51Sûreya Nûr
اِنَّمَا كَانَ قَوْلَ الْمُؤْمِن۪ينَ اِذَا دُعُٓوا اِلَى اللّٰهِ وَرَسُولِه۪ لِيَحْكُمَ بَيْنَهُمْ اَنْ يَقُولُوا سَمِعْنَا وَاَطَعْنَاۜ وَاُو۬لٰٓئِكَ هُمُ الْمُفْلِحُونَ
Ji bo ku di navbera wan de hukim bide, dema bi bal hukmê Allah û Rasûlê wî ve bên vêxwendin gotina mumînan ev e: “Me bihîst û em îtaet dikin.” Ha ew ên ku xelas bûne ev bixwe ne.
Jêrenot
(Ferqa di navbera munafiqên ku bi Allah (ac) û bi roja axîretê nebawer in û mumînên bi dilsozî îman anîne li ber çavan hatîye dayîn. Kesên mumîn, eger di leha wan an di aleyha wan (elenî an selenî) be jî dema bi bal hukmê Qur'an û sunnetê ve bên vexwendin îcabet dikin. Lê kesên munafiq, dema hizir bikin ku wê encam di leha wan de be îcabetî vexwendinê dikin; eger hizir bikin ku wê encam di aleyha wan de be an jî ji qerara bê dayîn ne ewle bin, serî li rê û rêbazên din didin û ji hukmên Allah rû vedigerînin. (Bnr. 4/Nîsa, 60))