106Sûreya Nahl
مَنْ كَفَرَ بِاللّٰهِ مِنْ بَعْدِ ا۪يمَانِه۪ٓ اِلَّا مَنْ اُكْرِهَ وَقَلْبُهُ مُطْمَئِنٌّ بِالْا۪يمَانِ وَلٰكِنْ مَنْ شَرَحَ بِالْكُفْرِ صَدْرًا فَعَلَيْهِمْ غَضَبٌ مِنَ اللّٰهِۚ وَلَهُمْ عَذَابٌ عَظ۪يمٌ
Ew ên qelbê wan bi îmanê mutmeîn in (lê bi bal kufrê ve) zor li wan hatîye kirin ne tê de, piştî îmanê her kî bibe kafir (bi daxwaza xwe bi bal kufrê ve bixerife) û dilê xwe ji kufrê re veke, xezeba Allah li ser wan e û ji bo wan ezabekî mezin heye.
Jêrenot
(Şirk û kufr, nexweşînên îtîqadî ne ku amelên mirov bi van betal dibin û eger ji şirkê tobe neyê kirin berê wî kesî bêdawî dide ber bi cehennemê ve. Mirov eger ji van helwestan an jî Bawerîyan yekî jî pêk bîne bi navê vê fîêlê, yanê bi navê “Kafir” an “Muşrîk” tê binavkirin ku hin ji wan jî ev in: Ji xeynî Allah dûa kirina ji hin kesên din re û ji xeynî Allah rayeya qanûnçêkerîyê bidin hin kes an sazîyên din û weke ku ji Allah hez dikin an ditirsin ji hin tiştên din hez bikin an bitirsin ku ev ên hanê dibin sebebê şirkê an jî weke înkara ayetekî û tinazkarîya dîn û seb/çêr kirina bi muqaddesatê ku ev jî dibin sebebê kufrê. Mînaka vê weke wî kesê ku guneh dike û bi navê “gunehkar” tê navandin e.
Qur'an û Sunneta sehîh, van her du rewşan ji qaîdeyên umûmî îstisna girtîye:
a. Îkrah, yanê ne bi daxwaza xwe bi zor lê kirina kesên din pêkanîna fiêlên kufr û şirkê.
b. Weke bi şelipa ziman û xew û ji dil çûnê di lehzeyên bêhişîyê de, ne bi daxwaza xwe, yanê bê qestî gotina peyvekî ku dibe sebebê kufr û şirkê.
Ji xeynî van her du ûzran, hin ûzrên din hene ku civakên ji wehîyê dûr ketine dipejirînin lê Qur'an bi awayekî qethî red û îptal dike. Wek mîsal, tabî bûna serokên sîyasî (2/Baqara, 165-167) û tewil (7/A’raf, 30) û cahîltî (7/A’raf, 172) û teqlîd (7/A’raf, 173).)