﷽
Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).
Mekke98 ayetMeryem
Ev sûre, Mekkî ye (li Mekkeyê nazil bûye) û not û heşt (98) ayet e. Di Qur’anê de sûreya nozdehem e. Sûre, welidîna Îsa û rewşa asaleta/zadeganîya Meryem vedibêje. Ji ber vê yekê ev sûre bi navê Meryem hatîye navandin. Di sûreyê de hin qiseyên pêxemberan li ser bingeha tewhîdê û sehneyên qiyametê tên bi dest girtin. Sûre, herwisa behsa gazîkirina Îbrahîm (as) ku bavê xwe dawetê tewhîdê dike û ji pêxemberan Mûsa û Harûn û Îsmaîl û Îdrîs (asm) û rewşa wan ên înkar dikin û behsa wan muwahhîdên qencîkar ku wê bikevin cennetê dike.
﷽
Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).
كٓهٰيٰعٓصٓۜ
Kâf. Hâ. Yâ. Ayn. Sâd.
ذِكْرُ رَحْمَتِ رَبِّكَ عَبْدَهُ زَكَرِيَّاۚ
Ev (ayetên ku wê bên xwendin) bibîrxistina rahmeta Rabbê te ye ku ji evdê xwe Zekerîya re kiriye.
اِذْ نَادٰى رَبَّهُ نِدَٓاءً خَفِيًّا
Wî, wextekî bi dizîka gazî Rabbê xwe kiribû.
قَالَ رَبِّ اِنّ۪ي وَهَنَ الْعَظْمُ مِنّ۪ي وَاشْتَعَلَ الرَّأْسُ شَيْبًا وَلَمْ اَكُنْ بِدُعَٓائِكَ رَبِّ شَقِيًّا
Got: “Rabbê min! Hestîyê min zeîf bûn û pora min jî sipspî bû. Ji ber dûayên ku min ji te re kirin ez tu caran bextreş/bêhêvî nebûme. (Min kengê ji te re dûa kiribe te îcabet kiriye.)”
وَاِنّ۪ي خِفْتُ الْمَوَالِيَ مِنْ وَرَٓاء۪ي وَكَانَتِ امْرَاَت۪ي عَاقِرًا فَهَبْ ل۪ي مِنْ لَدُنْكَ وَلِيًّاۚ
“Bêguman ez di pey xwe de ji eqrebayên xwe ditirsim. Hem hevjîna min jî jineke sêr e/nezayok e. Tu ji cem xwe welîyekî (ewladekî ku bibe warisê nubûwetê) îhsan bike.”
يَرِثُن۪ي وَيَرِثُ مِنْ اٰلِ يَعْقُوبَۗ وَاجْعَلْهُ رَبِّ رَضِيًّا
“Da ku (îlm û hîkmeta ) min û malbata Yaqûb (a li pey xwe hiştine re) bibe waris. Rabbê min! Wî bike ji ew ên ku tu ji wan razî bûyî.”
يَا زَكَرِيَّٓا اِنَّا نُبَشِّرُكَ بِغُلَامٍۨ اسْمُهُ يَحْيٰىۙ لَمْ نَجْعَلْ لَهُ مِنْ قَبْلُ سَمِيًّا
“Ya Zekerîya! Em mizgînîya zarokekî ku navê wî Yahyâ ye didin te. Me berê de tu kesî ji wî re nekiriye hevnav.”
قَالَ رَبِّ اَنّٰى يَكُونُ ل۪ي غُلَامٌ وَكَانَتِ امْرَاَت۪ي عَاقِرًا وَقَدْ بَلَغْتُ مِنَ الْكِبَرِ عِتِيًّا
Got: “Rabbê min! Jina min nezayok e û ez jî gihîştime dawîya kalîtîya xwe, ka wê zarokê min çawa çêbe?”
قَالَ كَذٰلِكَۚ قَالَ رَبُّكَ هُوَ عَلَيَّ هَيِّنٌ وَقَدْ خَلَقْتُكَ مِنْ قَبْلُ وَلَمْ تَكُ شَيْـًٔا
(Melaîket got:) “Ha wiha!” Rabbê te qotîye: “Ew, ji min re pir hêsan e. Berê de tu ne tiştek bûyî lê min tu xuliqandibû. (Qey te ji bîr kir?)”
قَالَ رَبِّ اجْعَلْ ل۪ٓي اٰيَةًۜ قَالَ اٰيَتُكَ اَلَّا تُكَلِّمَ النَّاسَ ثَلٰثَ لَيَالٍ سَوِيًّا
Got: “Rabbê min! Ayetekî/Elametekî (li ser pêkhatina weada te ku dilê min pê qewî bibe) bide min.” (Allah) Got: “Elameta te ev e; digel ku tu ne nexweşî jî tuyê bi dirêjahîya sê rojan bi tu kesî re nikaribî biaxivî.”
