45Sûreya Neml
وَلَقَدْ اَرْسَلْنَٓا اِلٰى ثَمُودَ اَخَاهُمْ صَالِحًا اَنِ اعْبُدُوا اللّٰهَ فَاِذَا هُمْ فَر۪يقَانِ يَخْتَصِمُونَ
Sond be, ji bo ku (wan gazî bike û) bibêje: “Ji Allah re îbadet bikin.” me ji qewmê Semûd re birayên wan Salih şand. (Dema dest bi dawetê kir) hema bûne du kom û bi hev ketin.
Jêrenot
(Çi dema ku daweta tewhîdê derdikeve hemberî şirkê di heman demê de dijminatî dest pê dike. Ev neyartî ne li ser helwesta dijwarî-rûnermî û şarmendî-bedewî û xweşbînî-zorbazîya dawetvan an jî muşrîkan e. Ev rewş, ji ber hebûna dijîtî û lihevnekirina di tebîeta heq û batil de ye. Wekî din bnr. 19/Meryem, 41-49; 21/Enbîya, 18; 22/Hecc, 19; 58/Mucadele, 22)