﷽
Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).
Mekke93 ayetMûrî
Sûreya Neml, Mekkî ye (li Mekkeyê nazil bûye) û not û sê (93) ayet e. Di Qur’anê de sûreya bîst û heftemîn e. Sûreya Neml, navê xwe ji ayeta 18. distîne ku di wê ayetê de behsa newala mîro tê kirin. Di Qur’anê de sûreya ku besmele di navê de dibore bitenê ev sûre ye. Di vê sûreyê de bi gelemperî behsa nimêj û zekât û jiyana axîretê tê kirin. Qiseyên Mûsa û Dawûd û Lût û Salih (asm) bi kurtahî, qiseya Suleyman (as) û Belqis jî bi teferûet tê vegotin.
﷽
Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).
طٰسٓ۠ تِلْكَ اٰيَاتُ الْقُرْاٰنِ وَكِتَابٍ مُب۪ينٍۙ
Ta. Sîn. Ev, ayetên Qur'anê û Kitêba vikîvekirî ye.
هُدًى وَبُشْرٰى لِلْمُؤْمِن۪ينَۙ
Ji bo mumînan hîdayet û mizgîn e.
اَلَّذ۪ينَ يُق۪يمُونَ الصَّلٰوةَ وَيُؤْتُونَ الزَّكٰوةَ وَهُمْ بِالْاٰخِرَةِ هُمْ يُوقِنُونَ
Ew (mumîn) in ku nimêja xwe rasterast dikin û zekâtê didin û li ser yeqînê îman bi axîretê jî tînin.
اِنَّ الَّذ۪ينَ لَا يُؤْمِنُونَ بِالْاٰخِرَةِ زَيَّنَّا لَهُمْ اَعْمَالَهُمْ فَهُمْ يَعْمَهُونَۜ
Bêguman ew ên bi axîretê nebawer in, me amelên wan ji wan re xemilandî nîşan daye. Her wiha ew di nava şaşîtîyê de digevizin.
اُو۬لٰٓئِكَ الَّذ۪ينَ لَهُمْ سُٓوءُ الْعَذَابِ وَهُمْ فِي الْاٰخِرَةِ هُمُ الْاَخْسَرُونَ
Ji ew ên wisan re ezaba herî xerab heye û yên di axîretê de herî zêde di xusranê de ne jî ew in.
وَاِنَّكَ لَتُلَقَّى الْقُرْاٰنَ مِنْ لَدُنْ حَك۪يمٍ عَل۪يمٍ
Bêguman tu vê Qur'anê ji wî (Allah) ê (xwedî hikum û hikmet) Hakîm û (zanayê her tiştî) Alîm distînî.
اِذْ قَالَ مُوسٰى لِاَهْلِه۪ٓ اِنّ۪ٓي اٰنَسْتُ نَارًاۜ سَاٰت۪يكُمْ مِنْهَا بِخَبَرٍ اَوْ اٰت۪يكُمْ بِشِهَابٍ قَبَسٍ لَعَلَّكُمْ تَصْطَلُونَ
(Bi bîr bînin!) Dema ku Mûsa ji malbata xwe re gotibû: “Min agirek dît. Ez ê herîm ji we re agahîyekî an jî ji bo ku hûn xwe germ bikin bizotekî agir bînim.”
فَلَمَّا جَٓاءَهَا نُودِيَ اَنْ بُورِكَ مَنْ فِي النَّارِ وَمَنْ حَوْلَهَاۜ وَسُبْحَانَ اللّٰهِ رَبِّ الْعَالَم۪ينَ
Wextê gihîşte wê derê lê hate gazîkirin: “Ew ên li cem agir û yên li hawîrdora wî pîrozkirî ne. Allahê Rabbê aleman ji hemû kêmasîyan munezzeh e.”
يَا مُوسٰٓى اِنَّهُٓ اَنَا۬ اللّٰهُ الْعَز۪يزُ الْحَك۪يمُۙ
“Ya Mûsa! Ez, Allahê (xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm im.”
وَاَلْقِ عَصَاكَۜ فَلَمَّا رَاٰهَا تَهْتَزُّ كَاَنَّهَا جَٓانٌّ وَلّٰى مُدْبِرًا وَلَمْ يُعَقِّبْۜ يَا مُوسٰى لَا تَخَفْ اِنّ۪ي لَا يَخَافُ لَدَيَّ الْمُرْسَلُونَۗ
“Gopalê xwe bavêje!” (Dema gopalê xwe avêt û) dît ku weke marekî dilive/tevdigere, li pey xwe nezivirî û revîya. “Ya Mûsa! Netirse! Bêguman ên pêxember li cem min natirsin.”
اِلَّا مَنْ ظَلَمَ ثُمَّ بَدَّلَ حُسْنًا بَعْدَ سُٓوءٍ فَاِنّ۪ي غَفُورٌ رَح۪يمٌ
“Ew ên zilimkar ne tê de... Heçî ew ên piştî xerabîyê li qencîyê vedigerin, bêguman ez (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm im.”
وَاَدْخِلْ يَدَكَ ف۪ي جَيْبِكَ تَخْرُجْ بَيْضَٓاءَ مِنْ غَيْرِ سُٓوءٍ ف۪ي تِسْعِ اٰيَاتٍ اِلٰى فِرْعَوْنَ وَقَوْمِه۪ۜ اِنَّهُمْ كَانُوا قَوْمًا فَاسِق۪ينَ
“Destê xwe bêxe bin çengê xwe. Bê xerabî/bê nexweşî wê sipspî derkeve. (Ev,) ji nav neh mucîzeyan yek e ku ji Firewn û ji qewmê wî re hatîye şandin. Bêşik ew, qewmekî fasiq in.”