فَخَرَجَ عَلٰى قَوْمِه۪ مِنَ الْمِحْرَابِ فَاَوْحٰٓى اِلَيْهِمْ اَنْ سَبِّحُوا بُكْرَةً وَعَشِيًّا
Ji mîhrabê derket û hat cem qewmê xwe û ji wan re îşaret kir (got:) “Hûn sibeh û êvaran (Allah) tesbîh bikin.”
يَا يَحْيٰى خُذِ الْكِتَابَ بِقُوَّةٍۜ وَاٰتَيْنَاهُ الْحُكْمَ صَبِيًّاۙ
(Me jê re got:) “Ya Yahyâ! Kitêbê bi hêz bigire.” Me hêj di zaroktîya wî de hikum/hikmet dabûyê.
وَحَنَانًا مِنْ لَدُنَّا وَزَكٰوةًۜ وَكَانَ تَقِيًّاۙ
Me ji cem xwe ve zerafet/dilnermî/henûnî û pakî (dabûyê). Ew, yekî pir bi teqwa bû.
وَبَرًّا بِوَالِدَيْهِ وَلَمْ يَكُنْ جَبَّارًا عَصِيًّا
Ji dê û bavê xwe re pir baş bû, li dij wan ne zordar û asê bû.
وَسَلَامٌ عَلَيْهِ يَوْمَ وُلِدَ وَيَوْمَ يَمُوتُ وَيَوْمَ يُبْعَثُ حَيًّا۟
Di roja welidîye/hatîye dinyayê de û roja bimire û roja wê ji nû de bê vejandin de silav li ser be.
وَاذْكُرْ فِي الْكِتَابِ مَرْيَمَۢ اِذِ انْتَبَذَتْ مِنْ اَهْلِهَا مَكَانًا شَرْقِيًّاۙ
Di Kitêbê de Meryem jî bi bîr bîne! Ew di demekî de ji malbata xwe dûr ketibû û bi alî rojhilat ve çûbû.
فَاتَّخَذَتْ مِنْ دُونِهِمْ حِجَابًا فَاَرْسَلْنَٓا اِلَيْهَا رُوحَنَا فَتَمَثَّلَ لَهَا بَشَرًا سَوِيًّا
Di navbera xwe û wan de perdeyek kişandibû (da ku wê nebînin). Me jî rûhê xwe (Cebraîl) ji wê re şandibû. Ew ji wê re di sûreta însanekî tekûz/serfesal de xûya bibû.
قَالَتْ اِنّ۪ٓي اَعُوذُ بِالرَّحْمٰنِ مِنْكَ اِنْ كُنْتَ تَقِيًّا
(Meryem) got: “Eger tu kesekî xwedî teqwa bî (têkilî min nebe). Ez, bi (wî Allahê) Rahmân xwe ji te diparêzim.”
قَالَ اِنَّمَٓا اَنَا۬ رَسُولُ رَبِّكِۗ لِاَهَبَ لَكِ غُلَامًا زَكِيًّا
(Cibrîl) got: “Ez bi tenê qasidê Rabbê xwe me. Ji bo ku ez kurekî paqij bidim te (li vê derê me).
قَالَتْ اَنّٰى يَكُونُ ل۪ي غُلَامٌ وَلَمْ يَمْسَسْن۪ي بَشَرٌ وَلَمْ اَكُ بَغِيًّا
Got: “Digel ku qet (destê) însanekî li min neketîye û ez ne jineke nedirêde me jî (tiştekî pir ecêb e) ka çawa dibe ku wê zarokê min çêbe?
قَالَ كَذٰلِكِۚ قَالَ رَبُّكِ هُوَ عَلَيَّ هَيِّنٌۚ وَلِنَجْعَلَهُٓ اٰيَةً لِلنَّاسِ وَرَحْمَةً مِنَّاۚ وَكَانَ اَمْرًا مَقْضِيًّا
(Cibrîl) got: “Ha wisan! Rabbê te got: ‘Ev, ji bo min hêsan e.’ ” (Ev zarok) ji bo ku ji însanan re bibe ayetek/delîlek û ji alî me ve jî bibe rahmetek e. Û biryara vê karê hatibû dayîn û qedîyayî bû.
فَحَمَلَتْهُ فَانْتَبَذَتْ بِه۪ مَكَانًا قَصِيًّا
(Li ser vê) li wî (li Îsa) biheml ma. Û bi wî re çû cihekî dûr/cihekî xewle.
فَاَجَٓاءَهَا الْمَخَاضُ اِلٰى جِذْعِ النَّخْلَةِۚ قَالَتْ يَا لَيْتَن۪ي مِتُّ قَبْلَ هٰذَا وَكُنْتُ نَسْيًا مَنْسِيًّا
Jan ên hemlebûnê kir ku pala xwe bide dara xurmê û hetanî wiha got: “Xwezî, berî niha/berîya vêga ez bimirana û ez ji binî ve bihatama ji bîr kirin.”
