Vegere Sûreya Qasas

Qasasالقصص

46. Ayet

46Sûreya Qasas
Di Mushefê de Veke

وَمَا كُنْتَ بِجَانِبِ الطُّورِ اِذْ نَادَيْنَا وَلٰكِنْ رَحْمَةً مِنْ رَبِّكَ لِتُنْذِرَ قَوْمًا مَٓا اَتٰيهُمْ مِنْ نَذ۪يرٍ مِنْ قَبْلِكَ لَعَلَّهُمْ يَتَذَكَّرُونَ

Dema ku me gazî (Mûsa) kir jî tu ne li cem Tûr bûyî. Lê bi rahmeteke Rabbê te (em van ji te re wehîy dikin ku) qewmê berî te ku qet hişyarker ji wan re nehatine tu wan hişyar bikî. Hêvî heye ku şîret bigirin.

Jêrenot
(Ev ayet, diyar dike ku berîya Rasûlullah (ass) ji ehlê Mekkeyê re hişyarker nehatine. (Bnr. 36/Yâsîn, 6) Digel ku di mijara şirkê de nehatine hişyarkirin jî Allah (ac) wan wek muşrîk bi nav kiriye (98/Beyyîne, 1) û Rasûlullah (ass) bi wan daye zanîn ku mirîyên wan di agir de ne. Lewre di mijara tewhîd û şirkê de, li ser evdên wî pênc heb delîlên Allah (ac) hene ku her yek ji wan huccetekî musteqîl e. a. Allah (ac) ji evdên xwe ehd sitendîye û di roja qiyametê de pêşî ji van gotinên wekî “Nizanibûm” an “Ez muqellîd bûm” girtîye. (Bnr. 7/A’raf, 172-173) b. Însanan li ser fitreta tewhîdê xuliqandîye. (Bnr. 30/Rûm, 30) c. Pêxemberan şandîye (Bnr. 4/Nîsa, 165) d. Kitêban nazil kiriye. (Bnr. 6/En’am, 19; 11/Hûd, 1-2) e. Li ser hebûn û yekîtîya wî, delîlên bêjimar di vê gerdûnê/kaînatê de bi cih kiriye. (Bnr. 2/Baqara, 163-164; 6/En’am, 94-102; 27/Neml, 59-65) Digel hebûn û eşkerehîya van delîlan Allah (ac) berîya ku pêxember bişîne, tu qewmî bi tevahî helak nake. Ayeta pişt vê re tê jî vê heqîqetê rave dike.)

Tefsîr

Tefhîmü'l-Kur'ân

46- (Musa'ya) Seslendiğimiz zaman da, sen Tur'un yanında değildin. Ancak Rabbinden bir rahmet olmak üzere senden önce kendilerine bir uyarıcı-korkutucu gelmemiş olan bir kavimi(64) uyarıp korkutman için (gönderildin) (65) Umulur ki, öğüt alıp-düşünürler diye.