﷽
Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).
Mekke88 ayetÇîrok
Sûreya Qasas, Mekkî ye (li Mekkeyê nazil bûye) û heştê û heşt (88) ayet e. Di Qur’anê de sûreya bîst û heştemîn e. Qasas, tê ser maneya qiseyan. Di ayeta 25. de peyva Qasas dibore. Sûreya Qasas jî navê xwe ji vê peyvê girtîye. Di sûreyê de jiyana Mûsa (as) û qiseya derxistina wî ya ku Benî Îsraîlîyan ji Misrê û xeniqandina Firewn û artêşa wî û qiseya Qarûn tê vegotin.
﷽
Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).
طٰسٓمٓۜ
Ta, Sîn, Mîm.
تِلْكَ اٰيَاتُ الْكِتَابِ الْمُب۪ينِ
Ev, ayetên Kitêba mubîn/vikîvekirî ne.
نَتْلُوا عَلَيْكَ مِنْ نَبَاِ مُوسٰى وَفِرْعَوْنَ بِالْحَقِّ لِقَوْمٍ يُؤْمِنُونَ
Em ji bo (talîm û perwerdehîya) qewmekî, qismek ji qiseya Mûsa û Firewn wek heq ji te re dixwînin.
اِنَّ فِرْعَوْنَ عَلَا فِي الْاَرْضِ وَجَعَلَ اَهْلَهَا شِيَعًا يَسْتَضْعِفُ طَٓائِفَةً مِنْهُمْ يُذَبِّحُ اَبْنَٓاءَهُمْ وَيَسْتَحْي۪ نِسَٓاءَهُمْۜ اِنَّهُ كَانَ مِنَ الْمُفْسِد۪ينَ
Qet guman tune ku Firewn, li ser rûyê erdê çavdêrîya serdestîyê kir. Xelkê wê derê kom bi kom ji hevdu veqetandibû û qismek ji wan zeîf/qels dihişt; zaroyên wan ên kurîn serjê dikir û jinên wan sax dihişt. Lewre ew, ji mufsîdan bû.
وَنُر۪يدُ اَنْ نَمُنَّ عَلَى الَّذ۪ينَ اسْتُضْعِفُوا فِي الْاَرْضِ وَنَجْعَلَهُمْ اَئِمَّةً وَنَجْعَلَهُمُ الْوَارِث۪ينَۙ
Em daxwaz dikin ku li ser rûyê erdê qencîyê bi qelsan (bi mustezefan) bikin û wan bikin rêber (ên peyrevîtî li wan tên kirin) û wan (li ser rûyê erdê) bikin waris.
وَنُمَكِّنَ لَهُمْ فِي الْاَرْضِ وَنُرِيَ فِرْعَوْنَ وَهَامَانَ وَجُنُودَهُمَا مِنْهُمْ مَا كَانُوا يَحْذَرُونَ
Û em (dixwazin) wan li ser rûyê erdê bikin xwedî hêz/desthilatdar. Tiştên ku xwe jê diparastin em (dixwazin) nîşanî Firewn û Haman û leşkerên wan bidin.
وَاَوْحَيْنَٓا اِلٰٓى اُمِّ مُوسٰٓى اَنْ اَرْضِع۪يهِۚ فَاِذَا خِفْتِ عَلَيْهِ فَاَلْق۪يهِ فِي الْيَمِّ وَلَا تَخَاف۪ي وَلَا تَحْزَن۪يۚ اِنَّا رَٓادُّوهُ اِلَيْكِ وَجَاعِلُوهُ مِنَ الْمُرْسَل۪ينَ
Me ji dêya Mûsa re wiha wehîy kir: “Wî şîr bide. Eger tu (ji Firewn û leşkerên wî) bitirsî, wî berde behrê. Netirse, xemgîn nebe! Bêguman em ê wî dîsa li te vegerînin û em ê wî bikin ji pêxemberên şandî.”
فَالْتَقَطَهُٓ اٰلُ فِرْعَوْنَ لِيَكُونَ لَهُمْ عَدُوًّا وَحَزَنًاۜ اِنَّ فِرْعَوْنَ وَهَامَانَ وَجُنُودَهُمَا كَانُوا خَاطِـ۪ٔينَ
Firewn û malbata wî ew (bebek) a (di pêş de) ji wan re neyartî bike û bibe sebebê xemgînîyê girtin/xwedîtî lê kirin. Bêşik Firewn û Haman û leşkerên herduyan di xeletîyê de bûn.
