Sure 114

Sûreya Nâs

Mekke6 ayetMirov

الناس
Der barê Sûreyê de

Sûreya Nâs, Medenî ye (li Medîneyê nazil bûye) û şeş (6) ayet e. Di Qur’anê de sûreya sed û çardemîn e. Sûre, navê xwe ji wê peyva “Nâs/Însanan” ku dawîya her ayetê de dibore sitendîye. Di her sê ayetên pêşî de balrakêşîya sifetên Allah (ac) yên “Rab û Melîk û Îlah” hatîye kirin. Di sûreya Nâs de tiştên divê ku însan ji xerabîya wan xwe bispêre Allah (ac) hatîye emirkirin.

﷽

Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).

قُلْ اَعُوذُ بِرَبِّ النَّاسِۙ

Bibêje: “Ez xwe bi Rabbê însanan diparêzim.”

مَلِكِ النَّاسِۙ

“Melîkê însanan.”

اِلٰهِ النَّاسِۙ

“Îlâhê însanan.”

مِنْ شَرِّ الْوَسْوَاسِ الْخَنَّاسِۙ

“Ji şerra wî (îblîs) ê pirzêde wasewas dide û (dema Allah tê zikirkirin) xwe vedişêre.”

اَلَّذ۪ي يُوَسْوِسُ ف۪ي صُدُورِ النَّاسِۙ

“Ew e ku, wasewasan dide singên însanan.”

مِنَ الْجِنَّةِ وَالنَّاسِ

“Yên ji cin û însanan.”

Tefsîrên Sûreya Nâs

Tefsîra vê sûreyê ji çavkaniyên cuda bixwînin.