Vegere Sûreya Nîsa

Nîsaالنساء

48. Ayet

48Sûreya Nîsa
Di Mushefê de Veke

اِنَّ اللّٰهَ لَا يَغْفِرُ اَنْ يُشْرَكَ بِه۪ وَيَغْفِرُ مَا دُونَ ذٰلِكَ لِمَنْ يَشَٓاءُۚ وَمَنْ يُشْرِكْ بِاللّٰهِ فَقَدِ افْتَرٰٓى اِثْمًا عَظ۪يمًا

Bêguman Allah, qet tu carî şirk çêkirina ji xwe re efû nake. Ji xeynî vê (şirîk çêkirinê) ji kî re bixwaze wî efû dike. Kî ji Allah re şirîk çêke, bi rastî wî bêbextîyeke giran û gunehekî mezin kiriye.

Jêrenot
(Şirk, guneheke wisan e ku eger mirovek bê tobe li ser wê halê bimire, Allah (ac) qethîyen wî kesî efû nake. Ji xeynî şirkê gunehên mayîn êdî dimîne ji meşîyeta/ji daxwaza Allah re. Allah (ac) eger bixwaze efû dike an jî nabexşîne. Şirk ew e ku; tiştekî ku di îslâmê de îbadet e ji kesên din re bê kirin an jî sifetek ji sifetên aîdê Allah in dayîn û tehsîsa hin kesan. Gelek cureyên şirkê hene. Di hezkirinê de şirk (2/Baqara, 165), di îtaetê de şirk (9/Tewbe, 31), di dûa û îbadetê de şirk (7/A’râf, 37; 10/Yûnus, 106), di zagonsazî de/di qanûnçêkerî de şirk (18/Kehf, 26; 42/Şûrâ, 21), bi meqseda dilkelandina (pevkelijandina) gel de sanem girtina hin heyînan de şirk (29/Ankebût, 25) ... Kesê ku ji Allah re şirîk çêdike wî, di heman demê de bêbextîyeke pir mezin û zulmeke herî giran pêk anîye (31/Luqmân, 13). Ji ber vê yekê hemû amelên wî berhawa bûye (39/Zûmer, 65) û Allah (ac) cennet jê re heram kiriye (5/Mâîde, 72).)

Tefsîr

Tefhîmü'l-Kur'ân

48- Gerçekten, Allah, kendisine şirk koşulmasını bağışlamaz.(79) Bunun dışında kalanı ise, dilediğini bağışlar.(80) Kim Allah'a şirk koşarsa, doğrusu büyük bir günahla iftira etmiş olur.