وَقَالَتِ امْرَاَتُ فِرْعَوْنَ قُرَّتُ عَيْنٍ ل۪ي وَلَكَۜ لَا تَقْتُلُوهُۗ عَسٰٓى اَنْ يَنْفَعَنَٓا اَوْ نَتَّخِذَهُ وَلَدًا وَهُمْ لَا يَشْعُرُونَ
Jina Firewn got: “Ev (zarokek e ku) ji bo min û te ronahîya çavan e. Wî nekujin. Dibe ku feydeyekî wî bigihîje me an jî em ê wî ji xwe re wek kurmarî bigirin.” Lê haya wan (ji tiştê ku bê serê wan) tune bû.
وَاَصْبَحَ فُؤٰادُ اُمِّ مُوسٰى فَارِغًاۜ اِنْ كَادَتْ لَتُبْد۪ي بِه۪ لَوْلَٓا اَنْ رَبَطْنَا عَلٰى قَلْبِهَا لِتَكُونَ مِنَ الْمُؤْمِن۪ينَ
Dêya Mûsa bi dilxemî (ji ber ku endişe dikir bitenê bi fikara Mûsa bi bê hişî) gihîşte sibê. Eger ji bo ku bibe ji mumînan me qelbê wê qewî nekiriba hindik mabû ku wê ew (sirra Mûsa) eşkere bikira.
وَقَالَتْ لِاُخْتِه۪ قُصّ۪يهِۘ فَبَصُرَتْ بِه۪ عَنْ جُنُبٍ وَهُمْ لَا يَشْعُرُونَۙ
Ji xwişka wî (Mûsa) re got: “Wî bişopîne.” Bi vî awayî haya tu kesî jê tunebû ku wê ji rexekê ve ew dişopand.
وَحَرَّمْنَا عَلَيْهِ الْمَرَاضِعَ مِنْ قَبْلُ فَقَالَتْ هَلْ اَدُلُّكُمْ عَلٰٓى اَهْلِ بَيْتٍ يَكْفُلُونَهُ لَكُمْ وَهُمْ لَهُ نَاصِحُونَ
Di berê de (berîya ku em wî (Mûsa) li dêya wî vegerînin) me dêşîran jê re heram kiribû. (Şîrê tu kesekê nedivexwar.) Xwişka wî got: “Ma ez maleke ku wî xweş xwedî bikin û ew lê guhdar bin nîşanî we bidim?”
فَرَدَدْنَاهُ اِلٰٓى اُمِّه۪ كَيْ تَقَرَّ عَيْنُهَا وَلَا تَحْزَنَ وَلِتَعْلَمَ اَنَّ وَعْدَ اللّٰهِ حَقٌّ وَلٰكِنَّ اَكْثَرَهُمْ لَا يَعْلَمُونَ۟
Herwiha ji bo ku çavê wê ronahî/dilê wê xweş bibe û bila bizanibe ku weada Allah heq e, me ew (Mûsa) li dêya wî vegerand. Lê pirên wan nizanin.
وَلَمَّا بَلَغَ اَشُدَّهُ وَاسْتَوٰٓى اٰتَيْنَاهُ حُكْمًا وَعِلْمًاۜ وَكَذٰلِكَ نَجْزِي الْمُحْسِن۪ينَ
Dema gihaştibû û giha kemala xwe, me hukim û ilim dayê. Em muhsînan/ew ên ku evdîtîya xwe herî xweşik pêk tînin wiha xelat dikin.
وَدَخَلَ الْمَد۪ينَةَ عَلٰى ح۪ينِ غَفْلَةٍ مِنْ اَهْلِهَا فَوَجَدَ ف۪يهَا رَجُلَيْنِ يَقْتَتِلَانِۘ هٰذَا مِنْ ش۪يعَتِه۪ وَهٰذَا مِنْ عَدُوِّه۪ۚ فَاسْتَغَاثَهُ الَّذ۪ي مِنْ ش۪يعَتِه۪ عَلَى الَّذ۪ي مِنْ عَدُوِّه۪ۙ فَوَكَزَهُ مُوسٰى فَقَضٰى عَلَيْهِۘ قَالَ هٰذَا مِنْ عَمَلِ الشَّيْطَانِۜ اِنَّهُ عَدُوٌّ مُضِلٌّ مُب۪ينٌ
Di demekî de haya xelkê wê derê jê tunebû Mûsa ket nava bajêr. Li wê derê dît ku du zilam li hev dixin. Yek ji qewmê wî bû û yê din jî ji neyarên wî bû. Ew ê ji qewmê wî li dij wî (ji Mûsa) alîkarî xwest. Mûsa jî kulmek lê da û ew kuşt. Got: “Ev, ji karê şeytan e. Bêguman ew neyarekî rêşaşkerê vikîvekirî ye.
قَالَ رَبِّ اِنّ۪ي ظَلَمْتُ نَفْس۪ي فَاغْفِرْ ل۪ي فَغَفَرَ لَهُۜ اِنَّهُ هُوَ الْغَفُورُ الرَّح۪يمُ
Got: “Rabbê min, min zilim li nefsa xwe kir. Min efû bike.” (Allah jî) ew efû kir. Lewre ew, (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.