فَنَادٰيهَا مِنْ تَحْتِهَٓا اَلَّا تَحْزَن۪ي قَدْ جَعَلَ رَبُّكِ تَحْتَكِ سَرِيًّا
(Yekî) ji bin wê ve gazî wê kir û got: “Xemgîn nebe! Rabbê te ji bin te ve coyeke avê anîye holê.”
وَهُزّ۪ٓي اِلَيْكِ بِجِذْعِ النَّخْلَةِ تُسَاقِطْ عَلَيْكِ رُطَبًا جَنِيًّاۘ
“Gulîyê/çiqilê dara xurmê ber bi xwe ve biweşîne! Da ku xurmeyên nû gihîştine bi ser te ve biweşin.”
فَكُل۪ي وَاشْرَب۪ي وَقَرّ۪ي عَيْنًاۚ فَاِمَّا تَرَيِنَّ مِنَ الْبَشَرِ اَحَدًاۙ فَقُول۪ٓي اِنّ۪ي نَذَرْتُ لِلرَّحْمٰنِ صَوْمًا فَلَنْ اُكَلِّمَ الْيَوْمَ اِنْسِيًّاۚ
“Êdî bixwe û vexwe û bila çavên te ronî/dilê te rihet be. Eger tu ji însanan yekî bibînî bibêje: “Min ji Rahmân re rojî (ya nepeyivînê) nezir kiriye. Îro ez ê bi tu însanî re neaxivim.”
فَاَتَتْ بِه۪ قَوْمَهَا تَحْمِلُهُۜ قَالُوا يَا مَرْيَمُ لَقَدْ جِئْتِ شَيْـًٔا فَرِيًّا
Wî hilgirt û anî cem qewmê xwe. Gotin: “Ya Meryem! Sond be te karekî pir mezin (ecêbmayî) kiriye.”
يَٓا اُخْتَ هٰرُونَ مَا كَانَ اَبُوكِ امْرَاَ سَوْءٍ وَمَا كَانَتْ اُمُّكِ بَغِيًّاۚ
“Ya xuşka Harûn! Bavê te ne mirovekî xerab bû û dêya te jî ne jineke nebaş bû (ne jineke zinakar bû).”
فَاَشَارَتْ اِلَيْهِ۠ قَالُوا كَيْفَ نُكَلِّمُ مَنْ كَانَ فِي الْمَهْدِ صَبِيًّا
(Wê, dergûş) îşaret kir. Gotin: “Em ê bi sebîyekî ku hêj di dergûşê de re çawa bipeyivin?”
قَالَ اِنّ۪ي عَبْدُ اللّٰهِ۠ اٰتَانِيَ الْكِتَابَ وَجَعَلَن۪ي نَبِيًّاۙ
(Zarok hate ser ziman û) got: “Bêguman ez, evdê Allah im. Wî Kitêb da min û ez kirim nebiyek.”
وَجَعَلَن۪ي مُبَارَكًا اَيْنَ مَا كُنْتُۖ وَاَوْصَان۪ي بِالصَّلٰوةِ وَالزَّكٰوةِ مَا دُمْتُ حَيًّاۖ
“Û ez li ku dibim bila bibim, wî ez mubarek kirim. Hetanî ez sax bim emrê nimêj û zekâtê li min kir.”
وَبَرًّا بِوَالِدَت۪يۘ وَلَمْ يَجْعَلْن۪ي جَبَّارًا شَقِيًّا
(Ez) ji dêya xwe re hurmetkar kirim. Û ez (li dij wê) nekirime zordestekî bextreş.”
وَالسَّلَامُ عَلَيَّ يَوْمَ وُلِدْتُ وَيَوْمَ اَمُوتُ وَيَوْمَ اُبْعَثُ حَيًّا
“Roja ez welidî me û roja ez ê bimirim û roja ez ê ji nû ve bêm vejandin silav li ser min e.”
ذٰلِكَ ع۪يسَى ابْنُ مَرْيَمَۚ قَوْلَ الْحَقِّ الَّذ۪ي ف۪يهِ يَمْتَرُونَ
Ha ev Îsayê kurê Meryem e ku li ser wî diketin gumanê/nîqaşê! Gotina heq (ya der barê wî de) ev e.
مَا كَانَ لِلّٰهِ اَنْ يَتَّخِذَ مِنْ وَلَدٍۙ سُبْحَانَهُۜ اِذَا قَضٰٓى اَمْرًا فَاِنَّمَا يَقُولُ لَهُ كُنْ فَيَكُونُۜ
Qet nabe ku Allah ji xwe re zarok bigire. Ew (ji hemû kêmasîyan) berî ye/munezzeh e. Dema ew bixwaze tiştek bibe bitenê dibêje “Bibe!” û ew jî dibe. (Ji bo pêkanîna tiştekî çawa ku hûn muhtacê sebeban e hewcetîya Allah ji tu sebebê re tune. Ew xaliqê mutleq e.)
