Sure 60

Sûreya Mumtehîne

Medîne13 ayetYa Hatiye Ceribandin

الممتحنة
Der barê Sûreyê de

Sûreya Mumtehîne, Medenî ye (li Medîneyê nazil bûye) û sêzdeh (13) ayet e. Di Qur’anê de sûreya şêstemîn e. Mumtehîne, tê ser maneya jina ku tê îmtîhankirin. Ev peyv di ayeta 10. de dibore û wek sûreya Mumtehîne hatîye binav kirin. Di vê sûreyê de ev mijarên hane tên ravekirin: Li ser rêya tewhîdê Îbrahîm (as) mînekekî herî xweşik e. Beyata jinên mûmîne tê qebûl kirin. Kesên Muslîm teqez nikarin dostanîya neyarên îslamê bikin lê bi kesên xeyrî muslîm ên ku neyartîya îslamê nakin re têkilîya beşerî dibe ku pêk be.

Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).

1
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

يَٓا اَيُّهَا الَّذ۪ينَ اٰمَنُوا لَا تَتَّخِذُوا عَدُوّ۪ي وَعَدُوَّكُمْ اَوْلِيَٓاءَ تُلْقُونَ اِلَيْهِمْ بِالْمَوَدَّةِ وَقَدْ كَفَرُوا بِمَا جَٓاءَكُمْ مِنَ الْحَقِّۚ يُخْرِجُونَ الرَّسُولَ وَاِيَّاكُمْ اَنْ تُؤْمِنُوا بِاللّٰهِ رَبِّكُمْۜ اِنْ كُنْتُمْ خَرَجْتُمْ جِهَادًا ف۪ي سَب۪يل۪ي وَابْتِغَٓاءَ مَرْضَات۪ي تُسِرُّونَ اِلَيْهِمْ بِالْمَوَدَّةِۗ وَاَنَا۬ اَعْلَمُ بِمَٓا اَخْفَيْتُمْ وَمَٓا اَعْلَنْتُمْۜ وَمَنْ يَفْعَلْهُ مِنْكُمْ فَقَدْ ضَلَّ سَوَٓاءَ السَّب۪يلِ

Gelî ew ên îman anîne! Hûn, kesên dijminê min û yê we ne ji xwe re nekin dost/welî. Digel ku ew, heqîya ji we re hatîye înkar dikin jî hûn ji wan re rapêşîya hezkirinê dikin (agahî û sirrên mûmînan digihînin wan). (Hal ev e ku wan,) ji ber ku we îman bi Allahê ku Rabbê we ye anîbû, pêxember û hûn (ji Mekkeyê) derxistibûn. Eger hûn bi armanca cîhada di rêya min de û bi dest xistina razîbûna min derketibin (rê), ma (çawa dibe) ku hûn (di dilê xwe de) ji wan re hezkirineke bi dizî bihewînin. Ez bi ya ku hûn vedişêrin jî û bi ya ku hûn eşkere dikin jî dizanim. Ji we kî vêya bike (hez wan bike û agahîyên mûmînan bigihîne wan) bêguman, ew ji rêya rasterast averê bûye.

Jêrenot
(Bnr. 5/Maîde, 51)
2
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

اِنْ يَثْقَفُوكُمْ يَكُونُوا لَكُمْ اَعْدَٓاءً وَيَبْسُطُٓوا اِلَيْكُمْ اَيْدِيَهُمْ وَاَلْسِنَتَهُمْ بِالسُّٓوءِ وَوَدُّوا لَوْ تَكْفُرُونَۜ

Eger ew we bi dest bixin/zeft bikin, wê ji we re bibin dijmin û dest û zimanên xwe bi xerabî dirêjî we bikin. Û ew, dixwazin ku hûn bibin kafir.

