Vegere Sûreya Nîsa

Nîsaالنساء

34. Ayet

34Sûreya Nîsa
Di Mushefê de Veke

اَلرِّجَالُ قَوَّامُونَ عَلَى النِّسَٓاءِ بِمَا فَضَّلَ اللّٰهُ بَعْضَهُمْ عَلٰى بَعْضٍ وَبِمَٓا اَنْفَقُوا مِنْ اَمْوَالِهِمْۜ فَالصَّالِحَاتُ قَانِتَاتٌ حَافِظَاتٌ لِلْغَيْبِ بِمَا حَفِظَ اللّٰهُۜ وَالّٰت۪ي تَخَافُونَ نُشُوزَهُنَّ فَعِظُوهُنَّ وَاهْجُرُوهُنَّ فِي الْمَضَاجِعِ وَاضْرِبُوهُنَّۚ فَاِنْ اَطَعْنَكُمْ فَلَا تَبْغُوا عَلَيْهِنَّ سَب۪يلًاۜ اِنَّ اللّٰهَ كَانَ عَلِيًّا كَب۪يرًا

Bi sebebê ku Allah hinekan (mêran) di ser hinekên din (jinan) re girtîye û ji ber ku mêr malên xwe xerc dikin, mêr li ser jinan rêveber in. Jinên salîha ew in ku ji dilûcan îtaetkarê Allah in û tiştên (weke mal û îffetê) ku Allah parastine di xeybê (di cihên ku kes nabîne) de diparêzin. Ew jinên ku hûn ji nuşûza wan/ji serkêşîya wan ditirsin şîret li wan bikin, paşê ew di nivînên wan de bi tenê bihêlin, li wan bixin. (Dema ku we yek ji van kir) eger îtaetî we bikin (dev ji serkêşîyê berdin) êdî di aleyha wan de (ji bo zerardayîna wan) rêyekî din negerin. Bêguman Allah (bi zat û sifetên xwe yê herî bilind) Alîy û (yê herî mezin) Kebîr e.

Jêrenot
Rasûlullah (ass) vê ayetê di demên cihê de wiha diyar kiriye: ‘Der heqê jinan de ji Allah (ac) bitirsin. Ew (jin), li cem we wek sparteyê/emanetê Allah in. We ewana bi kelîmeya Allah ji xwe re helal kirin. Nexistina malên xwe ku hûn ji wan kesan hez nakin, li ser wan heqê we ye. Eger ew wan kesên (ku hûn hez wan nakin) bixin xanîyên we, di vê rewşê de hûn dikarin hêdîka li wan bixin. Xwarin û vexwarin û libasên wan jî ji heqên wan a li ser we ye.’ (Muslîm, 1218; Ebû Dawûd, 1905; Tirmizî, 1163; Îbnî Mace, 1851, beşek ji Xutbeya Weda yê.) Muawîye b. Hayde (ra) wiha rîwayet kiriye: “Min ji Rasûlullah (ass) vê pirsê kir: ‘Ya Rasûlullah! Çi heqê jinên me li ser me hene?’ Rasûlullah (ass) wiha got: ‘Tiştê ku tu dixwî wê tu yê pê jî bidî xwarin û tiştê ku tu li xwe dikî tu yê jê lê jî bikî û tu yê li rûyê wê nexî û heqaretê lê nekî. Eger tu jê bixeyidî jî vêya (ne li der) di nava mala xwe de bike.’” Ebû Dawûd, 2142; Îbnî Mace, 1850; Ahmed, 20025)

Tefsîr

Fî Zılâli'l-Kur'ân

34- Allah'ın erkekleri, kadınlardan üstün yaratmış olması ve erkeklerin mali harcamaları karşılamaları gerekçesi ile erkekler kadınları yönetmeye yetkilidirler. Buna göre iyi kadınlar; saygılı olanlar ve kocalarının yokluğunda Allah'ın korunmasını emrettiği mahremiyetleri koruyanlardır. Dik kafalılık edeceklerinden endişe ettiğiniz kadınlara öğüt veriniz, kendilerini yataklarında yalnız bırakınız ve dövünüz. Eğer uslanıp size itaat ederler ise kendilerine karşı başka bir tedbire başvurmayınız. Hiç şüphesiz .Allah yüce ve büyüktür.