Sure 16

Sûreya Nahl

Mekke128 ayetMêşhingiv

النحل
Der barê Sûreyê de

Sûreya Nahl, Mekkî ye (li Mekkeyê nazil bûye) û sed û bîst û heşt (128) ayet e. Di Qur’anê de sûreya şazdehem e. Di vê sûreyê de behsa mêşhingiv tê kirin û mêşhingiv wek berhema qudreta îlahî ka çawa wê hingivê çêdike tê vegotin. Ji ber ku di ayeta 68. de ji mêşhingiv tê behskirin wek sûreya Nahl hatîye binavkirin. Nahl, tê ser maneya mêşhingiv. Herwisa ev sûre mijarên delîlên heyînî û wehdanîyeta Allah (ac) nîşan didin û vejîna piştî mirinê jî di naveroka xwe de vedihewîne.

﷽

Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).

اَتٰٓى اَمْرُ اللّٰهِ فَلَا تَسْتَعْجِلُوهُۜ سُبْحَانَهُ وَتَعَالٰى عَمَّا يُشْرِكُونَ

Emrê Allah hat/wê bê. Ji bo zûhatina wî nelezînin. Ew (Allah) ji wan tiştên ku pê şirîkatîyê dikin munezzeh e, berz/bilind e.

يُنَزِّلُ الْمَلٰٓئِكَةَ بِالرُّوحِ مِنْ اَمْرِه۪ عَلٰى مَنْ يَشَٓاءُ مِنْ عِبَادِه۪ٓ اَنْ اَنْذِرُٓوا اَنَّهُ لَٓا اِلٰهَ اِلَّٓا اَنَا۬ فَاتَّقُونِ

Ji evdên xwe kî bixwaze bi rûh/bi wehîy melâîketan jê re dadixîne û wiha emir dike ku (wan kafiran wisan) hişyar bikin: “Ji min pê ve (yê ku îbadetê heq dike) îlâh tune, (herwisa) ji min bitirsin û xwe biparêzin.”

خَلَقَ السَّمٰوَاتِ وَالْاَرْضَ بِالْحَقِّۜ تَعَالٰى عَمَّا يُشْرِكُونَ

(Wî) erd û esman bi heq xuliqandîye. Ji tiştên ku ew pê şirîkatîyê dikin berztir e.

خَلَقَ الْاِنْسَانَ مِنْ نُطْفَةٍ فَاِذَا هُوَ خَص۪يمٌ مُب۪ينٌ

(Wî) însan ji nûtfeyekê/avikê xuliqand. (Lê tu çi bibînî!) Ew (însan li dij xaliqê xwe) bûye dijminekî eşkere.

وَالْاَنْعَامَ خَلَقَهَاۚ لَكُمْ ف۪يهَا دِفْءٌ وَمَنَافِعُ وَمِنْهَا تَأْكُلُونَۖ

Û (wî) heywanan jî xuliqand. Di wan de ji bo we (bi libasên ji hirîyên wan) germbûn û feyde (yên din) hene. Û hûn ji wan dixwin.

وَلَكُمْ ف۪يهَا جَمَالٌ ح۪ينَ تُر۪يحُونَ وَح۪ينَ تَسْرَحُونَۖ

Dema hûn wan serê sibê berdidin û (paşê wan) êvarê tînin, ji we re xweşîyeke (hêjayê temaşeyê) heye.

وَتَحْمِلُ اَثْقَالَكُمْ اِلٰى بَلَدٍ لَمْ تَكُونُوا بَالِغ۪يهِ اِلَّا بِشِقِّ الْاَنْفُسِۜ اِنَّ رَبَّكُمْ لَرَؤُ۫فٌ رَح۪يمٌۙ

Û giranîyên barê we hildigirin û dikişînin welatên wisan ku (eger ew nebûna) beyî telefbûna nîvê canê xwe we nikaribû bigihînin wan deran. Bêguman Rabbê we, li ser evdên xwe (pir bi şefqet) Raûf û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.

وَالْخَيْلَ وَالْبِغَالَ وَالْحَم۪يرَ لِتَرْكَبُوهَا وَز۪ينَةًۜ وَيَخْلُقُ مَا لَا تَعْلَمُونَ

Ji bo siwarîya we û ji bo ku ji we re bibin xeml, hespan û hêstiran û keran xuliqand. Û tiştên ku hûn pê nizanin jî dixuliqîne.

وَعَلَى اللّٰهِ قَصْدُ السَّب۪يلِ وَمِنْهَا جَٓائِرٌۜ وَلَوْ شَٓاءَ لَهَدٰيكُمْ اَجْمَع۪ينَ۟

Ravekirin û nîşandayîna rêya rast (ji însanan re) aîdê Allah e. (Ji wan rêyan) hinek jî xwar in. (Mirov nagihîne heqîyê.) Eger (Allah) daxwaz bikira, helbet dê we hemûyan bigihandana hîdayetê.

Tefsîrên Sûreya Nahl

Tefsîra vê sûreyê ji çavkaniyên cuda bixwînin.