Vegere Sûreya Nahl

Nahlالنحل

44. Ayet

44Sûreya Nahl
Di Mushefê de Veke

بِالْبَيِّنَاتِ وَالزُّبُرِۜ وَاَنْزَلْنَٓا اِلَيْكَ الذِّكْرَ لِتُبَيِّنَ لِلنَّاسِ مَا نُزِّلَ اِلَيْهِمْ وَلَعَلَّهُمْ يَتَفَكَّرُونَ

(Me pêxemberan) bi delîlên eşkere û bi Kitêb (şand). Ji te re jî zikir/Qur'an nazil kir ku, tiştên ji wan re hatîye daxistin tu beyan bikî. Hêvî heye ku bifikirin.

Jêrenot
(Du wezîfeya giring a pêxember (ass) wek arasteyî Qur'anê heye: a. Bêkêmasî gihandina wê ya ji însanan re, yanê teblîx. (Bnr. 5/Maîde, 67) b. Ravekirin û beyankirina Qur'ana daxistî/nazilbûyî. Tiştê ku gotin û helwestên Rasûlullah (ass) yanê sunneta wî bi rûmet dike jî ev e. Ew (ass), di bin muraqebeya Allah (ac) de di dirêjahîya bîst û sê sal ji alîkî ve ayetên nazil bûne ji însanan re dixwend û ji alîyê din ve jî bi gotin û helwestên xwe ve (bi sunnetê) diyar kiriye ku Allah ji van ayetan çi murad kiriye. Ji ber ku her du wezîfeyên xwe jî bi awayekî bê kêmasî û herî xweşik pêk anîye Allah (ac) wî di her mijarî de ji însanan re wek mîsal nîşan daye. (Bnr. 33/Ahzab, 21))

Tefsîr

Çavkaniyekê hilbijêre da ku tefsîrê bibînî

Ji bo dîtina tefsîrê yek ji çavkaniyên jorîn hilbijêre.