3
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

لَنْ تَنْفَعَكُمْ اَرْحَامُكُمْ وَلَٓا اَوْلَادُكُمْۚۛ يَوْمَ الْقِيٰمَةِۚۛ يَفْصِلُ بَيْنَكُمْۜ وَاللّٰهُ بِمَا تَعْمَلُونَ بَص۪يرٌ

(Li îndallah/li cem Allah) ne feydeyekî eqrebayên we û ne jî (feydeyekî) ewladên we dê ji we re hebe. (Allah) roja qiyametê (der heqê we de hukim dide û) wê navbera we bifesilîne/biveqetîne. Allah, li ser karên we bîner e.

4
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

قَدْ كَانَتْ لَكُمْ اُسْوَةٌ حَسَنَةٌ ف۪ٓي اِبْرٰه۪يمَ وَالَّذ۪ينَ مَعَهُۚ اِذْ قَالُوا لِقَوْمِهِمْ اِنَّا بُرَءٰٓؤُ۬ا مِنْكُمْ وَمِمَّا تَعْبُدُونَ مِنْ دُونِ اللّٰهِۘ كَفَرْنَا بِكُمْ وَبَدَا بَيْنَنَا وَبَيْنَكُمُ الْعَدَاوَةُ وَالْبَغْضَٓاءُ اَبَدًا حَتّٰى تُؤْمِنُوا بِاللّٰهِ وَحْدَهُٓ اِلَّا قَوْلَ اِبْرٰه۪يمَ لِاَب۪يهِ لَاَسْتَغْفِرَنَّ لَكَ وَمَٓا اَمْلِكُ لَكَ مِنَ اللّٰهِ مِنْ شَيْءٍۜ رَبَّنَا عَلَيْكَ تَوَكَّلْنَا وَاِلَيْكَ اَنَبْنَا وَاِلَيْكَ الْمَص۪يرُ

Ji we re di Îbrahîm û (mûmîn/rasûl) ên ligel wî de nimûnetîyeke xweşik heye. Wan ji qewmê xwe re gotibûn: “Em, ji we û ji wan ên ku hûn ji xeynî Allah îbadetê li wan dikin dûr in/berî ne. Em we tekfir dikin (em we û rêya ku hûn li ser in red dikin). Heta ku hûn îman bi Allah tenê bînin di navbera me û we de kîn û neyartîyeke bêdawî dest pê kiriye.” Lê ew peyv ne tê de, ku Îbrahîm ji bavê xwe re (wiha) gotibû: “Bêşik ez ê ji bo te ji Allah daxwaza mexfîretê bikim. (Lê) li dij Allah qet tu feyda/sûda min nagihîje te.” Rabbê me! Me bitenê tewekkulê te kiriye û me berê xwe daye te û vegera me jî bitenê ji te re ye.

Jêrenot
(Ev ayetê kerîme, tefsîra rêya Îbrahîm û milletê wî dike ku; ji her kesê mumîn re pêwist e ku bibe tabiê wî (16/Nahl, 123) û kesê ku jê rû vegerandibe wek sefîh/kêmaqil hatîye pejirandin (2/Baqara, 130). Rêya Îbrahîm: a. Berî bûna ji muşrîkan e. Lewre yê ku şirkê heyî dike û dixe fiîlîyatê kesê muşrîk bixwe ye. b. Berî bûna ji pût û taxûtên ji xeynî Allah îbadet li wan dikin e. “Berî bûn” vegotina nekirina fiêlek e ku li dij xwedîyê fiêlê de nîşandayina helwesteke bîrewerî û îmanî ye. c. Nenasîya ehlê şirkê û redkirina wan û hukim dayîna kufra wan e. d. Bê şirîk çêkirin xaliskirina dîn ji Allah re û heta îman bi Allahê yekane bînin neyartî û kîn girtina ji kafiran re ye. Ha ev, Milletê Îbrahîm e. Ew Milletê Îbrahîm ku; ew ên li hemberî Allah û Rasûlê wî şer danîne û li ber derîyê cehennemê runiştî ne û wekî ku ji me bin diaxivin lê me dixapînin û ew ên Kitêb li ser zimanê xwe digerînin lê wê bi bihayekî kêm difiroşin hemû pevreyî û bi îhtîmam li ber xwe didin ku ji însanan biveşêrin.)
5
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

رَبَّنَا لَا تَجْعَلْنَا فِتْنَةً لِلَّذ۪ينَ كَفَرُوا وَاغْفِرْ لَنَا رَبَّنَاۚ اِنَّكَ اَنْتَ الْعَز۪يزُ الْحَك۪يمُ

Rabbê me! Me ji bo kafiran neke fitne û (gunehên) me mexfîret bike, Rabbê me! Bêguman tu, (yê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm bixwe yî.

