Sure 4

Sûreya Nîsa

Medîne176 ayetJin

النساء
Der barê Sûreyê de

Sûreya Nîsa, Medenî ye (li Medîneyê nazil bûye) û sed û heftê û şeş (176) ayet e. Di Qur’anê de sûreya çaremîn e. Sedema ku jê re sûreya Nîsa hatîye gotin ev e: Naveroka vê sûreyê bi gelemperî ji ayetên der heqê jinan de muteşekkîl e. Hin hukmên hiqûqa şer’a şerîf bi ayetên sûreya Nîsa tên sipartekirin. Ev ayetên hanê bi behsa xuliqandina jin û mêr ku ji nefsekî hatine xuliqandin dest pê dike. Zewaca di îslamê de û têkilîyên jin û mêran û hiqûqa mîrasê sererast dike. Ligel vê bi berfirehî behsa ehlê Kitêb û mûnafiqan jî dike.

Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).

1
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

يَٓا اَيُّهَا النَّاسُ اتَّقُوا رَبَّكُمُ الَّذ۪ي خَلَقَكُمْ مِنْ نَفْسٍ وَاحِدَةٍ وَخَلَقَ مِنْهَا زَوْجَهَا وَبَثَّ مِنْهُمَا رِجَالًا كَث۪يرًا وَنِسَٓاءًۚ وَاتَّقُوا اللّٰهَ الَّذ۪ي تَسَٓاءَلُونَ بِه۪ وَالْاَرْحَامَۜ اِنَّ اللّٰهَ كَانَ عَلَيْكُمْ رَق۪يبًا

Gelî însanan! Xwe ji (bêemrîya) wî Rabbê xwe ku hûn (hemû) ji yek nefsekê xuliqandîyê û ji wî jî hevjîna wî xuliqandîye û ji her duyan gelek mêr û jin (li ser rûyê erdê) belav kiriye bitirsin û xwe biparêzin. Ji wî Allahê ku hûn bi qedrê navê wî daxwazê ji hevdu dikin û ji qetandina têkilîya di navbera mirovatîyê xwe biparêzin. Bêguman Allah li ser we reqîb e/çavnêr e.

2
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

وَاٰتُوا الْيَتَامٰٓى اَمْوَالَهُمْ وَلَا تَتَبَدَّلُوا الْخَب۪يثَ بِالطَّيِّبِۖ وَلَا تَأْكُلُٓوا اَمْوَالَهُمْ اِلٰٓى اَمْوَالِكُمْۜ اِنَّهُ كَانَ حُوبًا كَب۪يرًا

Malên sêwîyan bidin wan û (bi awayê ku hûn ji malên wan yên baş ji xwe re veqetînin û yên xerab jî ji wan re bihêlin) tiştên murdar bi tiştên paqij neguherînin. Malên wan (sêwîyan) li nav malên xwe nekin û nexwin. Bêguman ev, gunehekî mezin e.

3
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

وَاِنْ خِفْتُمْ اَلَّا تُقْسِطُوا فِي الْيَتَامٰى فَانْكِحُوا مَا طَابَ لَكُمْ مِنَ النِّسَٓاءِ مَثْنٰى وَثُلٰثَ وَرُبَاعَۚ فَاِنْ خِفْتُمْ اَلَّا تَعْدِلُوا فَوَاحِدَةً اَوْ مَا مَلَكَتْ اَيْمَانُكُمْۜ ذٰلِكَ اَدْنٰٓى اَلَّا تَعُولُواۜ

Eger der heqê sêwîyan de hûn bitirsin ku hûn ê nikaribin edaletê pêk bînin, wê gavê ji jinên ku (ne yetîm in û) ji we re helal in du heb an sê heb an çar heb (jin) li xwe mehr bikin. Lê hûn bitirsin ku hûn ê nikaribin (di nav wan de) edaletê pêk bînin; qîma xwe bi yekê tenê an jî bi carîyeyên xwe bînin. Ev, ji bo ku hûn neheqîyê nekin ya herî munasîb e.

4
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

وَاٰتُوا النِّسَٓاءَ صَدُقَاتِهِنَّ نِحْلَةًۜ فَاِنْ طِبْنَ لَكُمْ عَنْ شَيْءٍ مِنْهُ نَفْسًا فَكُلُوهُ هَن۪ٓيـًٔا مَر۪ٓيـًٔا

Mehrên jinan bi dilekî xweş bidin wan. (Ligel vê eger ji mehrên xwe) qismekî ji we re hîbe bikin, wê gavê bi noşîcanî bixwin.

