79Sûreya Nîsa
مَٓا اَصَابَكَ مِنْ حَسَنَةٍ فَمِنَ اللّٰهِۘ وَمَٓا اَصَابَكَ مِنْ سَيِّئَةٍ فَمِنْ نَفْسِكَۜ وَاَرْسَلْنَاكَ لِلنَّاسِ رَسُولًاۜ وَكَفٰى بِاللّٰهِ شَه۪يدًا
Çi qencîya ku bigihîje te ew ji cem Allah e. Lê her xerabîyeke tê serê te, ji te bixwe ye. Me tu, bi pêxemberî ji însanan re şand. Ji şahidîyê re Allah bes e (ku tu pêxemberê heq î).
Jêrenot
(Qur'ana Kerîm, ji hêla xuliqandinê ve her tiştî nisbetê Allah (ac) dike. Lewre çi nîmet be û çi musîbet be tiştên ku însan leqayê wê dibe, xaliqê wan Allah e. Dema ji berhêla sebeban ve bê rênîn Qur'ana Kerîm her cureyên xêrê nisbetê Allah dike û her çeşîdên xerabîyê jî nisbetê însan bixwe dike. Lewre her xêr û nîmetên digihîje însan bi lutf û kerema Allah e (ac). (Bnr.14/Îbrahîm, 34) Sebebê musîbetên têne serê însan jî ji gunehên wî bixwe ne. (Bnr.42/Şûrâ, 30))