يَٓا اَيُّهَا الَّذ۪ينَ اٰمَنُٓوا اَط۪يعُوا اللّٰهَ وَاَط۪يعُوا الرَّسُولَ وَاُو۬لِي الْاَمْرِ مِنْكُمْۚ فَاِنْ تَنَازَعْتُمْ ف۪ي شَيْءٍ فَرُدُّوهُ اِلَى اللّٰهِ وَالرَّسُولِ اِنْ كُنْتُمْ تُؤْمِنُونَ بِاللّٰهِ وَالْيَوْمِ الْاٰخِرِۜ ذٰلِكَ خَيْرٌ وَاَحْسَنُ تَأْو۪يلًا۟
Gelî ew ên îmân anîne! Îtaetî Allah bikin û îtaetî Rasûl bikin. Û (îtaetî) ulu’emrên ji xwe/rêveberên ji xwe (yên muslîm ku şirkê terk kirine û berê xwe bi tewhîdê dane Allah) bikin. Li ser mijarekî ku hûn li hev nakin de, eger hûn bi Allah û bi roja axîretê îmân tînin (ji bo wê meseleyê çareser bikin) wê bibin cem Allah û Rasûlê wî. Ev, herî bixêrtir e û ji hêla encamê ve jî herî xweşiktir e.
Jêrenot
(Di navbera însanan de di mijarên dînî û dinyewî de dibe ku gelemşe/îxtîlaf derkevin. Di rewşa îxtîlaf û lihevnekirinê de însan di du derawa de ne:
1- Mumînên ku îman bi Allah û bi Rasûlê wî anîne. Evana hemû pirsgirêkên xwe dibin cem Allah (ac) (yanê Qur'ana Kerîm) û Rasûlullah (ass) (yanê sûnneta pîrûpak). Evana ew kesên bextewar in ku bi dilsozîya îdîaya îmana xwe axîreta xwe xelas dikin û ji bo ku encama bi xêrtir û xweşiktir bi dest dixin jî heyata xwe ya dinyayê de azad û mesûd in. (Bnr.24/Nûr, 51)
2- Rêşaşên ku digel bi înkarkirina wê hatine emir kirin lê taxût red û înkar nakin. Evanan di lihevnekirinên xwe de ji bo çareserîya pirsgirêkan bi hukmên Kitêb û Sunnetê razî û qayîl nabin. Dixwazin ku hemû pirsgirêkên xwe bi qanûnên beşerî an bi urfên bav û kalên xwe an bi fitûyên qismek mela û zanyarên ku bi eşkerehî dijberîya Kitêb û Sunnetê dikin an jî bi distûrên mezhebên sîyasî an dînî ku çavên wan bi teassuba wan kor bûye çareser bikin. Ayeta piştre tê (Ayeta 60’in a sûreya Nîsa) vê mijarê îzah dike. (Wekî din bnr. 24/Nûr, 51))