وَاِنَّ اللّٰهَ رَبّ۪ي وَرَبُّكُمْ فَاعْبُدُوهُۜ هٰذَا صِرَاطٌ مُسْتَق۪يمٌ
(Îsa got:) “Bêguman Allah Rabbê min e jî û Rabbê we ye jî. (Herwiha) ji wî re îbadet bikin. Rêya rasterast ev e.”
فَاخْتَلَفَ الْاَحْزَابُ مِنْ بَيْنِهِمْۚ فَوَيْلٌ لِلَّذ۪ينَ كَفَرُوا مِنْ مَشْهَدِ يَوْمٍ عَظ۪يمٍ
(Digel vê, hin) kom/firqe di nav xwe de ketin îxtîlafê. Ji ber wê roja mezin ku wê tê de amade bibin weyl li wan kafiran be.
اَسْمِعْ بِهِمْ وَاَبْصِرْۙ يَوْمَ يَأْتُونَنَاۚ لٰكِنِ الظَّالِمُونَ الْيَوْمَ ف۪ي ضَلَالٍ مُب۪ينٍ
Roja ku dê werin cem me wê çi ecêban bibînin û çi seh bikin. Lê îro ew ên zalim di xerifîyeke eşkere de ne.
وَاَنْذِرْهُمْ يَوْمَ الْحَسْرَةِ اِذْ قُضِيَ الْاَمْرُۚ وَهُمْ ف۪ي غَفْلَةٍ وَهُمْ لَا يُؤْمِنُونَ
Der heqê wê roja ku dê karên wan li ser qerarekî bê girêdan û qedandin wan hişyar bike! Ew di xefletê de ne. Ew îmân naynin.
اِنَّا نَحْنُ نَرِثُ الْاَرْضَ وَمَنْ عَلَيْهَا وَاِلَيْنَا يُرْجَعُونَ۟
Bêguman em ê bibin warisê erdê û tiştên li ser rûyê wê. (Wê herkes bimire û tiştên ku me daye wan wê dîsa ji me re bimîne) û wê li me bên vegerandin.
وَاذْكُرْ فِي الْكِتَابِ اِبْرٰه۪يمَۜ اِنَّهُ كَانَ صِدّ۪يقًا نَبِيًّا
Di Kitêbê de Îbrahîm jî bi bîr bîne! Ew pêxemberekî rast/siddîq bû.
اِذْ قَالَ لِاَب۪يهِ يَٓا اَبَتِ لِمَ تَعْبُدُ مَا لَا يَسْمَعُ وَلَا يُبْصِرُ وَلَا يُغْن۪ي عَنْكَ شَيْـًٔا
Wê dema ku Îbrahîm ji bavê xwe re got: “Bavê min! Çima tu îbadetê tiştên wisan dikî ku ew ne dibihîzin û ne dibînin û qet tu feyda wan jî ji te re tune?"
يَٓا اَبَتِ اِنّ۪ي قَدْ جَٓاءَن۪ي مِنَ الْعِلْمِ مَا لَمْ يَأْتِكَ فَاتَّبِعْن۪ٓي اَهْدِكَ صِرَاطًا سَوِيًّا
“Bavê min! Bi rastî ilmê ku ji te re nehatîye ji min re hatîye. Êdî tu jî bide pey min da ku ez te bigihînim ser rêya rast.”
يَٓا اَبَتِ لَا تَعْبُدِ الشَّيْطَانَۜ اِنَّ الشَّيْطَانَ كَانَ لِلرَّحْمٰنِ عَصِيًّا
“Bavê min! Ji şeytan re perestî/evdîtî neke! Bi rastî şeytan ji Rahmân re bû serxwerabûyî/bû îsyankar.”
يَٓا اَبَتِ اِنّ۪ٓي اَخَافُ اَنْ يَمَسَّكَ عَذَابٌ مِنَ الرَّحْمٰنِ فَتَكُونَ لِلشَّيْطَانِ وَلِيًّا
“Bavê min! Ez ji ber vê ditirsim ku ezabê Rahmân bigihîje te û tu bibî ji dostên şeytan.”
قَالَ اَرَاغِبٌ اَنْتَ عَنْ اٰلِهَت۪ي يَٓا اِبْرٰه۪يمُۚ لَئِنْ لَمْ تَنْتَهِ۬ لَاَرْجُمَنَّكَ وَاهْجُرْن۪ي مَلِيًّا
(Bavê wî) got: “Ma tu ji îlâhên min rû vedigerînî, ya Îbrahîm? Eger tu (vê halê xwe) neterikînî ez ê te bidim ber keviran/birecimînim. Tu demeke dirêj ji min dûr be.”