فَلَمَّا جَٓاءَتْهُمْ اٰيَاتُنَا مُبْصِرَةً قَالُوا هٰذَا سِحْرٌ مُب۪ينٌۚ
Çi dema ku ayetên me yên dûrebîn/bibesîret dikin ji wan hat, gotin: “Ev, sêhreke apaşkere ye.”
وَجَحَدُوا بِهَا وَاسْتَيْقَنَتْهَٓا اَنْفُسُهُمْ ظُلْمًا وَعُلُوًّاۜ فَانْظُرْ كَيْفَ كَانَ عَاقِبَةُ الْمُفْسِد۪ينَ۟
Digel ku di nefsa xwe de bawer dikin (ev ayet û mucîze rast in) jî ji ber zilm û quretîya xwe, ew derewandin. De binêre ka aqûbeta mufsîdan çawa dibe.
وَلَقَدْ اٰتَيْنَا دَاوُ۫دَ وَسُلَيْمٰنَ عِلْمًاۚ وَقَالَا الْحَمْدُ لِلّٰهِ الَّذ۪ي فَضَّلَنَا عَلٰى كَث۪يرٍ مِنْ عِبَادِهِ الْمُؤْمِن۪ينَ
Sond be, me ilim dabû Dawûd û Suleyman. Gotin: “Hamd ji bo wî Allahê re be ku em di ser gelek evdên xwe yên mumîn de girtine.”
وَوَرِثَ سُلَيْمٰنُ دَاوُ۫دَ وَقَالَ يَٓا اَيُّهَا النَّاسُ عُلِّمْنَا مَنْطِقَ الطَّيْرِ وَاُو۫ت۪ينَا مِنْ كُلِّ شَيْءٍۜ اِنَّ هٰذَا لَهُوَ الْفَضْلُ الْمُب۪ينُ
Suleyman, ji Dawûd re bû waris (ket şûna wî). Got: “Gelî însanan! Zimanê teyran bi me hatîye hînkirin û ji her tiştî ji me re hatîye dayîn. Bêguman ev, (Belê ev,) lutf û keremeke vikîvekirî ye.”
وَحُشِرَ لِسُلَيْمٰنَ جُنُودُهُ مِنَ الْجِنِّ وَالْاِنْسِ وَالطَّيْرِ فَهُمْ يُوزَعُونَ
(Demekê) artêşên ji cin û ji însan û ji teyran pêk hatî, di hizûra Suleyman de civîyan. Ew, (ji terefê Suleyman ve) dihatin sewq û îdarekirin.
حَتّٰٓى اِذَٓا اَتَوْا عَلٰى وَادِ النَّمْلِۙ قَالَتْ نَمْلَةٌ يَٓا اَيُّهَا النَّمْلُ ادْخُلُوا مَسَاكِنَكُمْۚ لَا يَحْطِمَنَّكُمْ سُلَيْمٰنُ وَجُنُودُهُۙ وَهُمْ لَا يَشْعُرُونَ
Dema ku (Suleyman û artêşa wî) hatin newala mîroyan, mîroyekê wiha got: “Gelî mîroyan! Bikevin kunên/qulên xwe. Suleyman û artêşên wî bila bêhemdî we nepelçiqînin û neborin.”
فَتَبَسَّمَ ضَاحِكًا مِنْ قَوْلِهَا وَقَالَ رَبِّ اَوْزِعْن۪ٓي اَنْ اَشْكُرَ نِعْمَتَكَ الَّت۪ٓي اَنْعَمْتَ عَلَيَّ وَعَلٰى وَالِدَيَّ وَاَنْ اَعْمَلَ صَالِحًا تَرْضٰيهُ وَاَدْخِلْن۪ي بِرَحْمَتِكَ ف۪ي عِبَادِكَ الصَّالِح۪ينَ
(Suleyman), li ser gotina wê (mîroyê) besimî û kenîya. Got: “Rabbê min! Ji ber van nîmetên ku te daye min û dê û bavê min, îlhamê bide min ku ez şikur bikim/min berhêla şukrê bike. Min li ser amelên salih muweffeq bike. Û bi rahmeta xwe min bixe nava evdên xwe yên salih.”
وَتَفَقَّدَ الطَّيْرَ فَقَالَ مَا لِيَ لَٓا اَرَى الْهُدْهُدَۘ اَمْ كَانَ مِنَ الْغَٓائِب۪ينَ
Piştî venihêrtina/kontrola teyran wiha got: “Çima ez Hudhud (Dunikul) nabînim? Ma qey ew bûye ji windabûyîyan?”
لَاُعَذِّبَنَّهُ عَذَابًا شَد۪يدًا اَوْ لَا۬اَذْبَحَنَّهُٓ اَوْ لَيَأْتِيَنّ۪ي بِسُلْطَانٍ مُب۪ينٍ
“An wê ji min re delîlekî eşkere bîne (uzra xwe nîşanî min bide ku ew li ku derê bû) an ez ê ezabekî dijwar bidimê an jî ez ê wî serjê bikim.”
فَمَكَثَ غَيْرَ بَع۪يدٍ فَقَالَ اَحَطْتُ بِمَا لَمْ تُحِطْ بِه۪ وَجِئْتُكَ مِنْ سَبَاٍ بِنَبَاٍ يَق۪ينٍ
Berîya ku demeke dirêj bibore (Hudhud hat û) got: “Ez bûme xwedî agahîyekî ku tu pê nizanî û min ji welatê Sebe xebereke qethî anîye.”
اِنّ۪ي وَجَدْتُ امْرَاَةً تَمْلِكُهُمْ وَاُو۫تِيَتْ مِنْ كُلِّ شَيْءٍ وَلَهَا عَرْشٌ عَظ۪يمٌ
“Min li wê derê dît ku jinek hikumdarîyê li wan dikir. (Bi navê hêz û nîmetan) her tişt jê re hatîye dayîn. Textekî wê yê mezin jî heye.”
