Vegere Sûreya Nûh

Nûhنوح

23. Ayet

23Sûreya Nûh
Di Mushefê de Veke

وَقَالُوا لَا تَذَرُنَّ اٰلِهَتَكُمْ وَلَا تَذَرُنَّ وَدًّا وَلَا سُوَاعًاۙ وَلَا يَغُوثَ وَيَعُوقَ وَنَسْرًاۚ

“Û gotin: ‘Nebe ku hûn dev ji îlâhên xwe berdin. Dev ji Wedd û Suwa û Yexûs û Yeûq û Nesrê bernedin.’ ”

Jêrenot
(Ibnî Abbas (ra) wiha gotîye: “Pût û pelatên qewmê Nûh, piştre bûn pûtên Ereban… Evana navên kesên qenc/salih yên ji qewmê Nûh bûn. Dema ku ew mirin şeytan di nav qewmê wan û di cîvata wan de pistepistê li wan kir ku pûtan biçikînin û wan bi navê bavûkalên wan binavînin. Wan jî wisa kir. Hetanî wefat kirin jî îbadet li wan pûtan nehatibû kirin. Çi dema ku ew mirin çûn û ilim jî ji holê rabû êdî însanan dest bi perestîya van kirin.” (Buxarî, 4920) Ibnî Cerîr (rh) dibêje: “Muhammed b. Qays (rh) wiha gotîye: ‘Ev kesên hanê qewmekî salih bûn ku di dewra navbera Âdem (as) û Nûh (as) de jiyîbûn. Peyrevên wan kesan jî hebûn. Dema ku ew jî mirin, hevalên wan ên li dûv wan gotin: ‘Em sûretên wan xêz bikin da ku dema em wan bi bîra xwe bînin bila me teşwîqê îbadetê bikin.’ Paşê sûretên wan xêz kirin. Dema ku ew nifş/nesil jî wefat kir û nesleke din hat şûna wan, şeytan ket nava wan û ji wan re wiha got: ‘Bavûkalên we yên berîya we perestîya van dikirin û bi saya wan baran li wan dibarîya.’ Êdî piştî vêya însanan jî dest bi perestîya wan pûtan kirin.” (Tefsîra Taberî))

Tefsîr

Çavkaniyekê hilbijêre da ku tefsîrê bibînî

Ji bo dîtina tefsîrê yek ji çavkaniyên jorîn hilbijêre.