قَالَ رَبِّ بِمَٓا اَنْعَمْتَ عَلَيَّ فَلَنْ اَكُونَ ظَه۪يرًا لِلْمُجْرِم۪ينَ
Got: “Rabbê min! Ji ber wê nîmeta (efûkirinê) ku te daye min êdî ez nabim alîkarê gunehkarên mucrîm/sûcdar.”
فَاَصْبَحَ فِي الْمَد۪ينَةِ خَٓائِفًا يَتَرَقَّبُ فَاِذَا الَّذِي اسْتَنْصَرَهُ بِالْاَمْسِ يَسْتَصْرِخُهُۜ قَالَ لَهُ مُوسٰٓى اِنَّكَ لَغَوِيٌّ مُب۪ينٌ
(Ji ber wê qetla ku kiribû) di bajêr de bi çavdêrîyeke bi tirs lê bû sibeh. (Bi carekî çi bibîne!) Ew kesê ku duh jê alîkarî dixwest, (dîsa) gazî wî dike û alîkarî dixwaze. Mûsa jê re got: “Tu bi eşkerehî mirovekî har î/bitir î.”
فَلَمَّٓا اَنْ اَرَادَ اَنْ يَبْطِشَ بِالَّذ۪ي هُوَ عَدُوٌّ لَهُمَاۙ قَالَ يَا مُوسٰٓى اَتُر۪يدُ اَنْ تَقْتُلَن۪ي كَمَا قَتَلْتَ نَفْسًا بِالْاَمْسِۗ اِنْ تُر۪يدُ اِلَّٓا اَنْ تَكُونَ جَبَّارًا فِي الْاَرْضِ وَمَا تُر۪يدُ اَنْ تَكُونَ مِنَ الْمُصْلِح۪ينَ
Çi dema xwest wî zilamê ku dijminê her duyan bû bigire, ji Mûsa re wiha got: “Ya Mûsa! Wekî ku te duh yekî kuştibû tu dixwazî îro jî min bikujî? Tu dixwazî li ser rûyê erdê bibî zordar, naxwazî bibî ji muslîhan/ji islahkeran.”
وَجَٓاءَ رَجُلٌ مِنْ اَقْصَا الْمَد۪ينَةِ يَسْعٰىۘ قَالَ يَا مُوسٰٓى اِنَّ الْمَلَاَ يَأْتَمِرُونَ بِكَ لِيَقْتُلُوكَ فَاخْرُجْ اِنّ۪ي لَكَ مِنَ النَّاصِح۪ينَ
Axir ji rexê bajêr ya din zilamek bi bezdan hat. Got: “Ya Mûsa! Giregiran ji bo kuştina te civînekî danîne. Ji vê derê derkeve. (Ji bo ku qencîya te dixwazim, ez) şîret li te dikim.”
فَخَرَجَ مِنْهَا خَٓائِفًا يَتَرَقَّبُۘ قَالَ رَبِّ نَجِّن۪ي مِنَ الْقَوْمِ الظَّالِم۪ينَ۟
Ji wê derê bi tirs û bi çavdêrîya derdor derket. Got: “Rabbê min, tu min ji qewmê zaliman xelas bike.”
وَلَمَّا تَوَجَّهَ تِلْقَٓاءَ مَدْيَنَ قَالَ عَسٰى رَبّ۪ٓي اَنْ يَهْدِيَن۪ي سَوَٓاءَ السَّب۪يلِ
Dema berê xwe da bi Medyenê ve got: “Hêvî heye ku Rabbê min bigihîne rêya rasterast.”
وَلَمَّا وَرَدَ مَٓاءَ مَدْيَنَ وَجَدَ عَلَيْهِ اُمَّةً مِنَ النَّاسِ يَسْقُونَۘ وَوَجَدَ مِنْ دُونِهِمُ امْرَاَتَيْنِ تَذُودَانِۚ قَالَ مَا خَطْبُكُمَاۜ قَالَتَا لَا نَسْق۪ي حَتّٰى يُصْدِرَ الرِّعَٓاءُ وَاَبُونَا شَيْخٌ كَب۪يرٌ
Wextê gihîşt ser ava Medyenê, li ser avê komek însan dît ku wan heywanên xwe av didan. Ji xeynî wan du heb jî jin dît (ji bo heywanên wan tevlî ên din nebin) ji wan re dibûn asteng. Ji wan re got: “Ev çi rewşa we ye? (Hûn çima kerîyê xwe av nadin?)” Gotin: “Heta ew (şivanên din) kerîyên xwe av nedin em nikarin av bidin. (Eger tu pirsa wî dikî) bavê me jî pîremêr e/ixtîyar e.”