وَجَدْتُهَا وَقَوْمَهَا يَسْجُدُونَ لِلشَّمْسِ مِنْ دُونِ اللّٰهِ وَزَيَّنَ لَهُمُ الشَّيْطَانُ اَعْمَالَهُمْ فَصَدَّهُمْ عَنِ السَّب۪يلِ فَهُمْ لَا يَهْتَدُونَۙ
“Min wê û qewmê wê dît ku dev ji Allah berdane û ji rojê re secde dikin. Şeytan amelên wan li wan xemilandîye û wan ji rê (ya rasterast) girtîye. (Ji ber vêya) ew jî rêya rast nabînin.”
اَلَّا يَسْجُدُوا لِلّٰهِ الَّذ۪ي يُخْرِجُ الْخَبْءَ فِي السَّمٰوَاتِ وَالْاَرْضِ وَيَعْلَمُ مَا تُخْفُونَ وَمَا تُعْلِنُونَ
“(Heta ku) ji bo wî Allahê ku li erd û esmanan (rizqên) veşartî derdixe holê û tiştên hûn vedişêrin û eşkere dikin jî dizane re neçin secdê (şeytan amelên wan li wan xemiland û wan ji rêya rast girt).”
اَللّٰهُ لَٓا اِلٰهَ اِلَّا هُوَ رَبُّ الْعَرْشِ الْعَظ۪يمِ
“Allah... Ji wî pê ve qet tu îlâh (ên ku îbadetê heq dikin) tune. Rabbê erşê ezîm e.”
قَالَ سَنَنْظُرُ اَصَدَقْتَ اَمْ كُنْتَ مِنَ الْكَاذِب۪ينَ
Got: “Em ê binêrin ka tu ji rastbêjan î an jî ji derewkeran î.”
اِذْهَبْ بِكِتَاب۪ي هٰذَا فَاَلْقِهْ اِلَيْهِمْ ثُمَّ تَوَلَّ عَنْهُمْ فَانْظُرْ مَاذَا يَرْجِعُونَ
“Tu bi vê nameya min here cem wan û name deynê ba wan. Paşê ji wan dûr bikeve û binêre ka wê çi bersivê bidin.”
قَالَتْ يَٓا اَيُّهَا الْمَلَؤُ۬ا اِنّ۪ٓي اُلْقِيَ اِلَيَّ كِتَابٌ كَر۪يمٌ
(Hikumdar) got: “Gelî giregiran! Nameyeke hêja ji min re hatîye.”
اِنَّهُ مِنْ سُلَيْمٰنَ وَاِنَّهُ بِسْمِ اللّٰهِ الرَّحْمٰنِ الرَّح۪يمِۙ
“Ev (name), ji Suleyman e û ew bi: ‘Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm’ (dest pê dike).”
اَلَّا تَعْلُوا عَلَيَّ وَأْتُون۪ي مُسْلِم۪ينَ۟
(Û wiha pê de diçe:) ‘Li hemberî min serî hilnedin û hûn wek evdên muslîm/ew ên şirkê terk kirine û berê xwe bi tewhîdê dane Allah, werin cem min.’”
قَالَتْ يَٓا اَيُّهَا الْمَلَؤُ۬ا اَفْتُون۪ي ف۪ٓي اَمْر۪يۚ مَا كُنْتُ قَاطِعَةً اَمْرًا حَتّٰى تَشْهَدُونِ
Got: “Gelî giregiran! Di vê karê min de fikrê xwe bbiêjin. Eger parmendîya we/tevîbûna we nebe ez ne ew im ku qerarekî qethî bidim.”
قَالُوا نَحْنُ اُو۬لُوا قُوَّةٍ وَاُو۬لُوا بَأْسٍ شَد۪يدٍ وَالْاَمْرُ اِلَيْكِ فَانْظُر۪ي مَاذَا تَأْمُر۪ينَ
Gotin: “Em xwedî hêz û şervanên dijwar in. Qerar ya te ye. Binêre. Êdî tu çi ferman dikî...”
قَالَتْ اِنَّ الْمُلُوكَ اِذَا دَخَلُوا قَرْيَةً اَفْسَدُوهَا وَجَعَلُٓوا اَعِزَّةَ اَهْلِهَٓا اَذِلَّةًۚ وَكَذٰلِكَ يَفْعَلُونَ
Got: “Dema ku hikumdar dikevin bajarekî, wê derê xerab dikin û rûmetdarên xelkê wê derê zelîl dikin. (Erê,) ew a wiha dikin.”
وَاِنّ۪ي مُرْسِلَةٌ اِلَيْهِمْ بِهَدِيَّةٍ فَنَاظِرَةٌ بِمَ يَرْجِعُ الْمُرْسَلُونَ
“Ez ê ji wan re xelatekê bişînim û ez ê binerim ka qasid dê bi çi vegerin.”
فَلَمَّا جَٓاءَ سُلَيْمٰنَ قَالَ اَتُمِدُّونَنِ بِمَالٍۘ فَمَٓا اٰتٰينِيَ اللّٰهُ خَيْرٌ مِمَّٓا اٰتٰيكُمْۚ بَلْ اَنْتُمْ بِهَدِيَّتِكُمْ تَفْرَحُونَ
Dema (qasid) hat cem Suleyman; (Suleyman) got: “Ma hûn dixwazin bi mal min qayîl bikin/piştgirîya min bikin (û çavên min girê bidin)? Tiştê ku Allah daye min ji tiştên ku daye we herî bixêrtir e. (Nexêr, ne wisan e!) Hûn (dema hevdu xelat dikin) bi xelatên xwe kêfxweş dibin û dinepixin (ne ez).”
