hetanî hûn di îhramê de bin ji bo we nêçîra bejîyê ji we re heram e. Ji wî Allahê ku hûn ê (bên vejandin û) di hizûra wî de bicivin, bitirsin.