63Sûreya Nûr
لَا تَجْعَلُوا دُعَٓاءَ الرَّسُولِ بَيْنَكُمْ كَدُعَٓاءِ بَعْضِكُمْ بَعْضًاۜ قَدْ يَعْلَمُ اللّٰهُ الَّذ۪ينَ يَتَسَلَّلُونَ مِنْكُمْ لِوَاذًاۚ فَلْيَحْذَرِ الَّذ۪ينَ يُخَالِفُونَ عَنْ اَمْرِه۪ٓ اَنْ تُص۪يبَهُمْ فِتْنَةٌ اَوْ يُص۪يبَهُمْ عَذَابٌ اَل۪يمٌ
Hûn weke ku di navbera xwe de gazî hevdu dikin wisa gazî pêxember nekin. Allah, ji nav we bi wan ên ku di pişt hev de vedişêrin û (bê destûr) xwe dan alî dizane. Ew ên bêemrîya wî kirine bila ji fitneyeke ku wê bê serê wan an jî ji ezabeke biêş û jan bitirsin.
Jêrenot
(Ji vê ayetê û ya berîya wê em du heqîqetên giring fêm dikin:
a. Di çalakîyên/fealîyetên mumînan yên cemaî/komdarî de destûr sitendin pir giring e.
b. Rasûlullah (ass), ne posteger e. Di çalakîyên leşkerî û sîyasî de jî ew kesên muxalefetê emrê wî kirine hatine tehdîtkirin. “Îtaeta ji Pêxember re, îtaeta ji Allah re ye.”
Gotina qaîde (4/Nîsa, 80) û tehdîda “Ew ên muxalefetê wî dikin...” (24/Nûr, 63) ku li ser bûyerên civakî û cemaî de hatîye îzah kirin divê li ser vê mijarê qenc bê fikirîn ku ev mijar ji hêla nîşandana cîrewşa/pozisyona Rasûlullah (ass) pir giring e. Allah (ac) ne bitenê di ayetên tên xwendin de, di her qad û mijarî de îtaetkarîya wî û dûrketina ji dijberîya wî parastinê daxwaz dike. Wekî din bnr. 16/Nahl, 44)