اِرْجِعْ اِلَيْهِمْ فَلَنَأْتِيَنَّهُمْ بِجُنُودٍ لَا قِبَلَ لَهُمْ بِهَا وَلَنُخْرِجَنَّهُمْ مِنْهَٓا اَذِلَّةً وَهُمْ صَاغِرُونَ
“Li wan vegere (û vê hinarîya min rabigihîne:) ‘Sond be, em ê bi artêşên wisan bi ser wan ve bigirin ku wê qet nikaribin li dij wan derkevin û wê bi zelîltî û bi kêmxistî wê ji wir derxînin.’”
قَالَ يَٓا اَيُّهَا الْمَلَؤُ۬ا اَيُّكُمْ يَأْت۪ين۪ي بِعَرْشِهَا قَبْلَ اَنْ يَأْتُون۪ي مُسْلِم۪ينَ
(Suleyman) got: “Gelî giregiran! Berîya ku ew, wek evdên muslîm/ew ên şirkê terk kirine û berê xwe bi tewhîdê dane Allah werin cem min, kî ji we dê bikaribe textê wê ji min re bîne?”
قَالَ عِفْر۪يتٌ مِنَ الْجِنِّ اَنَا۬ اٰت۪يكَ بِه۪ قَبْلَ اَنْ تَقُومَ مِنْ مَقَامِكَۚ وَاِنّ۪ي عَلَيْهِ لَقَوِيٌّ اَم۪ينٌ
Ji cinan îfrîtekî got: “Berîya ku tu ji cihê xwe rabî, ez ê bikaribim wê ji te re bînim. Bêguman bi qasî ku bikaribim (vî karî pêk bînim) ez yekî bi hêz û ewledar im.”
قَالَ الَّذ۪ي عِنْدَهُ عِلْمٌ مِنَ الْكِتَابِ اَنَا۬ اٰت۪يكَ بِه۪ قَبْلَ اَنْ يَرْتَدَّ اِلَيْكَ طَرْفُكَۜ فَلَمَّا رَاٰهُ مُسْتَقِرًّا عِنْدَهُ قَالَ هٰذَا مِنْ فَضْلِ رَبّ۪ي۠ لِيَبْلُوَن۪ٓي ءَاَشْكُرُ اَمْ اَكْفُرُۜ وَمَنْ شَكَرَ فَاِنَّمَا يَشْكُرُ لِنَفْسِه۪ۚ وَمَنْ كَفَرَ فَاِنَّ رَبّ۪ي غَنِيٌّ كَر۪يمٌ
Ew kesê ku ji Kitêbê ilmek li cem wî hebû jî wiha got: “Berîya ku tu çavê xwe vekî û bigirî ez dikarim wê ji te re bînim.” Dema (textê wê) li cem xwe bicihbûyî dît (got:) “Ev, lutf û kerema Rabbê min e. Ji ber ku ka ez ê şikur bikim an jî ez ê bibim ji nankoran, min îmtîhan kir. Her kî şikur bike, wî ji bo xwe şikur kiriye. Kî jî nankorî bike, bêguman Rabbê min (ew ê her tişt muhtacê wî ye lê ew ne hewcedarê tu kesî) Xaniy û (yê destvekirî û lutfa wî zêde) Kerîm e.
قَالَ نَكِّرُوا لَهَا عَرْشَهَا نَنْظُرْ اَتَهْتَد۪ٓي اَمْ تَكُونُ مِنَ الَّذ۪ينَ لَا يَهْتَدُونَ
(Suleyman) got: “Textê wê biguherînin. Ka wê fêm bike an jî wê bibe ji tênegihiştîyan?”
فَلَمَّا جَٓاءَتْ ق۪يلَ اَهٰكَذَا عَرْشُكِۜ قَالَتْ كَاَنَّهُ هُوَۚ وَاُو۫ت۪ينَا الْعِلْمَ مِنْ قَبْلِهَا وَكُنَّا مُسْلِم۪ينَ
Dema ku (jin) hat jê re hate gotin: “Textê te jî wisan e?” Got: “Her wekî ew bixwe ye. Jixwe berîya vê (li ser nubuweta Suleyman) ji me re ilim hatibû dayîn û em bibûn ji evdên muslîm/ew ên şirkê terk kirine û berê xwe bi tewhîdê dane Allah.”
وَصَدَّهَا مَا كَانَتْ تَعْبُدُ مِنْ دُونِ اللّٰهِۜ اِنَّهَا كَانَتْ مِنْ قَوْمٍ كَافِر۪ينَ
Ji xeynî Allah tiştên ku îbadet li wan dihate kirin, ew ji (îslâmê/tewhîdê) dabû paş. Bêguman ew ji qewmekî kafir bû.
ق۪يلَ لَهَا ادْخُلِي الصَّرْحَۚ فَلَمَّا رَاَتْهُ حَسِبَتْهُ لُجَّةً وَكَشَفَتْ عَنْ سَاقَيْهَاۜ قَالَ اِنَّهُ صَرْحٌ مُمَرَّدٌ مِنْ قَوَار۪يرَۜ قَالَتْ رَبِّ اِنّ۪ي ظَلَمْتُ نَفْس۪ي وَاَسْلَمْتُ مَعَ سُلَيْمٰنَ لِلّٰهِ رَبِّ الْعَالَم۪ينَ۟
Jê re hate gotin: “Têkeve Qesrê.” Dema ku (qesr) dît zen kir ku ew aveke kûr e (û ji bo bikeve avê) daw û delingên xwe hilda. (Suleyman) got: “Ew, qesrekî ji cama şefaf e û hatîye rastkirin.” (Jin) got: “Rabbê min! Bi rastî min li xwe zilim kir. Ez bi Suleyman re teslîmî Rabbê aleman bûme.”
