Sure 113

Sûreya Feleq

Mekke5 ayetŞefeq

الفلق
Der barê Sûreyê de

Sûreya Feleq, Medenî ye (li Medîneyê nazil bûye) û pênc (5) ayet e. Di Qur’anê de sûreya sed û sêzdemîn e. Sûre, navê xwe ji peyva “Feleq” ya di ayeta yekemîn de dibore sitendîye û tê ser maneya “ronahîya sibehê.” Ayeta pêşî bi emrê “xwe bi Rabbê feleqê/sibehê biparêzê” dest pê dike. Sûreya Feleq, bi sûreya Nâs re wek “muawîzeteyn/du parêzvan” tê binav kirin. Di ayetan de tarîtîya zilim û cehaletê û wekî kîn û hêrs û şehwet û hesûdî ku derûnîya însan tarî dike tê îfade kirin û pêdivîtîya xweparastina Allah (ac) hatîye danezanîn.

﷽

Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).

قُلْ اَعُوذُ بِرَبِّ الْفَلَقِۙ

Bibêje: “Ez xwe bi Rabbê feleqê/sibehê diparêzim.”

مِنْ شَرِّ مَا خَلَقَۙ

“Ji şerra/xerabîya tiştên xuliqandîye”

وَمِنْ شَرِّ غَاسِقٍ اِذَا وَقَبَۙ

“Dema tarî dibe ji şerra şevê.”

وَمِنْ شَرِّ النَّفَّاثَاتِ فِي الْعُقَدِۙ

“Ji şerra wan (sêrebend) ên pif dikin girêkan.”

وَمِنْ شَرِّ حَاسِدٍ اِذَا حَسَدَ

“Û dema ku hesûdîyê/çavnebarîyê dikin ji şerra hesûdan!”

Tefsîrên Sûreya Feleq

Tefsîra vê sûreyê ji çavkaniyên cuda bixwînin.