قَالَ سَلَامٌ عَلَيْكَۚ سَاَسْتَغْفِرُ لَكَ رَبّ۪يۜ اِنَّهُ كَانَ ب۪ي حَفِيًّا
Got: “Silav li ser te be! Ez ê ji bo te ji Rabbê xwe îstîxfarê/efûkirinê daxwaz bikim. Bêguman ew, ji min re (ew, yê ku birehm û lûtifkar e û li min xweyîtî dike) Hafî ye.”
وَاَعْتَزِلُكُمْ وَمَا تَدْعُونَ مِنْ دُونِ اللّٰهِ وَاَدْعُوا رَبّ۪يۘ عَسٰٓى اَلَّٓا اَكُونَ بِدُعَٓاءِ رَبّ۪ي شَقِيًّا
“Ez we û ew ên ku hûn ji xeynî Allah dûayê wan dikin diterikînim û ji we vediqetim. Ez bi tenê ji Rabbê xwe re dûa dikim. Hêvî heye ku ez bi dûakirina Rabbê xwe bedbext nabim. (Wê Rabbê min îcabetî dûayê min bike.)”
فَلَمَّا اعْتَزَلَهُمْ وَمَا يَعْبُدُونَ مِنْ دُونِ اللّٰهِۙ وَهَبْنَا لَهُٓ اِسْحٰقَ وَيَعْقُوبَۜ وَكُلًّا جَعَلْنَا نَبِيًّا
Dema ku (Îbrahîm) wan û ew ên ji xeynî Allah dûayê wan dikirin terikand û ji wan veqetîya, me jî Îshaq û Yaqûb danê. Me hemûyan kir pêxember.
وَوَهَبْنَا لَهُمْ مِنْ رَحْمَتِنَا وَجَعَلْنَا لَهُمْ لِسَانَ صِدْقٍ عَلِيًّا۟
Me ji rahmeta xwe (qencîyan/lutfan) da wan. Û me zimanekî/zarekî dirûstî ya herî bilind da wan. (Rastgo ne û ji terefê însanan ve jî bi rastî/bi pesin tên bîranîn.)
وَاذْكُرْ فِي الْكِتَابِ مُوسٰىۘ اِنَّهُ كَانَ مُخْلَصًا وَكَانَ رَسُولًا نَبِيًّا
Di Kitêbê de Mûsa jî bi bîr bîne! Bêguman ew, nebîyekî rasûl û muxlas/pir bi îxlâs/pakkirî bû.
وَنَادَيْنَاهُ مِنْ جَانِبِ الطُّورِ الْاَيْمَنِ وَقَرَّبْنَاهُ نَجِيًّا
Ji alîyê rastê ya Tûrê ve me deng lê kir û ji bo axaftineke bi dizî, me ew nêz kir.
وَوَهَبْنَا لَهُ مِنْ رَحْمَتِنَٓا اَخَاهُ هٰرُونَ نَبِيًّا
Me ji rahmeta xwe birayê wî Hârûn jî bi pêxembertî ew xelat kir.
وَاذْكُرْ فِي الْكِتَابِ اِسْمٰع۪يلَۘ اِنَّهُ كَانَ صَادِقَ الْوَعْدِ وَكَانَ رَسُولًا نَبِيًّاۚ
Di Kitêbê de Îsmaîl jî bi bîr bîne! Ew, di soza xwe de sadiq û nebîyekî rasûl bû.
وَكَانَ يَأْمُرُ اَهْلَهُ بِالصَّلٰوةِ وَالزَّكٰوةِۖ وَكَانَ عِنْدَ رَبِّه۪ مَرْضِيًّا
Emrê nimêj û zekâtê li ehlê xwe dikir. Ew li cem Rabbê xwe evdekî jêrazîbûyî bû.
وَاذْكُرْ فِي الْكِتَابِ اِدْر۪يسَۘ اِنَّهُ كَانَ صِدّ۪يقًا نَبِيًّاۗ
Di Kitêbê de Idrîs jî bi bîr bîne! Ew pêxemberekî rast/siddîq bû.
وَرَفَعْنَاهُ مَكَانًا عَلِيًّا
Me ew hildabû meqamekî berz/bilind.
اُو۬لٰٓئِكَ الَّذ۪ينَ اَنْعَمَ اللّٰهُ عَلَيْهِمْ مِنَ النَّبِيّ۪نَ مِنْ ذُرِّيَّةِ اٰدَمَ وَمِمَّنْ حَمَلْنَا مَعَ نُوحٍۘ وَمِنْ ذُرِّيَّةِ اِبْرٰه۪يمَ وَاِسْرَٓاء۪يلَ وَمِمَّنْ هَدَيْنَا وَاجْتَبَيْنَاۜ اِذَا تُتْلٰى عَلَيْهِمْ اٰيَاتُ الرَّحْمٰنِ خَرُّوا سُجَّدًا وَبُكِيًّا
Evana, ew in ku Allah nîmet daye wan; pêxemberên ji zurîyeta Âdem in û yên me bi Nûh re (di keştîyê de) kişandine û ji zurîyeta Îbrahîm û Îsraîl (Yaqûb) in û me ew hilbijartine û gihîştandine hîdayetê ne. Dema ku ji wan re ayetên Rahmân têne xwendin bi kelegirî diçin secdê.