وَلَقَدْ اَرْسَلْنَٓا اِلٰى ثَمُودَ اَخَاهُمْ صَالِحًا اَنِ اعْبُدُوا اللّٰهَ فَاِذَا هُمْ فَر۪يقَانِ يَخْتَصِمُونَ
Sond be, ji bo ku (wan gazî bike û) bibêje: “Ji Allah re îbadet bikin.” me ji qewmê Semûd re birayên wan Salih şand. (Dema dest bi dawetê kir) hema bûne du kom û bi hev ketin.
قَالَ يَا قَوْمِ لِمَ تَسْتَعْجِلُونَ بِالسَّيِّئَةِ قَبْلَ الْحَسَنَةِۚ لَوْلَا تَسْتَغْفِرُونَ اللّٰهَ لَعَلَّكُمْ تُرْحَمُونَ
Got: “Gelî qewmê min! Ma hûn çima berîya qencîyê (berîya rahmeta Allah ji bo ezabê) lezgînîya xerabîyê dikin? De ji bo xwe ji Allah mexfîretê bixwazin, hêvî heye ku merhamet li we bê kirin.”
قَالُوا اطَّيَّرْنَا بِكَ وَبِمَنْ مَعَكَۜ قَالَ طَٓائِرُكُمْ عِنْدَ اللّٰهِ بَلْ اَنْتُمْ قَوْمٌ تُفْتَنُونَ
Gotin: “Tu û ew ên ligel te ji me re bêoxirî anî.” Got: “Ew tiştên (hatîye serê we û) hûn bêoxirî dihesibînin, ji îndallah e (hatîye serê we). Belkî hûn qewmek in ku têne îmtîhankirin.”
وَكَانَ فِي الْمَد۪ينَةِ تِسْعَةُ رَهْطٍ يُفْسِدُونَ فِي الْاَرْضِ وَلَا يُصْلِحُونَ
Di bajar de nijdevaneke/çeteyeke ji neh kesan hebû. Li ser rûyê erdê fesadê dikirin, lê islah nedikirin.
قَالُوا تَقَاسَمُوا بِاللّٰهِ لَنُبَيِّتَنَّهُ وَاَهْلَهُ ثُمَّ لَنَقُولَنَّ لِوَلِيِّه۪ مَا شَهِدْنَا مَهْلِكَ اَهْلِه۪ وَاِنَّا لَصَادِقُونَ
Di navbera xwe de bi navê Allah sond xwarin û gotin: “Em ê şevekê bavêjin ser wî û malbata wî, paşê em ê ji welîyê wî/xwedîyê wî re bibêjin: “Me kuştina wan bi çav nedîtîye. Bi rastî em rastbêj in.”
وَمَكَرُوا مَكْرًا وَمَكَرْنَا مَكْرًا وَهُمْ لَا يَشْعُرُونَ
Wan kemîn danîn û me jî kemînek danî, lê haya wan jê tune bû.
فَانْظُرْ كَيْفَ كَانَ عَاقِبَةُ مَكْرِهِمْۙ اَنَّا دَمَّرْنَاهُمْ وَقَوْمَهُمْ اَجْمَع۪ينَ
Ka binêre ku dawîya kemîna wan çawa qedîyaye? Me ew û qewmê wan tev bi hev re serûbinî hev kirin.
فَتِلْكَ بُيُوتُهُمْ خَاوِيَةً بِمَا ظَلَمُواۜ اِنَّ ف۪ي ذٰلِكَ لَاٰيَةً لِقَوْمٍ يَعْلَمُونَ
Ha xanîyên wan! Ji ber zilma wan wêran û xewle. Bêguman ji bo qewmekî zane di vêya de ayet heye.
وَاَنْجَيْنَا الَّذ۪ينَ اٰمَنُوا وَكَانُوا يَتَّقُونَ
Me ew ên ku îman anîne û xwe parastine xelas kirin.
وَلُوطًا اِذْ قَالَ لِقَوْمِه۪ٓ اَتَأْتُونَ الْفَاحِشَةَ وَاَنْتُمْ تُبْصِرُونَ
Me Lût jî (ji qewmê wî re şand). Dema ku wî ji qewmê xwe re wiha gotibû: “Ma hûn hê jî li ber çavan vê fuhşîyatê dikin?”
اَئِنَّكُمْ لَتَأْتُونَ الرِّجَالَ شَهْوَةً مِنْ دُونِ النِّسَٓاءِۜ بَلْ اَنْتُمْ قَوْمٌ تَجْهَلُونَ
“Hûn dev ji jinan berdidin û bi şehwetê nêzî zilaman dibin? (Nexêr, ne wisan e!) Hûn civakeke cahil in.”
فَمَا كَانَ جَوَابَ قَوْمِه۪ٓ اِلَّٓا اَنْ قَالُٓوا اَخْرِجُٓوا اٰلَ لُوطٍ مِنْ قَرْيَتِكُمْۚ اِنَّهُمْ اُنَاسٌ يَتَطَهَّرُونَ
Bersiva qewmê wî her ev bû: “Malbata Lût ji warê xwe nefîy bikin û derxînin. Lewre ew merivên paqij in.”
فَاَنْجَيْنَاهُ وَاَهْلَهُٓ اِلَّا امْرَاَتَهُۘ قَدَّرْنَاهَا مِنَ الْغَابِر۪ينَ
Ji xeynî jina wî me ew û malbata wî xelas kirin. Me mayîna wê li paş (ligel ên helakbûyî de) teqdîr kir.
وَاَمْطَرْنَا عَلَيْهِمْ مَطَرًاۚ فَسَٓاءَ مَطَرُ الْمُنْذَر۪ينَ۟
Me baran (a keviran) di ser wan de barand. Barana yên hişyarkirî çi qas xerab e.
قُلِ الْحَمْدُ لِلّٰهِ وَسَلَامٌ عَلٰى عِبَادِهِ الَّذ۪ينَ اصْطَفٰىۜ آٰللّٰهُ خَيْرٌ اَمَّا يُشْرِكُونَۜ
Bibêje: “Hamd ji Allah re û silav li ser evdên wî yên bijare be.” Ma Allah bixêrtir e an şirîkên (ku ji Allah re) çêdikin?
