64Sûreya Meryem
وَمَا نَتَنَزَّلُ اِلَّا بِاَمْرِ رَبِّكَۚ لَهُ مَا بَيْنَ اَيْد۪ينَا وَمَا خَلْفَنَا وَمَا بَيْنَ ذٰلِكَۚ وَمَا كَانَ رَبُّكَ نَسِيًّاۚ
Em enceq bi emrê/bi destûra Rabbê te dadikevin. Tiştên ku li pêşîya me û li dûv me û di navbera herduyan de hene hemû aîdê wî ne. Rabbê te ne jibîrker e.
Jêrenot
(Piştî ku Rasûlullah (ass) ji Cibrîl (as) vê pirsê kir: “Tu çima zehftir serîya li me nadî?” ev ayet nazil bûne. (Buxarî, 4731; Tirmizî, 3158)