فَخَلَفَ مِنْ بَعْدِهِمْ خَلْفٌ اَضَاعُوا الصَّلٰوةَ وَاتَّبَعُوا الشَّهَوَاتِ فَسَوْفَ يَلْقَوْنَ غَيًّاۙ
Paşê di pey wan de nesleke wisan hat ku nimêj zîyan/îhmal kirin û dane pey şehewatên xwe. Ew ên hanê wê leqayî xayy (cureya ezabekî taybet) bibin.
اِلَّا مَنْ تَابَ وَاٰمَنَ وَعَمِلَ صَالِحًا فَاُو۬لٰٓئِكَ يَدْخُلُونَ الْجَنَّةَ وَلَا يُظْلَمُونَ شَيْـًٔاۙ
Lê ew ên tobe dikin û îmân anîne û amelên salih kirine ne têde. Wê ew bikevin cennetê û qet tu neheqî li wan neyê kirin.
جَنَّاتِ عَدْنٍۨ الَّت۪ي وَعَدَ الرَّحْمٰنُ عِبَادَهُ بِالْغَيْبِۜ اِنَّهُ كَانَ وَعْدُهُ مَأْتِيًّا
(Ew) cennetên Adn ku; Rahmân ew bi xiyabî ji evdên xwe re wead kiriye. Bêguman dê weada wî were cih.
لَا يَسْمَعُونَ ف۪يهَا لَغْوًا اِلَّا سَلَامًاۜ وَلَهُمْ رِزْقُهُمْ ف۪يهَا بُكْرَةً وَعَشِيًّا
Ew li wê derê peyva batil nabihîzin. (Tiştê ku seh dikin) bi tenê silav e. Û ji wan re sibeh û êvar rizqê wan heye.
تِلْكَ الْجَنَّةُ الَّت۪ي نُورِثُ مِنْ عِبَادِنَا مَنْ كَانَ تَقِيًّا
Ew cenneta ku em ê bidin evdên xwe yên xwedî teqwa ev e.
وَمَا نَتَنَزَّلُ اِلَّا بِاَمْرِ رَبِّكَۚ لَهُ مَا بَيْنَ اَيْد۪ينَا وَمَا خَلْفَنَا وَمَا بَيْنَ ذٰلِكَۚ وَمَا كَانَ رَبُّكَ نَسِيًّاۚ
Em enceq bi emrê/bi destûra Rabbê te dadikevin. Tiştên ku li pêşîya me û li dûv me û di navbera herduyan de hene hemû aîdê wî ne. Rabbê te ne jibîrker e.
رَبُّ السَّمٰوَاتِ وَالْاَرْضِ وَمَا بَيْنَهُمَا فَاعْبُدْهُ وَاصْطَبِرْ لِعِبَادَتِه۪ۜ هَلْ تَعْلَمُ لَهُ سَمِيًّا۟
Rabbê erd û esmanan û hemû tiştên di navbera wan de ye. Ji wî re perestî/evdîtî bike û sebir bike. Erê ma qet tu bi yekî wekî wî/yekî ku bi navê wî tê bîranîn nas dikî/dizanî?
وَيَقُولُ الْاِنْسَانُ ءَاِذَا مَا مِتُّ لَسَوْفَ اُخْرَجُ حَيًّا
(Digel ku qudreta Allah bêsînor e) însan wiha dibêje: “Dema ku ez bimirim, ma qey rast e ku ez ê carekî din bême vejandin û deranîn?”
اَوَلَا يَذْكُرُ الْاِنْسَانُ اَنَّا خَلَقْنَاهُ مِنْ قَبْلُ وَلَمْ يَكُ شَيْـًٔا
Qey însan nafikire? Digel ku ew berê de ne tu tişt bû, paşê me wî xuliqand.
فَوَرَبِّكَ لَنَحْشُرَنَّهُمْ وَالشَّيَاط۪ينَ ثُمَّ لَنُحْضِرَنَّهُمْ حَوْلَ جَهَنَّمَ جِثِيًّاۚ
Sond bi Rabbê te ku em ê wan û şeytanan li hev bicivînin û muheqeq em ê wan li ser çokên xwe li dora cehennemê bidin amadekirin.
ثُمَّ لَنَنْزِعَنَّ مِنْ كُلِّ ش۪يعَةٍ اَيُّهُمْ اَشَدُّ عَلَى الرَّحْمٰنِ عِتِيًّاۚ
Paşê ji her komî, yên li dij Rahmân herî zêde har bûne em ê wan biveqetînin.