اَمَّنْ خَلَقَ السَّمٰوَاتِ وَالْاَرْضَ وَاَنْزَلَ لَكُمْ مِنَ السَّمَٓاءِ مَٓاءًۚ فَاَنْبَتْنَا بِه۪ حَدَٓائِقَ ذَاتَ بَهْجَةٍۚ مَا كَانَ لَكُمْ اَنْ تُنْبِتُوا شَجَرَهَاۜ ءَاِلٰهٌ مَعَ اللّٰهِۜ بَلْ هُمْ قَوْمٌ يَعْدِلُونَۜ
(Ew bixêrtir in an) ew (Allah) ê erd û esmanan xuliqandîye û ji bo we ji esman av daxistîye? Bi wê avê me ji bo we bi xweşikbûna dilkêş de bexçeyan hêşîn kirin. Lê hûn nikarin darekê jî hêşîn bikin! Ma bi Allah re îlâhekî din! (Nexêr, ji Allah pê ve qet tu îlâh tune!) Bi rastî ew qewmek in ku (hin heyînan ji Allah re denk digirin û) xerifîne.
اَمَّنْ جَعَلَ الْاَرْضَ قَرَارًا وَجَعَلَ خِلَالَهَٓا اَنْهَارًا وَجَعَلَ لَهَا رَوَاسِيَ وَجَعَلَ بَيْنَ الْبَحْرَيْنِ حَاجِزًاۜ ءَاِلٰهٌ مَعَ اللّٰهِۜ بَلْ اَكْثَرُهُمْ لَا يَعْلَمُونَۜ
(Ew bixêrtir in an) ew (Allah) ê ku rûyê erdê kiriye wargeh/jîngeh û di navê de çeman xuliqandîye û (ji bo ku nehejin ji çiyan) singan çikandîye û (ji bo ku tevlîhev nebin) asteng xistîye navbera du behran (bixêrtir e)? Ma bi Allah re îlâhekî din! (Nexêr, ji Allah pê ve qet tu îlâh tune!) Bi rastî pirên wan nezan in.
اَمَّنْ يُج۪يبُ الْمُضْطَرَّ اِذَا دَعَاهُ وَيَكْشِفُ السُّٓوءَ وَيَجْعَلُكُمْ خُلَفَٓاءَ الْاَرْضِۜ ءَاِلٰهٌ مَعَ اللّٰهِۜ قَل۪يلًا مَا تَذَكَّرُونَۜ
(Ew bixêrtir in an) ew (Allah) ê îcabetî dûayê wî kesê di tengezarîyê de dike û xerabîyan diborîne û hûn li ser rûyê erdê kiriye xelîfe (bixêrtir e)? Ma bi Allah re îlâhekî din! Ma hûn çi qas hindik şîret digirin.
اَمَّنْ يَهْد۪يكُمْ ف۪ي ظُلُمَاتِ الْبَرِّ وَالْبَحْرِ وَمَنْ يُرْسِلُ الرِّيَاحَ بُشْرًا بَيْنَ يَدَيْ رَحْمَتِه۪ۜ ءَاِلٰهٌ مَعَ اللّٰهِۜ تَعَالَى اللّٰهُ عَمَّا يُشْرِكُونَۜ
(Ew bixêrtir in an) ew (Allah) ê ku di tarîtîyên bej û behrê de rê nîşanî we dide û (berîya baranê ku rahmeta wî ye) wek mizgînvan bayê dişîne (bixêrtir e)? Ma bi Allah re îlâhekî din! Allah, ji tiştên pê şirîkatîyê dikin berztir/bilindtir e.
اَمَّنْ يَبْدَؤُا الْخَلْقَ ثُمَّ يُع۪يدُهُ وَمَنْ يَرْزُقُكُمْ مِنَ السَّمَٓاءِ وَالْاَرْضِۜ ءَاِلٰهٌ مَعَ اللّٰهِۜ قُلْ هَاتُوا بُرْهَانَكُمْ اِنْ كُنْتُمْ صَادِق۪ينَ
(Ew bixêrtir in an) ew (Allah) ê ku serê pêşîn destpêka xuliqandinê kiriye û paşê (bi vejandinê) wê dubare bike û hûn ji erd û esman dirizqîne (bixêrtir e)? Ma bi Allah re îlâhekî din! Bibêje: “Eger hûn di gotina xwe de rast in, de ka delîlê xwe (yê ku tê de qet tu guman tune) bînin.”
قُلْ لَا يَعْلَمُ مَنْ فِي السَّمٰوَاتِ وَالْاَرْضِ الْغَيْبَ اِلَّا اللّٰهُۜ وَمَا يَشْعُرُونَ اَيَّانَ يُبْعَثُونَ
Bibêje: “Li erd û esmanan ji Allah pê ve kesekî din bi xeybê nizane.” Haya wan ji dema vejandina wan jî tune.
بَلِ ادَّارَكَ عِلْمُهُمْ فِي الْاٰخِرَةِ۠ بَلْ هُمْ ف۪ي شَكٍّ مِنْهَا۠ بَلْ هُمْ مِنْهَا عَمُونَ۟
Wê agahîya wan li axîretê bicive û qewî bibe. (Wê li wê derê bi yeqînî fêm bikin ku axîret heq e.) Berevajî, ew (îro) di gumanê de ne. Berevajî, li dij wê kor in.
وَقَالَ الَّذ۪ينَ كَفَرُٓوا ءَاِذَا كُنَّا تُرَابًا وَاٰبَٓاؤُ۬نَٓا اَئِنَّا لَمُخْرَجُونَ
Kafiran gotin: “Ma dema ku em û bavanên xwe bibin ax û xwelî, erê ma em ê bên vejandin û derxistin?”