فَسَقٰى لَهُمَا ثُمَّ تَوَلّٰٓى اِلَى الظِّلِّ فَقَالَ رَبِّ اِنّ۪ي لِمَٓا اَنْزَلْتَ اِلَيَّ مِنْ خَيْرٍ فَق۪يرٌ
Ji bo wan kerîyê wan av da. Paşê hilkişîya bin sihekê û wiha got: “Rabbê min! Ez hewcedarê her cureya xêrê me ku tu ji min re daxînî.”
فَجَٓاءَتْهُ اِحْدٰيهُمَا تَمْش۪ي عَلَى اسْتِحْيَٓاءٍۘ قَالَتْ اِنَّ اَب۪ي يَدْعُوكَ لِيَجْزِيَكَ اَجْرَ مَا سَقَيْتَ لَنَاۜ فَلَمَّا جَٓاءَهُ وَقَصَّ عَلَيْهِ الْقَصَصَۙ قَالَ لَا تَخَفْ۠ نَجَوْتَ مِنَ الْقَوْمِ الظَّالِم۪ينَ
Ji wan herduyan yek, bi meşeke (bi edeb û) bi heya hate cem (Mûsa û) got: “Bavê min ji ber wê (qencî) ya avdanê ku te bi me re kiriye heqê te bide, gazî te dike.” Dema (Mûsa çû) cem bavê wan û serpêhatîyên xwe jê re qise kir, (wî jî) got: “Netirse! Tu ji qewmekî zilimkar xelas bûyî.”
قَالَتْ اِحْدٰيهُمَا يَٓا اَبَتِ اسْتَأْجِرْهُۘ اِنَّ خَيْرَ مَنِ اسْتَأْجَرْتَ الْقَوِيُّ الْاَم۪ينُ
Ji wan herduyan yekê wiha got: “Bavê min! Wî wek karker biheq bigire. Bixêrtirê karkerên ku tu bigirî, yê herî bi hêz û ewledar e.”
قَالَ اِنّ۪ٓي اُر۪يدُ اَنْ اُنْكِحَكَ اِحْدَى ابْنَتَيَّ هَاتَيْنِ عَلٰٓى اَنْ تَأْجُرَن۪ي ثَمَانِيَ حِجَجٍۚ فَاِنْ اَتْمَمْتَ عَشْرًا فَمِنْ عِنْدِكَۚ وَمَٓا اُر۪يدُ اَنْ اَشُقَّ عَلَيْكَۜ سَتَجِدُن۪ٓي اِنْ شَٓاءَ اللّٰهُ مِنَ الصَّالِح۪ينَ
(Bavê wan) got: “Di muqabilê ku tu heşt salan ji min re wek karker bixebitî ez dixwazim ji van her du keçên xwe yekê li te mahr bikim. Eger tu deh salan temam bikî, ew jî qencîyekî ji te ye. Ez naxwazim zorahîyê ji te re derêxim. Înşaallah wê tu bibînî ku ez ji salihan im.”
قَالَ ذٰلِكَ بَيْن۪ي وَبَيْنَكَۜ اَيَّمَا الْاَجَلَيْنِ قَضَيْتُ فَلَا عُدْوَانَ عَلَيَّۜ وَاللّٰهُ عَلٰى مَا نَقُولُ وَك۪يلٌ۟
(Mûsa) got: “Ev (peymaneke) di navbera min û te de ye. Ji van herdu qewlan kîjanî temam bikim êdî ji min re neyartî tune/ji min ne enire. Allah li ser van gotinên me wekîl e.”
فَلَمَّا قَضٰى مُوسَى الْاَجَلَ وَسَارَ بِاَهْلِه۪ٓ اٰنَسَ مِنْ جَانِبِ الطُّورِ نَارًاۚ قَالَ لِاَهْلِهِ امْكُثُٓوا اِنّ۪ٓي اٰنَسْتُ نَارًا لَعَلّ۪ٓي اٰت۪يكُمْ مِنْهَا بِخَبَرٍ اَوْ جَذْوَةٍ مِنَ النَّارِ لَعَلَّكُمْ تَصْطَلُونَ
Çaxê Mûsa qewlê xwe temam kir û bi malbata xwe re bi rê ket, li alîyê Tûr agirek dît. Ji ehlê xwe re got: “Hûn li vê derê bisekinin. Lewre min agirek dît. Dibe ku ez ji we re agahîyekî an jî bizotekî agir bînim.”
