اِلَّا الَّذ۪ينَ يَصِلُونَ اِلٰى قَوْمٍ بَيْنَكُمْ وَبَيْنَهُمْ م۪يثَاقٌ اَوْ جَٓاؤُ۫كُمْ حَصِرَتْ صُدُورُهُمْ اَنْ يُقَاتِلُوكُمْ اَوْ يُقَاتِلُوا قَوْمَهُمْۜ وَلَوْ شَٓاءَ اللّٰهُ لَسَلَّطَهُمْ عَلَيْكُمْ فَلَقَاتَلُوكُمْۚ فَاِنِ اعْتَزَلُوكُمْ فَلَمْ يُقَاتِلُوكُمْ وَاَلْقَوْا اِلَيْكُمُ السَّلَمَۙ فَمَا جَعَلَ اللّٰهُ لَكُمْ عَلَيْهِمْ سَب۪يلًا
Ew ên ku xwe avêtine (bextê) qewmekî ku di nava we û wan de peyman heye yan jî ji bo ku naxwazin bi we re an jî bi qewmê xwe re şer bikin (û ji ber vê yekê) dilê wan tengezar dibe (naxwazin bi herdu alîyê re jî şer bikin) û tên cem te, têkilî wan nebin (wan nekujin). Eger Allah bixwesta dê wan muselletê we bikirana û dê bi we re şer bikirana. Eger ew dev ji we berdin û bi we re şer nekin û destê sulhê/aştîyê dirêjî we bikin di vê rewşê de Allah, di aleyha wan de tu rê nedaye we.