5
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

وَلَا تُؤْتُوا السُّفَهَٓاءَ اَمْوَالَكُمُ الَّت۪ي جَعَلَ اللّٰهُ لَكُمْ قِيَامًا وَارْزُقُوهُمْ ف۪يهَا وَاكْسُوهُمْ وَقُولُوا لَهُمْ قَوْلًا مَعْرُوفًا

Malên ku Allah hûn li ser qayîm kirine nedin sefîhan/kêmaqilan (yê ku hêj tam nekemilîye). Bi wî malî wan xwedî bikin û bi cil û berg bikin û ji wan re gotinên xweş bibêjin.

6
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

وَابْتَلُوا الْيَتَامٰى حَتّٰٓى اِذَا بَلَغُوا النِّكَاحَۚ فَاِنْ اٰنَسْتُمْ مِنْهُمْ رُشْدًا فَادْفَعُٓوا اِلَيْهِمْ اَمْوَالَهُمْۚ وَلَا تَأْكُلُوهَٓا اِسْرَافًا وَبِدَارًا اَنْ يَكْبَرُواۜ وَمَنْ كَانَ غَنِيًّا فَلْيَسْتَعْفِفْۚ وَمَنْ كَانَ فَق۪يرًا فَلْيَأْكُلْ بِالْمَعْرُوفِۜ فَاِذَا دَفَعْتُمْ اِلَيْهِمْ اَمْوَالَهُمْ فَاَشْهِدُوا عَلَيْهِمْۜ وَكَفٰى بِاللّٰهِ حَس۪يبًا

Heta dema berzewacê sêwîyan biceribînin. Eger hûn (li ser zewacê) gihiştîbûna wan/kemilîbûna wan bibînin êdî malên wan bidin wan. (Bi tirsa) wê mezin bibin (û malên xwe bistînin) bi lezgînî û bi îsrafê malên wan nexwin. Ew ên dewlemend e (bila ji malên wan nexwe û) bi îffet tevbigere. Ew ê xîzan jî bila li gorî urfê bixwe. Dema hûn (bibînin ku kemilîne û) malên wan bidin wan ji xwe re şahid bigirin. Ji hisab dîtine re Allah bes e.

7
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

لِلرِّجَالِ نَص۪يبٌ مِمَّا تَرَكَ الْوَالِدَانِ وَالْاَقْرَبُونَۖ وَلِلنِّسَٓاءِ نَص۪يبٌ مِمَّا تَرَكَ الْوَالِدَانِ وَالْاَقْرَبُونَ مِمَّا قَلَّ مِنْهُ اَوْ كَثُرَۜ نَص۪يبًا مَفْرُوضًا

(Ji mîrasê) ku dê û bav û eqrebayan hiştîye ji mêran re parek heye. (Ji mîrasê) ku dê û bav û eqrebayan hiştîye ji jinan re jî parek heye. (Ji malê mîrasa ku maye) çi kêm çi zêde (ji hêla/alîyê Allah ve) payeke diyarkirî heye.

8
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

وَاِذَا حَضَرَ الْقِسْمَةَ اُو۬لُوا الْقُرْبٰى وَالْيَتَامٰى وَالْمَسَاك۪ينُ فَارْزُقُوهُمْ مِنْهُ وَقُولُوا لَهُمْ قَوْلًا مَعْرُوفًا

Di parvekirina (mîras) de eger eqreba û sêwî û belengaz/hewcedar li wê derê amade bin, ji wî (mîrasê) wan sûdmend bikin û gotinên xweş ji wan re bibêjin.

9
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

وَلْيَخْشَ الَّذ۪ينَ لَوْ تَرَكُوا مِنْ خَلْفِهِمْ ذُرِّيَّةً ضِعَافًا خَافُوا عَلَيْهِمْۖ فَلْيَتَّقُوا اللّٰهَ وَلْيَقُولُوا قَوْلًا سَد۪يدًا

Ew ên ku wê di pey xwe de zarokên biçûk bihêlin û der heqê wan de bi endîşe bin, bila (der barê sêwîyên ku di bin welayeta wan de ne ji Allah) bitirsin. (Ew, ji bo zarokên xwe yên li pey xwe dihêlin muameleyeke çawa ji bo wan hêvî dikin, bila bi wê awayê bi sêwîyan re muamele bikin.) Bila ji Allah bitirsin û xwe biparêzin û gotina rasterast bibêjin.