Vegere Sûreya Nahl

Nahlالنحل

71. Ayet

71Sûreya Nahl
Di Mushefê de Veke

وَاللّٰهُ فَضَّلَ بَعْضَكُمْ عَلٰى بَعْضٍ فِي الرِّزْقِۚ فَمَا الَّذ۪ينَ فُضِّلُوا بِرَٓادّ۪ي رِزْقِهِمْ عَلٰى مَا مَلَكَتْ اَيْمَانُهُمْ فَهُمْ ف۪يهِ سَوَٓاءٌۜ اَفَبِنِعْمَةِ اللّٰهِ يَجْحَدُونَ

Allah, di mijara rizqê de hinek ji we di ser hinekan re girtîye. Ew ên (bi dayîna rizqa fireh) di ser yên din re hatine girtin, ne ew in ku malê xwe bidin wan ên bindestê xwe da ku ew tevde di rizqê de bibin wekhev. (Her ku rewş ev e, bi şirîk çêkirinê) qey ew, nîmetên Allah înkar dikin?

Jêrenot
(Qet tu mîr/efendî, ji bo ku bibin weke hevdu malên xwe bi koleyên xwe re parve nake. Ev heqîqeteke wisan e ku hemû muşrîk vêya îqrar dikin. Ligel vê yekê bawerî bi van tiştan jî dianîn ku; Allah (ac) raye daye wan pûtên ku li ser navê kesên salih hatine çikandin û di kaînatê de teserrûfê dikin û bi xeybê dizanin û digîjin hewarîya wan kesan ku ji rûhanîyeta wan daxwaza alîkarîyê dikin. Yanê ew muşrîkên ku koleyên xwe ji milkê xwe re wek hevbeş qebûl nedikirin, pêbawer bûn ku Allah (ac) kesên salih ji milk û rayeyên xwe re wek şirîk girtîye. Ewana îbadeta ji Allah (ac) re terk dikirin û ji wan pûtan re îbadet dikirin. Herwiha nîmetên Allah (ac) înkar dikirin. (Bnr. 30/Rûm, 28))

Tefsîr

Fî Zılâli'l-Kur'ân

71- Allah rızık alanında bir bölümünüzü diğerlerinizden üstün kıldı. Üstün konumdakiler rızıklarını, buyrukları altındaki yoksullarla paylaşmıyorlar ki, herkes eşit geçim düzeyine kavuşsun. Acaba Allah'ın nimetlerini inkar mı ediyorsunuz?