76Sûreya Nahl
وَضَرَبَ اللّٰهُ مَثَلًا رَجُلَيْنِ اَحَدُهُمَٓا اَبْكَمُ لَا يَقْدِرُ عَلٰى شَيْءٍ وَهُوَ كَلٌّ عَلٰى مَوْلٰيهُۙ اَيْنَمَا يُوَجِّهْهُ لَا يَأْتِ بِخَيْرٍۜ هَلْ يَسْتَو۪ي هُوَۙ وَمَنْ يَأْمُرُ بِالْعَدْلِۙ وَهُوَ عَلٰى صِرَاطٍ مُسْتَق۪يمٍ۟
Allah ev herdû zilam jî wek mîsal dide. Yek ji wan lal e û hêza wî li ser tiştekî tune û ew li ser xwedîyê xwe bar e. Xwedîyê wî, ew bi ku ve bişîne tu qencîyekî nayne (wê îşê edim dike/diherimîne). Ma ev û ew ê ku ew bixwe li ser rêyekî rast be û bi edalet emir dike dibin weke hev?
Jêrenot
(Ew heyînên ji xeynî Allah (ac) îbadet li wan tên kirin, nikarin rêya rast nîşanî peyrevên xwe bidin û wan îrşad bikin. Lê belê Allah bixwe emrê edaletê li evdên xwe dike û wan li ser sîratu’lmustaqîm de digihîne hîdayetê.)