49Sûreya Meryem
فَلَمَّا اعْتَزَلَهُمْ وَمَا يَعْبُدُونَ مِنْ دُونِ اللّٰهِۙ وَهَبْنَا لَهُٓ اِسْحٰقَ وَيَعْقُوبَۜ وَكُلًّا جَعَلْنَا نَبِيًّا
Dema ku (Îbrahîm) wan û ew ên ji xeynî Allah dûayê wan dikirin terikand û ji wan veqetîya, me jî Îshaq û Yaqûb danê. Me hemûyan kir pêxember.
Jêrenot
(Pejirandina tewhîdê û dûrketina/beraeta ji wan muşrîkên ku tewhîdê qebûl nakin, amelekî wisan e ku Allah (ac) herî zêde jê razî ye. Amelên bi vê awayê mezin in, xelata/mukâfata wan jî pirzêde ye. Ji bo Îbrahîm (as) hesreta zarokan jî piştî ku beraeta xwe ji şirkê û ji muşrîkan îlan kir û ew bixwe ji wan veqetîya xelas bibû.)