Sure 24

Sûreya Nûr

Medîne64 ayetNûr

النور
Der barê Sûreyê de

Sûreya Nûr, Medenî ye (li Medîneyê nazil bûye) û şêst û çar (64) ayet e. Di Qur’anê de sûreya bîst û çaremîn e. Di ayeta 35. de ji ber ku nûra Allah (ac) tê teswîr kirin, bi navê sûreya Nûr hatîye navandin. Di vê sûreyê de serata distûrên şerîetê, ceza, hukmên curbicur ya der heqê jiyana kesîyatî û civakî û qaîdeyên li ser jiyana malbatî cih girtîye.

﷽

Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).

سُورَةٌ اَنْزَلْنَاهَا وَفَرَضْنَاهَا وَاَنْزَلْنَا ف۪يهَٓا اٰيَاتٍ بَيِّنَاتٍ لَعَلَّكُمْ تَذَكَّرُونَ

Ev, sûreyek e ku me ew nazil kiriye û (hukmên vedihewîne/îhtiwa dike) me ferz kiriye. Me tê de ayetên eşkere daxistîye da ku hûn şîret bigirin.

اَلزَّانِيَةُ وَالزَّان۪ي فَاجْلِدُوا كُلَّ وَاحِدٍ مِنْهُمَا مِائَةَ جَلْدَةٍۖ وَلَا تَأْخُذْكُمْ بِهِمَا رَأْفَةٌ ف۪ي د۪ينِ اللّٰهِ اِنْ كُنْتُمْ تُؤْمِنُونَ بِاللّٰهِ وَالْيَوْمِ الْاٰخِرِۚ وَلْيَشْهَدْ عَذَابَهُمَا طَٓائِفَةٌ مِنَ الْمُؤْمِن۪ينَ

Jinê zinakar û zilamê zinakar her yekî ji wan sed darî li wan bixin. Eger hûn bi Allah û bi roja axîretê bawer in, dema hûn li ser wan hukmê/qanûna Allah tetbîq dikin li ber wan herduyan nekevin. Bila komek ji mumînan li ser cezayê wan bibin şahid.

اَلزَّان۪ي لَا يَنْكِحُ اِلَّا زَانِيَةً اَوْ مُشْرِكَةًۘ وَالزَّانِيَةُ لَا يَنْكِحُهَٓا اِلَّا زَانٍ اَوْ مُشْرِكٌۚ وَحُرِّمَ ذٰلِكَ عَلَى الْمُؤْمِن۪ينَ

Zilamê zinakar enceq bikaribe bi jineke zanîye/zinakar re an jî bi jineke mûşrîke re bizewice. Jina zanîye jî enceq zilamekî zinakar an jî yeki muşrîk bikaribe wê mehr bike. Ev, ji bo mumînan hatîye heramkirin.

وَالَّذ۪ينَ يَرْمُونَ الْمُحْصَنَاتِ ثُمَّ لَمْ يَأْتُوا بِاَرْبَعَةِ شُهَدَٓاءَ فَاجْلِدُوهُمْ ثَمَان۪ينَ جَلْدَةً وَلَا تَقْبَلُوا لَهُمْ شَهَادَةً اَبَدًاۚ وَاُو۬لٰٓئِكَ هُمُ الْفَاسِقُونَۙ

Kesên ku bêbextîya zinayê davêjin ser jinên bi îffet/bi namûs û paşê nikarin (li ser rastîya îdîayên xwe) çar şahid bînin, hûn heştê dar/şiv li wan bixin û êdî ebedîyen şahidîya wan qebûl nekin. Ha ev ên hanê, fasiq bixwe ne.

اِلَّا الَّذ۪ينَ تَابُوا مِنْ بَعْدِ ذٰلِكَ وَاَصْلَحُواۚ فَاِنَّ اللّٰهَ غَفُورٌ رَح۪يمٌ

Ew ên ku di pey vê de tobe dikin û (rewşa) xwe sererast dikin ne tê de. Bêguman Allah, (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.

وَالَّذ۪ينَ يَرْمُونَ اَزْوَاجَهُمْ وَلَمْ يَكُنْ لَهُمْ شُهَدَٓاءُ اِلَّٓا اَنْفُسُهُمْ فَشَهَادَةُ اَحَدِهِمْ اَرْبَعُ شَهَادَاتٍ بِاللّٰهِۙ اِنَّهُ لَمِنَ الصَّادِق۪ينَ

Ew kesên ku jinên xwe (bi zinakarîyê) sûcdar dikin û ji xwe pê ve tu şahidên wan tunebin, şahidîya her yekî ji wan ev e ku çar caran wiha bibêjin: “Bi navê Allah sond dixwim ku ez ji rastbêjan im.”

وَالْخَامِسَةُ اَنَّ لَعْنَتَ اللّٰهِ عَلَيْهِ اِنْ كَانَ مِنَ الْكَاذِب۪ينَ

Cara pêncemîn wiha dibêje: “Eger ez derew dikim, laneta Allah li ser min be.”

وَيَدْرَؤُ۬ا عَنْهَا الْعَذَابَ اَنْ تَشْهَدَ اَرْبَعَ شَهَادَاتٍ بِاللّٰهِۙ اِنَّهُ لَمِنَ الْكَاذِب۪ينَۙ

Eger jin jî çar caran li ser navê Allah sond bixwe û wiha bibêje: “Bêguman ew, ji derewkaran e.” êdî ceza (yê zinayê) ji ser wê radibe.

وَالْخَامِسَةَ اَنَّ غَضَبَ اللّٰهِ عَلَيْهَٓا اِنْ كَانَ مِنَ الصَّادِق۪ينَ

Di cara pêncemîn de jî wiha dibêje: “Eger ew ji rastbêjan be xezeba Allah li ser min be.”

Tefsîrên Sûreya Nûr

Tefsîra vê sûreyê ji çavkaniyên cuda bixwînin.