فَلَمَّٓا اَتٰيهَا نُودِيَ مِنْ شَاطِئِ الْوَادِ الْاَيْمَنِ فِي الْبُقْعَةِ الْمُبَارَكَةِ مِنَ الشَّجَرَةِ اَنْ يَا مُوسٰٓى اِنّ۪ٓي اَنَا۬ اللّٰهُ رَبُّ الْعَالَم۪ينَۙ
Dema hat (cem agir), ji alîyê rastê yê newala pîroz de ji darekê wiha lê hate gazîkirin: “Ya Mûsa! Bêşik ez (belê, ez) Allahê Rabbê aleman im.”
وَاَنْ اَلْقِ عَصَاكَۜ فَلَمَّا رَاٰهَا تَهْتَزُّ كَاَنَّهَا جَٓانٌّ وَلّٰى مُدْبِرًا وَلَمْ يُعَقِّبْۜ يَا مُوسٰٓى اَقْبِلْ وَلَا تَخَفْ۠ اِنَّكَ مِنَ الْاٰمِن۪ينَ
“Gopalê xwe bavêje!” (Gopalê xwe avêt.) Dema dît ku weke marekî dilive/tevdigere, li pişt xwe mêze nekir û dest bi revê kir. “Ya Mûsa! Vegere û netirse! Lewre tu ji yên emîn/ewledar î.”
اُسْلُكْ يَدَكَ ف۪ي جَيْبِكَ تَخْرُجْ بَيْضَٓاءَ مِنْ غَيْرِ سُٓوءٍۘ وَاضْمُمْ اِلَيْكَ جَنَاحَكَ مِنَ الرَّهْبِ فَذَانِكَ بُرْهَانَانِ مِنْ رَبِّكَ اِلٰى فِرْعَوْنَ وَمَلَا۬ئِه۪ۜ اِنَّهُمْ كَانُوا قَوْمًا فَاسِق۪ينَ
Destê xwe têxe paşila xwe. Wê bi spîtîyekî bê xerabûn/bê nexweşî derkeve. Milên xwe (yên ji ber tirsê vebûne) ber bi xwe ve bikişîne (wê tirsa te bibore). Ev her du (gopal û destê spî) ji Rabbê te ji bo Firewn û ji bo giregirên wî du heb delîl in (ku di van de qet tu guman tunin). Bêguman ew, qewmekî fasiq in.”
قَالَ رَبِّ اِنّ۪ي قَتَلْتُ مِنْهُمْ نَفْسًا فَاَخَافُ اَنْ يَقْتُلُونِ
Got: “Rabbê min, min mirovek ji wan kuştibû. (Ji ber vê yekê) ez ditirsim ku min bikujin.”
وَاَخ۪ي هٰرُونُ هُوَ اَفْصَحُ مِنّ۪ي لِسَانًا فَاَرْسِلْهُ مَعِيَ رِدْءًا يُصَدِّقُن۪يۘ اِنّ۪ٓي اَخَافُ اَنْ يُكَذِّبُونِ
“Birayê min Hârûn, ji min çêtir diaxive/zimanê wî fesihtir e. Wî jî wek alîkar bi min re bişîne da ku ew min birastîne. Lewre ez ditirsim ku ew min biderewînin.”
قَالَ سَنَشُدُّ عَضُدَكَ بِاَخ۪يكَ وَنَجْعَلُ لَكُمَا سُلْطَانًا فَلَا يَصِلُونَ اِلَيْكُمَا بِاٰيَاتِنَاۚ اَنْتُمَا وَمَنِ اتَّبَعَكُمَا الْغَالِبُونَ
Got: “Em ê hêza te/bazûya te bi piştgirîya birayê te qayîm û xurt bikin. Em ê huccetekî wisan bidin we ku; ji ber ayetên/mucîzeyên me wê nikaribin têkilî we bibin/zerarê bidin we. Hûn û yên ku li pey we tên (herûdaîm) wê bi ser bikevin.”
فَلَمَّا جَٓاءَهُمْ مُوسٰى بِاٰيَاتِنَا بَيِّنَاتٍ قَالُوا مَا هٰذَٓا اِلَّا سِحْرٌ مُفْتَرًى وَمَا سَمِعْنَا بِهٰذَا ف۪ٓي اٰبَٓائِنَا الْاَوَّل۪ينَ
Dema Mûsa bi ayetên me yên eşkere ji wan re hat, gotin: “Ev, ji sêhra lihevanînî pê ve ne tiştekî din e. Me tiştekî wiha ji bav û kalên xwe yên pêşîn nebihîstîye.”
وَقَالَ مُوسٰى رَبّ۪ٓي اَعْلَمُ بِمَنْ جَٓاءَ بِالْهُدٰى مِنْ عِنْدِه۪ وَمَنْ تَكُونُ لَهُ عَاقِبَةُ الدَّارِۜ اِنَّهُ لَا يُفْلِحُ الظَّالِمُونَ
Mûsa got: “Rabbê min çêtir dizane ka kî ji cem wî bi hîdayetê hatîye û aqubeta (xweşik) ka ji kî re ye. Muheqeq ew ên zilimkar nagihêjin xelasîyê.”
