Sure 23

Sûreya Mu’mînûn

Mekke118 ayetMûmîn

المؤمنون
Der barê Sûreyê de

Sûreya Mu’mînûn, Mekkî ye (li Mekkeyê nazil bûye) û sed û hijdeh (118) ayet e. Di Qur’anê de sûreya bîst û sêyemîn e. Sûre, navê xwe ji peyva “Mu’mînûn” ku di ayeta yekemîn de dibore sitendîye. Di sûreyê de behsa mumînan û wesf û helwestên wan tê kirin. Nûh (as) û çêkirina keştîyê û tofan jî di navê de, qiseyên hin pêxemberan tê vegotin. Ev sûre, di heman demê de ji bo paganîstan hişyarîyeke xurt e. Ligel vê di sûreyê de dibe mijar ku wê mumîn bigihîjin serkeftinê û kesên xerab wê bên cezakirin.

﷽

Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).

قَدْ اَفْلَحَ الْمُؤْمِنُونَۙ

Bêguman mumîn gihîştine felahê/xelasîyê.

اَلَّذ۪ينَ هُمْ ف۪ي صَلَاتِهِمْ خَاشِعُونَۙ

Ew in ku; di nimêjên xwe de di xuşûyê de ne.

Jêrenot
(Xuşû, tê ser maneya sikûnetê û aramîyê û zenûnbûnê. Xuşûya di nimêjê de; şewqvedêra wek îtmînana qelbê û sikûnet û aramî û şuûra bûyîna di hizûra Allah (ac) de û hûrmeta bedenî û bêlebatî/bêhereketî û edeb e. Xuşû; di nimêjê de li hemberî Allah (ac) qelb û bedena însan ku bi edebê bê xemilandin e. Nimêja ku însan ji xerabîyan men dike (29/Ankebût, 45) û zêdekirina sebrê (2/Baqara, 45) û parastina ji xwedbînî/bexîlî û qesîsîyê (70/Mearîc, 19-22) û dabînkirina gunehan (11/Hûd, 114) enceq bi nimêja ku bi xuşû tê kirin carî ye.)

وَالَّذ۪ينَ هُمْ عَنِ اللَّغْوِ مُعْرِضُونَۙ

Û ew, ji tiştên kelevajî rû vedigerînin.

وَالَّذ۪ينَ هُمْ لِلزَّكٰوةِ فَاعِلُونَۙ

Û ew, mesulîyeta/berpirsîyarîya zekâtê bi cih tînin.

وَالَّذ۪ينَ هُمْ لِفُرُوجِهِمْ حَافِظُونَۙ

Û ew, îffeta xwe diparêzin.

اِلَّا عَلٰٓى اَزْوَاجِهِمْ اَوْ مَا مَلَكَتْ اَيْمَانُهُمْ فَاِنَّهُمْ غَيْرُ مَلُوم۪ينَۚ

Ji xeynî hevjîn û carîyeyên wan. Ji ber (ligelhevbûna) van re nayên lomandin.

فَمَنِ ابْتَغٰى وَرَٓاءَ ذٰلِكَ فَاُو۬لٰٓئِكَ هُمُ الْعَادُونَۚ

Kesê ku ji vêya wirdetir ve li tiştekî din bigere (ji xeynî hevjîn û carîyeyên xwe bi hinên din re bihemikîne), ha ew ên ha ji hedê xwe borîne.

وَالَّذ۪ينَ هُمْ لِاَمَانَاتِهِمْ وَعَهْدِهِمْ رَاعُونَۙ

Û ew, (çi ew ên di navbera xwe û Rabbê xwe de û çi di navbera xwe û însanan de) emanetên xwe diparêzin û li ser ehdên xwe disekinin.

وَالَّذ۪ينَ هُمْ عَلٰى صَلَوَاتِهِمْ يُحَافِظُونَۢ

Û ew, (wext û şert û rûkn û xuşû û sinnetên) nimêjên xwe diparêzin.

Tefsîrên Sûreya Mu’mînûn

Tefsîra vê sûreyê ji çavkaniyên cuda bixwînin.