6
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

لَقَدْ كَانَ لَكُمْ ف۪يهِمْ اُسْوَةٌ حَسَنَةٌ لِمَنْ كَانَ يَرْجُوا اللّٰهَ وَالْيَوْمَ الْاٰخِرَۜ وَمَنْ يَتَوَلَّ فَاِنَّ اللّٰهَ هُوَ الْغَنِيُّ الْحَم۪يدُ۟

Sond be di wan de, ji bo wan ên ku ji we hêvîya Allah û roja axîretê dikin re nimûnetîyeke xweşik heye. Kî jî rû vegerîne bêguman Allah, (ew ê her tişt muhtacê wî ye lê ew ne hewcedarê tu kesî) Xenîy û (yê ku herî zêde ji hemd û pesinandinê re layiq) Hamîd bixwe ye.

7
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

عَسَى اللّٰهُ اَنْ يَجْعَلَ بَيْنَكُمْ وَبَيْنَ الَّذ۪ينَ عَادَيْتُمْ مِنْهُمْ مَوَدَّةًۜ وَاللّٰهُ قَد۪يرٌۜ وَاللّٰهُ غَفُورٌ رَح۪يمٌ

Hêvî dibe ku Allah, di navbera we û yên dijminantîya we dikin de (bi hîdayeta wan a îslâmê ve) pêwendîyeke hezkirinê çêke. Allah (li ser her tiştî) qadir e. Allah (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.

8
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

لَا يَنْهٰيكُمُ اللّٰهُ عَنِ الَّذ۪ينَ لَمْ يُقَاتِلُوكُمْ فِي الدّ۪ينِ وَلَمْ يُخْرِجُوكُمْ مِنْ دِيَارِكُمْ اَنْ تَبَرُّوهُمْ وَتُقْسِطُٓوا اِلَيْهِمْۜ اِنَّ اللّٰهَ يُحِبُّ الْمُقْسِط۪ينَ

Allah, hûn ji qencîkarî û edaleta wan ên ku ji ber dînê we bi we re şer nekirine û hûn ji welatê we dernexistine men/nehiy nake. Lewre Allah, ji kesên dadwer/adil hez dike.

9
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

اِنَّمَا يَنْهٰيكُمُ اللّٰهُ عَنِ الَّذ۪ينَ قَاتَلُوكُمْ فِي الدّ۪ينِ وَاَخْرَجُوكُمْ مِنْ دِيَارِكُمْ وَظَاهَرُوا عَلٰٓى اِخْرَاجِكُمْ اَنْ تَوَلَّوْهُمْۚ وَمَنْ يَتَوَلَّهُمْ فَاُو۬لٰٓئِكَ هُمُ الظَّالِمُونَ

Allah, enceq dostgirtina wan kesên ku ji ber dînê we bi we re şer kirine û hûn ji warên we derxistine û ji derxistina we re bûne alîkar nehiy/men dike. Kî jî wan ji xwe re bike welî/dost ha ew, yên zilimkar bixwe ne.

Jêrenot
(Ew kafirên ji ber ku ehlê şirkê ne em hez wan nakin û ji wan dûr dibin, eger bi sedema bawerîya me bi me re şer nekin û me ji warê me dernexin an jî ji wan ên ku derdixin re nebin alîkar wê demê em dikarin qencî bi wan bikin û bi wan re têkilîyên civakî deynin. Rasûlullah (ass) xelat dida muşrîkên wisan û xelata ku didan jî ji wan qebûl dikir û serdana nexweşên wan dikir û vexwendina mêvandarîyê qebûl dikir.)