وَقَالَ فِرْعَوْنُ يَٓا اَيُّهَا الْمَلَاُ مَا عَلِمْتُ لَكُمْ مِنْ اِلٰهٍ غَيْر۪يۚ فَاَوْقِدْ ل۪ي يَا هَامَانُ عَلَى الطّ۪ينِ فَاجْعَلْ ل۪ي صَرْحًا لَعَلّ۪ٓي اَطَّلِعُ اِلٰٓى اِلٰهِ مُوسٰىۙ وَاِنّ۪ي لَاَظُنُّهُ مِنَ الْكَاذِب۪ينَ
Firewn got: “Gelî giregiran! Ez ji bo we ji xwe pê ve îlâhekî din nas nakim. Ya Haman! Rabe li ser herîyê ji bo min agir pêxe û ji min re bircekî ava bike. Hêvî dikim ku ez (derkevim ser û) xwe bigihînim îlâhê Mûsa! Lewre ez bawer im ku ew teqez ji derewkaran e.”
وَاسْتَكْبَرَ هُوَ وَجُنُودُهُ فِي الْاَرْضِ بِغَيْرِ الْحَقِّ وَظَنُّٓوا اَنَّهُمْ اِلَيْنَا لَا يُرْجَعُونَ
Ew û leşkerên xwe li ser rûyê erdê bi neheqî quretîyê kirin. Û ji wan we ye ku wê li me nevegerin.
فَاَخَذْنَاهُ وَجُنُودَهُ فَنَبَذْنَاهُمْ فِي الْيَمِّۚ فَانْظُرْ كَيْفَ كَانَ عَاقِبَةُ الظَّالِم۪ينَ
Me jî ew û leşkerên wî girt û avêtin behrê. Tu binêre ka aqubeta zaliman çawa bûye!
وَجَعَلْنَاهُمْ اَئِمَّةً يَدْعُونَ اِلَى النَّارِۚ وَيَوْمَ الْقِيٰمَةِ لَا يُنْصَرُونَ
Me ew kirin ji wan rehberan/serokan ku wan gazî agir dikin. Wê roja qiyametê jî alîkarî li wan neyê kirin.
وَاَتْبَعْنَاهُمْ ف۪ي هٰذِهِ الدُّنْيَا لَعْنَةًۚ وَيَوْمَ الْقِيٰمَةِ هُمْ مِنَ الْمَقْبُوح۪ينَ۟
Me li dinyayê lanet xiste dû wan. (Kesên mumîn çiqas wan bi bîr bînin lanetê li wan dikin û) roja qiyametê jî (li rûyên wan nayê mêzandin û di rewşeke kerixî de) kirêtkirî ne.
وَلَقَدْ اٰتَيْنَا مُوسَى الْكِتَابَ مِنْ بَعْدِ مَٓا اَهْلَكْنَا الْقُرُونَ الْاُو۫لٰى بَصَٓائِرَ لِلنَّاسِ وَهُدًى وَرَحْمَةً لَعَلَّهُمْ يَتَذَكَّرُونَ
Sond be piştî ku me neslên ewwil helak kirin, me ji însanan re Kitêbeke dûrebînan/besîretan dihewîne û hîdayet û rahmet e da Mûsa. Hêvî heye ku şîret bigirin.
وَمَا كُنْتَ بِجَانِبِ الْغَرْبِيِّ اِذْ قَضَيْنَٓا اِلٰى مُوسَى الْاَمْرَ وَمَا كُنْتَ مِنَ الشَّاهِد۪ينَۙ
Dema me (wezîfeya pêxemberîyê dayê û) me kar/îş qedand, (tu) ne li alîyê rojavayê (Çiyayê Tûr) bûyî; (herwiha) tu ne ji şahidan jî bûyî.
وَلٰكِنَّٓا اَنْشَأْنَا قُرُونًا فَتَطَاوَلَ عَلَيْهِمُ الْعُمُرُۚ وَمَا كُنْتَ ثَاوِيًا ف۪ٓي اَهْلِ مَدْيَنَ تَتْلُوا عَلَيْهِمْ اٰيَاتِنَاۙ وَلٰكِنَّا كُنَّا مُرْسِل۪ينَ
Lê me gelek neslan heyî kir û di ser wan de gelek ûmrê dirêj bihûrî. Tu di nava xelkê Medyenê de nebûyî û te ji wan re ayetên me jî nedixwend. Lê belê me (pêxemberan) dişandin.