ثُمَّ لَنَحْنُ اَعْلَمُ بِالَّذ۪ينَ هُمْ اَوْلٰى بِهَا صِلِيًّا
Paşê helbet em herî çêtir dizanin kî layiqê wê (cehennemê) ye.
وَاِنْ مِنْكُمْ اِلَّا وَارِدُهَاۚ كَانَ عَلٰى رَبِّكَ حَتْمًا مَقْضِيًّاۚ
Ji we hemû kes biteqezî dê bê serê wê (cehennem ê). Ev ji bo Rabbê te hukmekî vebirî ye.
ثُمَّ نُنَجِّي الَّذ۪ينَ اتَّقَوْا وَنَذَرُ الظَّالِم۪ينَ ف۪يهَا جِثِيًّا
Piştre em wan ên xwe (ji Allah) diparêzin xelas dikin. Û em wan zaliman jî li wîr wek çokdayî dihêlin.
وَاِذَا تُتْلٰى عَلَيْهِمْ اٰيَاتُنَا بَيِّنَاتٍ قَالَ الَّذ۪ينَ كَفَرُوا لِلَّذ۪ينَ اٰمَنُٓواۙ اَيُّ الْفَر۪يقَيْنِ خَيْرٌ مَقَامًا وَاَحْسَنُ نَدِيًّا
Dema ayetên me yên eşkere ji wan re tê xwendin ew ên kafir ji mumînan re wiha dibêjin: “Ji herdu civatan rewşa kîjanî hêj bixêrtir û derdora wî/civata wî xweşiktir e?”
وَكَمْ اَهْلَكْنَا قَبْلَهُمْ مِنْ قَرْنٍ هُمْ اَحْسَنُ اَثَاثًا وَرِءْيًا
Lê ew qewmên ku me berîya wan helak kirine, hem bi hebûna xwe û hem jî bi dîtbarîya xwe ji wan xweşiktir bûn.
قُلْ مَنْ كَانَ فِي الضَّلَالَةِ فَلْيَمْدُدْ لَهُ الرَّحْمٰنُ مَدًّاۚ حَتّٰٓى اِذَا رَاَوْا مَا يُوعَدُونَ اِمَّا الْعَذَابَ وَاِمَّا السَّاعَةَۜ فَسَيَعْلَمُونَ مَنْ هُوَ شَرٌّ مَكَانًا وَاَضْعَفُ جُنْدًا
Bibêje: “Kî di xerifîyê de be û Rahmân muhleta wî heta heta dirêj jî bike... Dema wê ezaba ji wan re hatîye weadkirin an jî qiyametê bibînin, wê bi yeqînî fêm bikin ka rewşa kî herî xerab e û ji hêla leşkerî ve/ji hêla alîkaran ve herî qelstir e wê baş bizanibin.
وَيَز۪يدُ اللّٰهُ الَّذ۪ينَ اهْتَدَوْا هُدًىۜ وَالْبَاقِيَاتُ الصَّالِحَاتُ خَيْرٌ عِنْدَ رَبِّكَ ثَوَابًا وَخَيْرٌ مَرَدًّا
Allah, hîdayeta ehlê hîdayetê zêdetir dike. Amelên salih ên mayînde ew in ku li cem Rabbê te bi mukâfat û bi aqûbetî herî bixêrtir e.
اَفَرَاَيْتَ الَّذ۪ي كَفَرَ بِاٰيَاتِنَا وَقَالَ لَاُوتَيَنَّ مَالًا وَوَلَدًاۜ
Te wî yê ku ayetên me înkar dikir û digot: “Teqez wê mal û ewlad ji min re bên dayîn” dît?
اَطَّلَعَ الْغَيْبَ اَمِ اتَّخَذَ عِنْدَ الرَّحْمٰنِ عَهْدًاۙ
Gelo ew agahdarê xeybê bû an li cem Rahmân jê re sozekî (hatîye dayîn) heye?
كَلَّاۜ سَنَكْتُبُ مَا يَقُولُ وَنَمُدُّ لَهُ مِنَ الْعَذَابِ مَدًّاۙ
Nexêr! Em ê gotinên wî binivîsînin û em ê ezabê wî her dirêj bikin.
وَنَرِثُهُ مَا يَقُولُ وَيَأْت۪ينَا فَرْدًا
Ji tişt (mal û ewlad) ên ew dibêje re em ê bibin waris û wê ew bi serê xwe tenê were bal me.
وَاتَّخَذُوا مِنْ دُونِ اللّٰهِ اٰلِهَةً لِيَكُونُوا لَهُمْ عِزًّاۙ
Ji bo ku ji wan re bibe rûmet/serdestî/çavkanîya hêzê, ji xeynî Allah ji xwe re îlâhan girtin!
