Vegere Sûreya Nîsa

Nîsaالنساء

117. Ayet

117Sûreya Nîsa
Di Mushefê de Veke

اِنْ يَدْعُونَ مِنْ دُونِه۪ٓ اِلَّٓا اِنَاثًاۚ وَاِنْ يَدْعُونَ اِلَّا شَيْطَانًا مَر۪يدًاۙ

Ew (muşrîk), dev ji Allah berdane û ji hinek pûtên ku bi navên mê binavkirine re dûa (îbadet) dikin. (Bi rastî) ew ji wî şeytanê asî pê ve ji kesî re dûa nakin.

Jêrenot
(Ew muşrîkên heyînên xistibûn navbera xwe û Allah (ac) û ji wan re dûa dikirin ji van tiştan muteşekkîl bûn: -Hin kesên qenc û salih ku di demên borî de li heyatê bûn, piştî mirina wan peykerên wan çêdikirin û perestîyê li wan peykeran dikirin. -Meqberên ku kirine zîyaretgah. -Hin lat û kevirên ku pêbawerîya wan bi xêr û bereket dayîna wan lat û keviran hebû. -Hin dara ji bo serkeftin bide wan an ji bo miradê dilê wan bibe dikirin Darê Miradê. Evana ji bo ku pirên wan bi navdêra mê binav bûne (navê wan pûtan) di ayetê de jî wisan derbas bûye. Dûa kirina wan a ji şeytan re jî bi vê awayê hatîye îzah kirin: Ibn Abbas (ra) wiha qotîye: “Di nava her pûtêkî de şeytanek/cinek heye. Xwe nîşanî parêzvanên/bekçîyên pûtan didin û bi wan re diaxivin.” Îzaheke wê ya din jî ev e: “Ew ê ku emrê perestîya pûtan dike û vê amelê ji wan re xemilandî nîşan dide şeytan e. Her wiha ew (muşrîk) jî îtaetî emrê wî dikin û di heqîqetê de perestîyê/îbadetê jê re dikin.” (Bnr.34/Sebe’ 40-41))

Tefsîr

Fî Zılâli'l-Kur'ân

117- Onlar Allah'ı bırakıp dişi putlara (tanrıçalara) yalvarıyorlar. Aslında onların yalvardıkları şirret şeytandan başkası değildir.