Vegere Sûreya Mumtehîne

Mumtehîneالممتحنة

4. Ayet

4Sûreya Mumtehîne
Di Mushefê de Veke

قَدْ كَانَتْ لَكُمْ اُسْوَةٌ حَسَنَةٌ ف۪ٓي اِبْرٰه۪يمَ وَالَّذ۪ينَ مَعَهُۚ اِذْ قَالُوا لِقَوْمِهِمْ اِنَّا بُرَءٰٓؤُ۬ا مِنْكُمْ وَمِمَّا تَعْبُدُونَ مِنْ دُونِ اللّٰهِۘ كَفَرْنَا بِكُمْ وَبَدَا بَيْنَنَا وَبَيْنَكُمُ الْعَدَاوَةُ وَالْبَغْضَٓاءُ اَبَدًا حَتّٰى تُؤْمِنُوا بِاللّٰهِ وَحْدَهُٓ اِلَّا قَوْلَ اِبْرٰه۪يمَ لِاَب۪يهِ لَاَسْتَغْفِرَنَّ لَكَ وَمَٓا اَمْلِكُ لَكَ مِنَ اللّٰهِ مِنْ شَيْءٍۜ رَبَّنَا عَلَيْكَ تَوَكَّلْنَا وَاِلَيْكَ اَنَبْنَا وَاِلَيْكَ الْمَص۪يرُ

Ji we re di Îbrahîm û (mûmîn/rasûl) ên ligel wî de nimûnetîyeke xweşik heye. Wan ji qewmê xwe re gotibûn: “Em, ji we û ji wan ên ku hûn ji xeynî Allah îbadetê li wan dikin dûr in/berî ne. Em we tekfir dikin (em we û rêya ku hûn li ser in red dikin). Heta ku hûn îman bi Allah tenê bînin di navbera me û we de kîn û neyartîyeke bêdawî dest pê kiriye.” Lê ew peyv ne tê de, ku Îbrahîm ji bavê xwe re (wiha) gotibû: “Bêşik ez ê ji bo te ji Allah daxwaza mexfîretê bikim. (Lê) li dij Allah qet tu feyda/sûda min nagihîje te.” Rabbê me! Me bitenê tewekkulê te kiriye û me berê xwe daye te û vegera me jî bitenê ji te re ye.

Jêrenot
(Ev ayetê kerîme, tefsîra rêya Îbrahîm û milletê wî dike ku; ji her kesê mumîn re pêwist e ku bibe tabiê wî (16/Nahl, 123) û kesê ku jê rû vegerandibe wek sefîh/kêmaqil hatîye pejirandin (2/Baqara, 130). Rêya Îbrahîm: a. Berî bûna ji muşrîkan e. Lewre yê ku şirkê heyî dike û dixe fiîlîyatê kesê muşrîk bixwe ye. b. Berî bûna ji pût û taxûtên ji xeynî Allah îbadet li wan dikin e. “Berî bûn” vegotina nekirina fiêlek e ku li dij xwedîyê fiêlê de nîşandayina helwesteke bîrewerî û îmanî ye. c. Nenasîya ehlê şirkê û redkirina wan û hukim dayîna kufra wan e. d. Bê şirîk çêkirin xaliskirina dîn ji Allah re û heta îman bi Allahê yekane bînin neyartî û kîn girtina ji kafiran re ye. Ha ev, Milletê Îbrahîm e. Ew Milletê Îbrahîm ku; ew ên li hemberî Allah û Rasûlê wî şer danîne û li ber derîyê cehennemê runiştî ne û wekî ku ji me bin diaxivin lê me dixapînin û ew ên Kitêb li ser zimanê xwe digerînin lê wê bi bihayekî kêm difiroşin hemû pevreyî û bi îhtîmam li ber xwe didin ku ji însanan biveşêrin.)

Tefsîr

Çavkaniyekê hilbijêre da ku tefsîrê bibînî

Ji bo dîtina tefsîrê yek ji çavkaniyên jorîn hilbijêre.