Vegere Sûreya Necm

Necmالنجم

20. Ayet

20Sûreya Necm
Di Mushefê de Veke

وَمَنٰوةَ الثَّالِثَةَ الْاُخْرٰى

Û sêyemînê wan Menat.

Jêrenot
(Lat, Menat û Uzza, pûtên muşrîkan bûn. Perestî li wan dikirin û pêbawer bûn ku pûtên wan nêzî Allah (ac) in û wê şefaetê li wan bikin. Lat; di dema xwe de mirovekî salih bû û ji bo hacîyan xwarinên taybet amade dikir. Çaxê ev zat mir, gora wî tazîm kirin û bi demê re dest bi perestîya gora wî kirin. Gumbeta wî ji perçeya latekî neqişkirî û spî bû. Li ser wê xanîyek ava kiribûn û li derdora wê ji terefê Taîfîyan ve herêmeke pîroz hatibû pêkanîn û ji bo parastina wê derê bekçîyan tayîn kiribûn. Uzza jî dareke ku xanî li ser wê avakirî bû. Menat, pûtek bû ku Ewsîyan û Hezrecîyan perestîya wê dikirin. (Ji Tefsîru’l Qur’ani’l Azîm û Zadu’l Mesîr.) Wekî ku hate dîtin pûtên muşrîkan; gorên wan kesane ku bi salihbûna wan pêbawer in û gorên wan kirine gumbet û hin dar in ku bi çavkanîtîya şîfa û bereketa wan pêbawer in û tazîm dikin û peykerên di sûretê wan de çêkirî ne. Wekî din bnr. 71/Nûh, 23))

Tefsîr

Çavkaniyekê hilbijêre da ku tefsîrê bibînî

Ji bo dîtina tefsîrê yek ji çavkaniyên jorîn hilbijêre.