لَقَدْ وُعِدْنَا هٰذَا نَحْنُ وَاٰبَٓاؤُ۬نَا مِنْ قَبْلُۙ اِنْ هٰذَٓا اِلَّٓا اَسَاط۪يرُ الْاَوَّل۪ينَ
“Sond be em û bavanên me jî bi vêya hatin tehdîd kirin. Ev, bitenê çîrokên berê ne.”
قُلْ س۪يرُوا فِي الْاَرْضِ فَانْظُرُوا كَيْفَ كَانَ عَاقِبَةُ الْمُجْرِم۪ينَ
Bibêje: “Li ser rûyê erdê bigerin û bifetilin û binêrin ka aqûbeta gunehkarên mucrîm/sûcdar çawa bûye, bibînin.”
وَلَا تَحْزَنْ عَلَيْهِمْ وَلَا تَكُنْ ف۪ي ضَيْقٍ مِمَّا يَمْكُرُونَ
(Her wiha) ji bo wan xemgîn nebe! Ji ber kemînên danîne jî dilê xwe teng neke!
وَيَقُولُونَ مَتٰى هٰذَا الْوَعْدُ اِنْ كُنْتُمْ صَادِق۪ينَ
Dibêjin: “Eger hûn di gotina xwe de rast in, ew (ezab) ê ku we (ji me re) wead dikir kengê ye? (De ka bînin ku em bibînin!)”
قُلْ عَسٰٓى اَنْ يَكُونَ رَدِفَ لَكُمْ بَعْضُ الَّذ۪ي تَسْتَعْجِلُونَ
Bibêje: “Ew (ezab) ê hûn ji bo hatina wê dilezînin, dibe ku qismek jê nêzî we bûye.”
وَاِنَّ رَبَّكَ لَذُو فَضْلٍ عَلَى النَّاسِ وَلٰكِنَّ اَكْثَرَهُمْ لَا يَشْكُرُونَ
Bêguman Rabbê te li ser însanan xwedî lutf û kerem e. Lê pirên însanan şikur nakin.
وَاِنَّ رَبَّكَ لَيَعْلَمُ مَا تُكِنُّ صُدُورُهُمْ وَمَا يُعْلِنُونَ
Û bêguman Rabbê te bi tiştên ku ew di singê xwe de vedişêrin û eşkere dikin jî dizane.
وَمَا مِنْ غَٓائِبَةٍ فِي السَّمَٓاءِ وَالْاَرْضِ اِلَّا ف۪ي كِتَابٍ مُب۪ينٍ
Li erd û esmanan her çi tiştê veşartî/nediyar heye, teqez di Kitêbekê de (qeydkirî) ne.
اِنَّ هٰذَا الْقُرْاٰنَ يَقُصُّ عَلٰى بَن۪ٓي اِسْرَٓاء۪يلَ اَكْثَرَ الَّذ۪ي هُمْ ف۪يهِ يَخْتَلِفُونَ
Bi rastî ev Qur'an; ji Benî Îsraîl re piranîya wan mijarên ku tê de li hev nedikirin de vedibêje (û eşkere dike).
وَاِنَّهُ لَهُدًى وَرَحْمَةٌ لِلْمُؤْمِن۪ينَ
Bêşik ew, ji bo mumînan hîdayet û rahmet e.
اِنَّ رَبَّكَ يَقْض۪ي بَيْنَهُمْ بِحُكْمِه۪ۚ وَهُوَ الْعَز۪يزُ الْعَل۪يمُۚ
Bêguman Rabbê te, (Roja qiyametê) di navbera wan de wê bi hukmê xwe peyva dawî bibêje. Ew (yê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (zanayê her tiştî) Alîm e.
فَتَوَكَّلْ عَلَى اللّٰهِۜ اِنَّكَ عَلَى الْحَقِّ الْمُب۪ينِ
(Her wiha) xwe bispêre Allah! Qet guman tune, tu li ser heqîyeke eşkere yî.
اِنَّكَ لَا تُسْمِعُ الْمَوْتٰى وَلَا تُسْمِعُ الصُّمَّ الدُّعَٓاءَ اِذَا وَلَّوْا مُدْبِر۪ينَ
Bêguman tu nikarî bi (wan kafiran ku dişibin) mirîyan bidî sehkirin. Dema ku ew pişt bidinê û herin, êdî tu dawetê ji wan ên (li dij heqê) ker in re nikarî bidî sehkirin.
وَمَٓا اَنْتَ بِهَادِي الْعُمْيِ عَنْ ضَلَالَتِهِمْۜ اِنْ تُسْمِعُ اِلَّا مَنْ يُؤْمِنُ بِاٰيَاتِنَا فَهُمْ مُسْلِمُونَ
Tu nikarî ew ên kor (li dij heqîyê çavên xwe girtine) jî ji rêşaşîtîyê (xelas bikî û) bigihînî hîdayetê. Tu enceq bi kesên îman bi ayetên me anîne û teslîm bûne re bikaribî (vê dawetê) bidî sehkirin.
وَاِذَا وَقَعَ الْقَوْلُ عَلَيْهِمْ اَخْرَجْنَا لَهُمْ دَٓابَّةً مِنَ الْاَرْضِ تُكَلِّمُهُمْۙ اَنَّ النَّاسَ كَانُوا بِاٰيَاتِنَا لَا يُوقِنُونَ۟
Dema ew ehd/qiyamet hate serê wan (wextê wê nêz bû) em ji wan re ji erdê dabbeyekî (heyînekî derasayî) dertînin. Ji wan re (wiha dibêje:) “Însanan bi ayetên me bi yeqînî nebawer bûn.”
