Vegere Sûreya Nûr

Nûrالنور

35. Ayet

35Sûreya Nûr
Di Mushefê de Veke

اَللّٰهُ نُورُ السَّمٰوَاتِ وَالْاَرْضِۜ مَثَلُ نُورِه۪ كَمِشْكٰوةٍ ف۪يهَا مِصْبَاحٌۜ اَلْمِصْبَاحُ ف۪ي زُجَاجَةٍۜ اَلزُّجَاجَةُ كَاَنَّهَا كَوْكَبٌ دُرِّيٌّ يُوقَدُ مِنْ شَجَرَةٍ مُبَارَكَةٍ زَيْتُونَةٍ لَا شَرْقِيَّةٍ وَلَا غَرْبِيَّةٍۙ يَكَادُ زَيْتُهَا يُض۪ٓيءُ وَلَوْ لَمْ تَمْسَسْهُ نَارٌۜ نُورٌ عَلٰى نُورٍۜ يَهْدِي اللّٰهُ لِنُورِه۪ مَنْ يَشَٓاءُۜ وَيَضْرِبُ اللّٰهُ الْاَمْثَالَ لِلنَّاسِۜ وَاللّٰهُ بِكُلِّ شَيْءٍ عَل۪يمٌۙ

Allah, nûra erd û esmanan e. Mîsala nûra wî dişibe fanosek/kulekek ku di navê de çirayek hebe (û ronahî jê belav dibe). Ew çira jî di nava şûşeyekê de ye. Ew şûşe jî her weke ku stêrkeke mîna durrê/ incîyê be. Ji dareke zeytûnê ku ne aîdê rojhilat û rojava ye tê pêxistin. Agir (bi wê) negire jî hindik dimîne donê/zeyta wê şewlê dide. Nûr li ser nûrê ye. Allah, kî bivê ber bi nûra xwe ve hîdayet dike. Allah, mîsalan dide însanan. Allah, bi her tiştî dizane.

Jêrenot
(Wekî ku ji qisma dawîya ayetê fêm dibe di vê mîsâlê de hîdayeta Allah (ac) û tecellîya wê ya li ser kesê mumîn hatîye vegotin. Ew qelbên ku Allah (ac) bi îman û bi Qur'an û bi ilmê ronahî kiriye ha wisan e... Bersiva pirsa ‘lêgerîna vê nûr û hîdayetê wê çawa be û li ku derê be?’ jî di ayeta piştî vê de tê dayîn.)

Tefsîr

Çavkaniyekê hilbijêre da ku tefsîrê bibînî

Ji bo dîtina tefsîrê yek ji çavkaniyên jorîn hilbijêre.