Vegere Sûreya Nîsa

Nîsaالنساء

102. Ayet

102Sûreya Nîsa
Di Mushefê de Veke

وَاِذَا كُنْتَ ف۪يهِمْ فَاَقَمْتَ لَهُمُ الصَّلٰوةَ فَلْتَقُمْ طَٓائِفَةٌ مِنْهُمْ مَعَكَ وَلْيَأْخُذُٓوا اَسْلِحَتَهُمْ۠ فَاِذَا سَجَدُوا فَلْيَكُونُوا مِنْ وَرَٓائِكُمْۖ وَلْتَأْتِ طَٓائِفَةٌ اُخْرٰى لَمْ يُصَلُّوا فَلْيُصَلُّوا مَعَكَ وَلْيَأْخُذُوا حِذْرَهُمْ وَاَسْلِحَتَهُمْۚ وَدَّ الَّذ۪ينَ كَفَرُوا لَوْ تَغْفُلُونَ عَنْ اَسْلِحَتِكُمْ وَاَمْتِعَتِكُمْ فَيَم۪يلُونَ عَلَيْكُمْ مَيْلَةً وَاحِدَةًۜ وَلَا جُنَاحَ عَلَيْكُمْ اِنْ كَانَ بِكُمْ اَذًى مِنْ مَطَرٍ اَوْ كُنْتُمْ مَرْضٰٓى اَنْ تَضَعُٓوا اَسْلِحَتَكُمْۚ وَخُذُوا حِذْرَكُمْۜ اِنَّ اللّٰهَ اَعَدَّ لِلْكَافِر۪ينَ عَذَابًا مُه۪ينًا

(Di rewşa şerê an tirsê de) dema ku tu di navbera wan de bî û li pêşîya wan nimêj bikî (wiha bike): Bila komek jî bi te re (li ser nimêjê) bisekinin û çekên xwe jî li cem xwe bigirin. (Ew ên di nimêjê de ne) wextê çûn secdê bila ew ên din (ji bo ku we biparêzin) li pişt we bisekinin. (Koma ewil dema nimêja xwe qedand, bila rabin.) Piştre koma ku nimêj nekirine bila werin û bi te re nimêj bikin. Bila tedbîra xwe bistînin û çekên xwe jî li cem xwe bigirin. Kafir dixwazin ku hûn ji çek û eşyayên xwe xafil bimînin û di vî halî de bi carekî/ji nîşkave êrîşê bavêjin ser we. Eger hûn ji baranê zerarekî bibînin an jî hûn nexweş bin û hûn çekên xwe deynin erdê ji we re guneh tune. Tedbîrê xwe bistînin! Bêguman Allah ji bo kafiran ezabekî riswaker amade kiriye.

Tefsîr

Çavkaniyekê hilbijêre da ku tefsîrê bibînî

Ji bo dîtina tefsîrê yek ji çavkaniyên jorîn hilbijêre.