Sure 53

Sûreya Necm

Mekke62 ayetStêrk

النجم
Der barê Sûreyê de

Sûreya Necm, Mekkî ye (li Mekkeyê nazil bûye) û şêst û du (62) ayet e. Di Qur’anê de sûreya pêncî û sêyemîn e. Sûreya Necm navê xwe ji ayeta yekemîn sitendîye ku tê de bi sitêrkê sond tê xwarin. Li gorî rêza di sûreyê de li ser mijarên nubûwet û tewhîd û jiyana axîretê disekine. Behsa qûdret û pêwistîya evdîtî kirina ji Allah (ac) re dike. Ayetên 13. heta 18. têkildarê bûyera Mîracê ye.

﷽

Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).

وَالنَّجْمِ اِذَا هَوٰىۙ

Sond bi stêrka dema diçe ava ku,

مَا ضَلَّ صَاحِبُكُمْ وَمَا غَوٰىۚ

Hevalê we nexerifîye û bitir/xawî nebûye.

وَمَا يَنْطِقُ عَنِ الْهَوٰىۜ

Ew, ji hewayê napeyive.

اِنْ هُوَ اِلَّا وَحْيٌ يُوحٰىۙ

(Axaftinên wî,) ji wehîya ku jê re tê wehîykirin pê ve ne tiştekî din e.

عَلَّمَهُ شَد۪يدُ الْقُوٰىۙ

Yê xwedî hêzekî dijwar (Cibrîl) ew (Qur'an) hînê wî kiriye.

ذُو مِرَّةٍۜ فَاسْتَوٰىۙ

Ew xwedî quweteke mezin e. Hema xwe rast kir.

وَهُوَ بِالْاُفُقِ الْاَعْلٰىۜ

Ew, li asmîna/ufûqa herî berz bû.

ثُمَّ دَنَا فَتَدَلّٰىۙ

Axir ji bo baş nêzî wî (Muhammed) bibe xwe da ber/nêztir bû.

فَكَانَ قَابَ قَوْسَيْنِ اَوْ اَدْنٰىۚ

Herwiha (di navbera wan de) bi qasî du kevanan an jî herî nêztir (mesafeyek ma).

Tefsîrên Sûreya Necm

Tefsîra vê sûreyê ji çavkaniyên cuda bixwînin.