Vegere Sûreya Mu’mînûn

Mu’mînûnالمؤمنون

53. Ayet

53Sûreya Mu’mînûn
Di Mushefê de Veke

فَتَقَطَّعُٓوا اَمْرَهُمْ بَيْنَهُمْ زُبُرًاۜ كُلُّ حِزْبٍ بِمَا لَدَيْهِمْ فَرِحُونَ

Wan dînê xwe li ser rewşa Kitêbên cuda kirin parçe parçe. Her komek bi ya li cem xwe kêfxweş dibin.

Jêrenot
(Çawa ku ji alimên luxetê Zeccac diyar kiriye ew peyva “ زُبُرًا ” ku di ayetê de dibore, pirjimara peyva “ زبُور ” Kitêb û rûpel e. Her komek ji bo ku herî çêtir fêm bikin û rave bikin Kitêban nivîsandine û paşê van Kitêban jî ji xwe re kirine dîn. Ew Kitêbên ji bo îzahkirina wehîyê hatine nivîsandin bi demê re ketine şûna eslê Kitêb ê. Êdî çi dema îxtîlafek çêbe serî li wan tê dayîn û ayetên Kitêbê li gorî wan tên nirxandin (!) û wekî ku wehîy e herûdaîm tên xwendin û beşên wan tên jiber kirin û li ser wan tefekkur û tedebbur tê kirin. (Bnr. 2/Baqara, 79))

Tefsîr

Çavkaniyekê hilbijêre da ku tefsîrê bibînî

Ji bo dîtina tefsîrê yek ji çavkaniyên jorîn hilbijêre.