كَلَّاۜ سَيَكْفُرُونَ بِعِبَادَتِهِمْ وَيَكُونُونَ عَلَيْهِمْ ضِدًّا۟
Nexêr! (Roja qiyametê) wê îbadetên wan înkar bikin û wê li hemberî wan (wek dijmin) cih bigirin.
اَلَمْ تَرَ اَنَّٓا اَرْسَلْنَا الشَّيَاط۪ينَ عَلَى الْكَافِر۪ينَ تَؤُزُّهُمْ اَزًّاۙ
Ma qey te nedît ku me şeytanan di ser wan de şandin da ku wan (arasteyî şirkê û îsyana ji Allah re) fît bikin û tevbigerînin?
فَلَا تَعْجَلْ عَلَيْهِمْۜ اِنَّمَا نَعُدُّ لَهُمْ عَدًّاۚ
Ji bo wan nelezîne/acele neke! Em ji wan re (rojên wan) yek bi yek dijmêrin.
يَوْمَ نَحْشُرُ الْمُتَّق۪ينَ اِلَى الرَّحْمٰنِ وَفْدًاۙ
Roja ku em Mutteqîyan qefle bi qefle di hizûra Rahmân de dicivînin (heye)!
وَنَسُوقُ الْمُجْرِم۪ينَ اِلٰى جَهَنَّمَ وِرْدًاۢ
Em ê gunehkarên mucrîm bi tî bûn bal bi cehennemê ve bajon.
لَا يَمْلِكُونَ الشَّفَاعَةَ اِلَّا مَنِ اتَّخَذَ عِنْدَ الرَّحْمٰنِ عَهْدًاۢ
Ji xeynî ew ên ji bal Rahmân soz/ehd girtine tu kes nikare rayeya şefaetê di destê xwe de bigire.
وَقَالُوا اتَّخَذَ الرَّحْمٰنُ وَلَدًاۜ
Gotin: “Rahmân ji xwe re zarok girtîye.”
لَقَدْ جِئْتُمْ شَيْـًٔا اِدًّاۙ
Sond be we gotineke pir kirêt û adîyane got.
تَكَادُ السَّمٰوَاتُ يَتَفَطَّرْنَ مِنْهُ وَتَنْشَقُّ الْاَرْضُ وَتَخِرُّ الْجِبَالُ هَدًّاۙ
Hindik mabû ku (ji ber erjengîya vê gotinê) esman şeq bibûna û erd biqelişîya û çiyan biherifîya/yeksan bibûna.
اَنْ دَعَوْا لِلرَّحْمٰنِ وَلَدًاۚ
Ji ber ku zarok ji Rahmân re lê anîbûn.
وَمَا يَنْبَغ۪ي لِلرَّحْمٰنِ اَنْ يَتَّخِذَ وَلَدًاۜ
Lê zarok girtin ji Rahmân re nabe/lê nayê!
اِنْ كُلُّ مَنْ فِي السَّمٰوَاتِ وَالْاَرْضِ اِلَّٓا اٰتِي الرَّحْمٰنِ عَبْدًاۜ
Hemû kesên li erd û esmanan hene, dê bitenê wek bende/wek evd werin hizûra Rahmân.
لَقَدْ اَحْصٰيهُمْ وَعَدَّهُمْ عَدًّاۜ
Sond be, wan hemûyan bi tevahî û yek bi yek jimartîye û dorpêç kiriye.
وَكُلُّهُمْ اٰت۪يهِ يَوْمَ الْقِيٰمَةِ فَرْدًا
Û ew hemû roja qiyametê wê yek bi yek bêne hizûra wî.
اِنَّ الَّذ۪ينَ اٰمَنُوا وَعَمِلُوا الصَّالِحَاتِ سَيَجْعَلُ لَهُمُ الرَّحْمٰنُ وُدًّا
Ew ên îmân anîne û amelên salih kirine, wê Rahmân hezkirinê bike (qelbê wan).
فَاِنَّمَا يَسَّرْنَاهُ بِلِسَانِكَ لِتُبَشِّرَ بِهِ الْمُتَّق۪ينَ وَتُنْذِرَ بِه۪ قَوْمًا لُدًّا
Ji bo ku tu mizgînê bidî Mutteqîyan û qewmekî rikdar hişyar bikî me ev (Qur'an) bi zimanê te hêsan kir.
وَكَمْ اَهْلَكْنَا قَبْلَهُمْ مِنْ قَرْنٍۜ هَلْ تُحِسُّ مِنْهُمْ مِنْ اَحَدٍ اَوْ تَسْمَعُ لَهُمْ رِكْزًا
Me berîya wan gelek qewman helak kirin. Erê ma tu pêjna kesekî ji wan dikî an jî tu axaftina wan ya ku di navbera xwe de bi dizî dikirin, dibihîzî?