51Sûreya Nîsa
اَلَمْ تَرَ اِلَى الَّذ۪ينَ اُو۫تُوا نَص۪يبًا مِنَ الْكِتَابِ يُؤْمِنُونَ بِالْجِبْتِ وَالطَّاغُوتِ وَيَقُولُونَ لِلَّذ۪ينَ كَفَرُوا هٰٓؤُ۬لَٓاءِ اَهْدٰى مِنَ الَّذ۪ينَ اٰمَنُوا سَب۪يلًا
Ma tu wan kesên ji Kitêbê parek ji wan re hatîye dayîn nabînî ku îmân bi cibt û taxût tînin û ji kafiran re dibêjin: “Evana ji mumînan rasterêtir in.”
Jêrenot
(Abdullah b. Abbas (ra) vê ayetê wiha tefsîr kiriye: “Cibt; ew pût û pelat in ku muşrîkan perestî ji wan re dikirin. Taxût jî ew in ku li ber pûtan disekinin û li ser navê wan diaxivin û rêveberîya gel dikin. (İbnî Ebî Hatîm, 5446, 5451) Ji aliman İbnî Quteybe (rh) û İbnî Cerîr Et-Taberî (rh) û ji alimên zimannas/fîlolog Zeccac (rh) wiha gotine: “Çi heyînên ji xeyrî Allah tê tazîmkirin û îbadet li wan tê kirin, cibt û taxût ew bixwe ne.)