Vegere Sûreya Nahl

Nahlالنحل

92. Ayet

92Sûreya Nahl
Di Mushefê de Veke

وَلَا تَكُونُوا كَالَّت۪ي نَقَضَتْ غَزْلَهَا مِنْ بَعْدِ قُوَّةٍ اَنْكَاثًاۜ تَتَّخِذُونَ اَيْمَانَكُمْ دَخَلًا بَيْنَكُمْ اَنْ تَكُونَ اُمَّةٌ هِيَ اَرْبٰى مِنْ اُمَّةٍۜ اِنَّمَا يَبْلُوكُمُ اللّٰهُ بِه۪ۜ وَلَيُبَيِّنَنَّ لَكُمْ يَوْمَ الْقِيٰمَةِ مَا كُنْتُمْ ف۪يهِ تَخْتَلِفُونَ

Hûn jî (soza xwe ya ku we li ser navê Allah zeximandibû bi xerakirina wê) nebin weke wê jina ku piştî hirîya xwe zexm hunandîye/rêsandîye û paşê jî veçirendîye (û anîye rewşa berê). Ji bona ku komek (bi mal û hejmara xwe) ji koma din zehftir e, di nava xwe de sondên xwe nekin navgîna hîle û fesadîyê. Allah (bi wan soz û sondên we) enceq we îmtîhan dike. Dê Allah roja qiyametê tiştên ku hûn der heqê wî de ketine îxtîlafê, helbet wê ji we re eşkere bike.

Jêrenot
(Mucahîd (rh) der heqê vê ayetê de wiha dibêje: “Di dewra cahilîyê de qewmek peyman datanî û yekîtî/tifaq pêk dianîn. Lê dema ku qewmekî dewlemend û bi hêz didîtin peymana xwe yê berê xera dikirin û bi wê qewma bi hêz û dewlemend re peymaneke nû datanîn.” (Ibnî Ebî Hatim, 12646; Taberi))

Tefsîr

Çavkaniyekê hilbijêre da ku tefsîrê bibînî

Ji bo dîtina tefsîrê yek ji çavkaniyên jorîn hilbijêre.