Vegere Sûreya Nûr

Nûrالنور

40. Ayet

40Sûreya Nûr
Di Mushefê de Veke

اَوْ كَظُلُمَاتٍ ف۪ي بَحْرٍ لُجِّيٍّ يَغْشٰيهُ مَوْجٌ مِنْ فَوْقِه۪ مَوْجٌ مِنْ فَوْقِه۪ سَحَابٌۜ ظُلُمَاتٌ بَعْضُهَا فَوْقَ بَعْضٍۜ اِذَٓا اَخْرَجَ يَدَهُ لَمْ يَكَدْ يَرٰيهَاۜ وَمَنْ لَمْ يَجْعَلِ اللّٰهُ لَهُ نُورًا فَمَا لَهُ مِنْ نُورٍ۟

An jî (rewşa amelê kafiran) wek tarîtîyên di behreke kûr de ye. Pêlek wê (tarîtîyê) dinixûmîne. Wê pêlê (jî pêleke din) dinixûmîne. Li ser wê jî ewr hene. Tarîtîyên (wisan ku ew tarîtî) bi ser hevdu ketine... Eger destê xwe derêxe (ji zora tarîtîyê) hema hema wê destê xwe jî nikaribe bibîne. Eger Allah nûr nedabe kesekî, ji bo wî qet bi tu awayî nûr tune.

Jêrenot
(Mînaka yekem ji bo wan kafiran e ku însanan gazî kufrê dikin û ji bo batilên xwe dixebitin û zen dikin ku tiştên qenc dikin. Roja qiyametê hemû hêvîyên wan weke leylanê/revrevikê dibe hîç/ne tu tişt. Mîsala duyem jî ji bo wan însanan e ku bi çavekorî didin pey serok û lîderên xwe û li dij heqîqetê kor û ker û lal in û heyata wan di tarîtîya zen û guman û xurafe û cehaletê de dibore.)

Tefsîr

Çavkaniyekê hilbijêre da ku tefsîrê bibînî

Ji bo dîtina tefsîrê yek ji çavkaniyên jorîn hilbijêre.