وَمَا كُنْتَ بِجَانِبِ الطُّورِ اِذْ نَادَيْنَا وَلٰكِنْ رَحْمَةً مِنْ رَبِّكَ لِتُنْذِرَ قَوْمًا مَٓا اَتٰيهُمْ مِنْ نَذ۪يرٍ مِنْ قَبْلِكَ لَعَلَّهُمْ يَتَذَكَّرُونَ
Dema ku me gazî (Mûsa) kir jî tu ne li cem Tûr bûyî. Lê bi rahmeteke Rabbê te (em van ji te re wehîy dikin ku) qewmê berî te ku qet hişyarker ji wan re nehatine tu wan hişyar bikî. Hêvî heye ku şîret bigirin.
وَلَوْلَٓا اَنْ تُص۪يبَهُمْ مُص۪يبَةٌ بِمَا قَدَّمَتْ اَيْد۪يهِمْ فَيَقُولُوا رَبَّنَا لَوْلَٓا اَرْسَلْتَ اِلَيْنَا رَسُولًا فَنَتَّبِعَ اٰيَاتِكَ وَنَكُونَ مِنَ الْمُؤْمِن۪ينَ
Eger dema ji ber tişt (amel) ên teqdîm kirine musîbetek tê serê wan wiha negotibana: “Rabbê me! Te ji me re pêxemberek bişandiba da ku me bida pey ayetên te û em bibûna ji mumînan.” (Berîya ku em ji wan re pêxember bişînin me yê wan ceza bikirana).
فَلَمَّا جَٓاءَهُمُ الْحَقُّ مِنْ عِنْدِنَا قَالُوا لَوْلَٓا اُو۫تِيَ مِثْلَ مَٓا اُو۫تِيَ مُوسٰىۜ اَوَلَمْ يَكْفُرُوا بِمَٓا اُو۫تِيَ مُوسٰى مِنْ قَبْلُۚ قَالُوا سِحْرَانِ تَظَاهَرَا۠ وَقَالُٓوا اِنَّا بِكُلٍّ كَافِرُونَ
Çaxê ji cem me ji wan (ehlê Mekkeyê) re heqî (ya me şandî) hat, gotin: “De bila (mucîze) ya ji Mûsa re hatibû, ji wî re jî bihatiba dayîn?” Ma ne ew bûn ku berê de ya ji Mûsa re hatibû dayîn jî înkar kiribûn? Gotibûn: “Du sêhrên ku piştevanê hevdû ne!” û gotin: “Bêşik, em hemûyan înkar dikin.”
قُلْ فَأْتُوا بِكِتَابٍ مِنْ عِنْدِ اللّٰهِ هُوَ اَهْدٰى مِنْهُمَٓا اَتَّبِعْهُ اِنْ كُنْتُمْ صَادِق۪ينَ
Bibêje: “Eger hûn rastbêj in, ji îndallah Kitêbekê ku ji herduyan (ji Tewrat û Qur'anê) herî rasttir bînin da ku ez jî bidim pey wê!”
فَاِنْ لَمْ يَسْتَج۪يبُوا لَكَ فَاعْلَمْ اَنَّمَا يَتَّبِعُونَ اَهْوَٓاءَهُمْۜ وَمَنْ اَضَلُّ مِمَّنِ اتَّبَعَ هَوٰيهُ بِغَيْرِ هُدًى مِنَ اللّٰهِۜ اِنَّ اللّٰهَ لَا يَهْدِي الْقَوْمَ الظَّالِم۪ينَ
Eger ew bersivê nedin te bizanibe ku; ew didin pey hewayên/hewesên xwe. Qey ji wî kesî kî rêşaştir e ku beyî hîdayetekî/spartekekî dide pey hewayê xwe? Bêguman Allah qewmê zilimkar hîdayet nake.
وَلَقَدْ وَصَّلْنَا لَهُمُ الْقَوْلَ لَعَلَّهُمْ يَتَذَكَّرُونَۜ۟
Sond be ji bo ku şîret bigirin me peyv, bênavber ragihande wan.
اَلَّذ۪ينَ اٰتَيْنَاهُمُ الْكِتَابَ مِنْ قَبْلِه۪ هُمْ بِه۪ يُؤْمِنُونَ
Ew ên berî (vê Qur'anê) me Kitêb dabû wan bawerî bi vê (Qur'anê) tînin.
وَاِذَا يُتْلٰى عَلَيْهِمْ قَالُٓوا اٰمَنَّا بِه۪ٓ اِنَّهُ الْحَقُّ مِنْ رَبِّنَٓا اِنَّا كُنَّا مِنْ قَبْلِه۪ مُسْلِم۪ينَ
Dema ku (ayetên wê) ji wan re tê xwendin wiha dibêjin: “Me îman pê anî. Bêguman ew, heqeke ji Rabbê me (hatî) ye. Bêşik em di berê de jî muslîm bûn/ew evdên ku şirkê terk kirine û berê xwe bi tewhîdê dane Allah bûn.”