وَيَوْمَ نَحْشُرُ مِنْ كُلِّ اُمَّةٍ فَوْجًا مِمَّنْ يُكَذِّبُ بِاٰيَاتِنَا فَهُمْ يُوزَعُونَ
Wê roja em ê ji her ummetê civakek (pêşeng) ku ayetên me diderewînin heşir bikin û wê (ber bi cehennemê ve) bêne ajotin.
حَتّٰٓى اِذَا جَٓاؤُ۫ قَالَ اَكَذَّبْتُمْ بِاٰيَات۪ي وَلَمْ تُح۪يطُوا بِهَا عِلْمًا اَمَّاذَا كُنْتُمْ تَعْمَلُونَ
Ew, dema ku tên (e hizûrê) wê (Allah) bibêje: “Digel ku we heqîqeta ayetên min fêm nekiribû jî we ew derewandin ha? (De ka hûn bibêjin) we çi amel dikir/we ji bo çi ayetên min înkar dikir?”
وَوَقَعَ الْقَوْلُ عَلَيْهِمْ بِمَا ظَلَمُوا فَهُمْ لَا يَنْطِقُونَ
Ji ber zilimkarîya wan qewl/ezab hatîye serê wan û êdî ew nikarin biaxivin.
اَلَمْ يَرَوْا اَنَّا جَعَلْنَا الَّيْلَ لِيَسْكُنُوا ف۪يهِ وَالنَّهَارَ مُبْصِرًاۜ اِنَّ ف۪ي ذٰلِكَ لَاٰيَاتٍ لِقَوْمٍ يُؤْمِنُونَ
Qey nedîtin? Me şev, ji bo ku tê de aramîyê/sekînetê bibînin û roj jî (ji bo şixul û bi dest xistina rizqê wan) ronahî kiriye. Bêguman ji qewmekî mumîn re di vêya de ayet hene.
وَيَوْمَ يُنْفَخُ فِي الصُّورِ فَفَزِعَ مَنْ فِي السَّمٰوَاتِ وَمَنْ فِي الْاَرْضِ اِلَّا مَنْ شَٓاءَ اللّٰهُۜ وَكُلٌّ اَتَوْهُ دَاخِر۪ينَ
Roja ku li sûrê tê pifkirin, ji xeynî ew ên ku Allah daxwaz kiriye pê ve hemû kesên li erd û esmanan ji tirsa dikevin tayê. Û hemû wek sitûxwar/teslîmbûyî tên cem wî.
وَتَرَى الْجِبَالَ تَحْسَبُهَا جَامِدَةً وَهِيَ تَمُرُّ مَرَّ السَّحَابِۜ صُنْعَ اللّٰهِ الَّذ۪ٓي اَتْقَنَ كُلَّ شَيْءٍۜ اِنَّهُ خَب۪يرٌ بِمَا تَفْعَلُونَ
Tu dibînî lê tu zen dikî ku çiya di cihê xwe de sekinîne. Ew (çiyan), weke tevgerîna ewran tevdigerin. Hunera wî Allahê ku her tiştî sipûsaxlem çêdike ev e! Bêguman ew ji tiştên ku hûn dikin agahdar e.
مَنْ جَٓاءَ بِالْحَسَنَةِ فَلَهُ خَيْرٌ مِنْهَاۚ وَهُمْ مِنْ فَزَعٍ يَوْمَئِذٍ اٰمِنُونَ
Kî bi qencîyekî were (hizûra Allah), jê re ya herî bixêrtir heye. Û ew ji tirsehêza wê rojê di ewlehîyê de ne.
وَمَنْ جَٓاءَ بِالسَّيِّئَةِ فَكُبَّتْ وُجُوهُهُمْ فِي النَّارِۜ هَلْ تُجْزَوْنَ اِلَّا مَا كُنْتُمْ تَعْمَلُونَ
Kî jî bi xerabîyekî were (hizûra Allah), ew li ser dev û rû bi agir ve tên avêtin û (parêzvanên agir ji wan re wiha dibêjin:) “Ma hûn ê ji amelên xwe pê ve bi tiştekî din bêne cezakirin?”
اِنَّمَٓا اُمِرْتُ اَنْ اَعْبُدَ رَبَّ هٰذِهِ الْبَلْدَةِ الَّذ۪ي حَرَّمَهَا وَلَهُ كُلُّ شَيْءٍۘ وَاُمِرْتُ اَنْ اَكُونَ مِنَ الْمُسْلِم۪ينَۙ
(Bibêje:) “Emir li min hatîye kirin ku ez enceq ji Rabbê vî bajarî (Mekke) re ku wî ev der rûmetdar/pîroz kiriye îbadetê bikim. Û bi vê jî hatime emirkirin ku ez bibim ji evdên muslîm/ew ên şirkê terk kirine û berê xwe bi tewhîdê dane Allah.”
وَاَنْ اَتْلُوَ۬ا الْقُرْاٰنَۚ فَمَنِ اهْتَدٰى فَاِنَّمَا يَهْتَد۪ي لِنَفْسِه۪ۚ وَمَنْ ضَلَّ فَقُلْ اِنَّمَٓا اَنَا۬ مِنَ الْمُنْذِر۪ينَ
“Û bi xwendina Qur'anê (hatime emirkirin). Kî bigihîje hîdayetê, ew ji bo xwe gihîştîye hîdayetê. Kî jî xerifîbe (tu wiha) bibêje: ‘Ez bitenê hişyarkerek im.’ ”
وَقُلِ الْحَمْدُ لِلّٰهِ سَيُر۪يكُمْ اٰيَاتِه۪ فَتَعْرِفُونَهَاۜ وَمَا رَبُّكَ بِغَافِلٍ عَمَّا تَعْمَلُونَ
Bibêje: “Hamd ji Allah re ye. Wê ew ê ayetên xwe nîşanî we bide û hûn ê wan (ayetan) nas bikin. Rabbê te ji amelên we ne xafil e.”