Vegere Sûreya Nîsa

Nîsaالنساء

14. Ayet

14Sûreya Nîsa
Di Mushefê de Veke

وَمَنْ يَعْصِ اللّٰهَ وَرَسُولَهُ وَيَتَعَدَّ حُدُودَهُ يُدْخِلْهُ نَارًا خَالِدًا ف۪يهَاۖ وَلَهُ عَذَابٌ مُه۪ينٌ۟

Kî ji Allah û ji Rasûlê wî re îsyan bike û sînorên wî binpê bike, Allah, wî dixe agirê ku tê de ebedî dimîne û ji bo wî ezabekî riswaker heye.

Jêrenot
(Allah (ac), der heqê van nisbetên mîrasê de ku berîya hezar û çar sed sal diyar kiriye dibêje: ‘Ev sînorên hanê ger neyên binpêkirin’. Ev jî nîşanî me dide ku hukmên Qur'ana Kerîm bixwe xwedî heqîqetek û armancek e. Bi vê awayê xeletî û napejirandina/naqebilandina ew vegotina ‘Divê hukmên vê Qur'anê li gor hewcetîyên her esrê bê guhertin’ bi eşkerehî derdikeve holê. Nexweşîneke modern û giran di nav gel de bi cih bûye ku ew jî ev e: Gelek însan di şûna ku jiyana xwe ya vê dewrê tabîê Qur'anê bikin radibin li ber xwe didin ku Qur'anê ji bo ku li vê esrê li hev bînin. Ev, di mijara texrîfa ayetan û înkara hukmên Qur'anê de dîmenên/menzereyên rojane/aktûel in.)

Tefsîr

Çavkaniyekê hilbijêre da ku tefsîrê bibînî

Ji bo dîtina tefsîrê yek ji çavkaniyên jorîn hilbijêre.