Sure 71

Sûreya Nûh

Mekke28 ayetNûh

نوح
Der barê Sûreyê de

Sûreya Nûh, Mekkî ye (li Mekkeyê nazil bûye) û bîst û heşt (28) ayet e. Di Qur’anê de sûreya heftê û yekemîn e. Ji ber ku behsa vexwendina Nûh (as) ya li qewmê xwe dike bi navê sûreya Nûh hatîye navandin. Sûre, mijarên şandina Nûh (as) wek pêxember û dawet û teblîxa wî ya bal bi evdîtîya Allah (ac) ve û nîmetên ku Allah (ac) ji bo însan xuliqandîye û musexer kiriye û bi tofanê xeniqandina kafiran vedibêje.

﷽

Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).

اِنَّٓا اَرْسَلْنَا نُوحًا اِلٰى قَوْمِه۪ٓ اَنْ اَنْذِرْ قَوْمَكَ مِنْ قَبْلِ اَنْ يَأْتِيَهُمْ عَذَابٌ اَل۪يمٌ

Qet tu guman tune, ji bo ku wiha bibêje me Nûh ji qewmê wî re şand: “Berîya ku ezabekî biêş û jan were tu wan hişyar bike.”

قَالَ يَا قَوْمِ اِنّ۪ي لَكُمْ نَذ۪يرٌ مُب۪ينٌۙ

Gotibû: “Gelî qewmê min! Bêguman ez ji bo we hişyarkerekî vikîvekirî me.”

اَنِ اعْبُدُوا اللّٰهَ وَاتَّقُوهُ وَاَط۪يعُونِۙ

“Îbadetê Allah bikin, jê bitirsin û xwe biparêzin. Û îtaetî min bikin.”

يَغْفِرْ لَكُمْ مِنْ ذُنُوبِكُمْ وَيُؤَخِّرْكُمْ اِلٰٓى اَجَلٍ مُسَمًّىۜ اِنَّ اَجَلَ اللّٰهِ اِذَا جَٓاءَ لَا يُؤَخَّرُۢ لَوْ كُنْتُمْ تَعْلَمُونَ

(Li hemberî vê) bila gunehên we mexfîret bike û we hetanî demeke diyarkirî texîr bike. Bêguman dema/ecela Allah (ji we re) hat, êdî ew nayê texîrkirin. Xwezî we zanîbûna.”

قَالَ رَبِّ اِنّ۪ي دَعَوْتُ قَوْم۪ي لَيْلًا وَنَهَارًاۙ

Gotibû: “Rabbê min! Bêşik min qewmê xwe bi şev û roj gazî (tewhîdê) kir.”

فَلَمْ يَزِدْهُمْ دُعَٓاء۪ٓي اِلَّا فِرَارًا

“Gazîkirina min, bitenê reva wan zêdetir kir.”

وَاِنّ۪ي كُلَّمَا دَعَوْتُهُمْ لِتَغْفِرَ لَهُمْ جَعَلُٓوا اَصَابِعَهُمْ ف۪ٓي اٰذَانِهِمْ وَاسْتَغْشَوْا ثِيَابَهُمْ وَاَصَرُّوا وَاسْتَكْبَرُوا اسْتِكْبَارًاۚ

“Ji bo ku tu wan mexfîret bikî, min çiqas wan gazî (tewhîdê) kir, wan tilîyên xwe xistine guhê xwe û xwe bi libasên xwe nixumandin û (di kufra xwe de) israr kirin û heta karibin xwe qure kirin.”

ثُمَّ اِنّ۪ي دَعَوْتُهُمْ جِهَارًاۙ

“Paşê qet guman tune ku min wan bieşkerehî jî dawet kir.”

ثُمَّ اِنّ۪ٓي اَعْلَنْتُ لَهُمْ وَاَسْرَرْتُ لَهُمْ اِسْرَارًاۙ

“Piştre muheqeq min (daweta xwe) îlân kir. (Carinan jî) min têrbaş bi dizîka got. (Bi wan re wek taybet yek bi yek axivîm.)”

Tefsîrên Sûreya Nûh

Tefsîra vê sûreyê ji çavkaniyên cuda bixwînin.