اُو۬لٰٓئِكَ يُؤْتَوْنَ اَجْرَهُمْ مَرَّتَيْنِ بِمَا صَبَرُوا وَيَدْرَؤُ۫نَ بِالْحَسَنَةِ السَّيِّئَةَ وَمِمَّا رَزَقْنَاهُمْ يُنْفِقُونَ
Evana ew kes in ku ji ber sebirkirina xwe wê du caran mukâfatên xwe bistînin. Xerabîyê bi qencîyê diqewirînin û ji rizqê ku me daye wan înfaq dikin.
وَاِذَا سَمِعُوا اللَّغْوَ اَعْرَضُوا عَنْهُ وَقَالُوا لَنَٓا اَعْمَالُنَا وَلَكُمْ اَعْمَالُكُمْۘ سَلَامٌ عَلَيْكُمْۘ لَا نَبْتَغِي الْجَاهِل۪ينَ
Wextê ku tiştekî vala/bêxaye/bêfeyde dibihîzin jê rû vedigerînin û wiha dibêjin: “Amelên me ji me re û amelên we jî ji we re ye. Silav li ser we be, em naxwazin bibin ji cahilan.”
اِنَّكَ لَا تَهْد۪ي مَنْ اَحْبَبْتَ وَلٰكِنَّ اللّٰهَ يَهْد۪ي مَنْ يَشَٓاءُۚ وَهُوَ اَعْلَمُ بِالْمُهْتَد۪ينَ
Tu nikarî hezkirîyê xwe bigihînî hîdayetê, lê Allah kî bivê wî tîne ser hîdayetê. Ew herî çêtir dizane ka kî ji hîdayetê ra0 (lêhatî) ye.
وَقَالُٓوا اِنْ نَتَّبِعِ الْهُدٰى مَعَكَ نُتَخَطَّفْ مِنْ اَرْضِنَاۜ اَوَلَمْ نُمَكِّنْ لَهُمْ حَرَمًا اٰمِنًا يُجْبٰٓى اِلَيْهِ ثَمَرَاتُ كُلِّ شَيْءٍ رِزْقًا مِنْ لَدُنَّا وَلٰكِنَّ اَكْثَرَهُمْ لَا يَعْلَمُونَ
Gotin: “Eger em bi te re bidin dû hîdayetê, em ê ji cih û warê xwe bêne derxistin.” Ma qey me ew li cihekî Harem (bi rûmet) û ewledar bi cih nekiribû ku ji kerema me ji her cihî fêkîyên her tiştî wek riziq ji wan re dihat civandin? Lê pirên wan nizanin.
وَكَمْ اَهْلَكْنَا مِنْ قَرْيَةٍ بَطِرَتْ مَع۪يشَتَهَاۚ فَتِلْكَ مَسَاكِنُهُمْ لَمْ تُسْكَنْ مِنْ بَعْدِهِمْ اِلَّا قَل۪يلًاۜ وَكُنَّا نَحْنُ الْوَارِث۪ينَ
Me gelek civakên ku di nava xweşîyê de bitir bibûn helak kirin. Ha vaye xanîyên wan! Piştî wan -demekê pir kêm ne tê de- di wan de nehatîye rûniştin (ew der bûne wêran). Em bûne warisê wan deran.
وَمَا كَانَ رَبُّكَ مُهْلِكَ الْقُرٰى حَتّٰى يَبْعَثَ ف۪ٓي اُمِّهَا رَسُولًا يَتْلُوا عَلَيْهِمْ اٰيَاتِنَاۚ وَمَا كُنَّا مُهْلِكِي الْقُرٰٓى اِلَّا وَاَهْلُهَا ظَالِمُونَ
Rabbê te heta ji navêndên welatan re/ji serbajaran re pêxemberekî ku ayetên me dixwîne neşîne, civaka welatekî helak nake. Û em, ji xeynî welatê ku xelkê wê zilimkar in pê ve helak nakin.
وَمَٓا اُو۫ت۪يتُمْ مِنْ شَيْءٍ فَمَتَاعُ الْحَيٰوةِ الدُّنْيَا وَز۪ينَتُهَاۚ وَمَا عِنْدَ اللّٰهِ خَيْرٌ وَاَبْقٰىۜ اَفَلَا تَعْقِلُونَ۟
Hemû tiştên ji we re hatîye dayîn, zînet û metaên dinyayê (ya bihorbar) in. Heçî tiştên li cem Allah in herî bixêrtir û baqî/mayînde ne. Hûn aqil nagirin?
اَفَمَنْ وَعَدْنَاهُ وَعْدًا حَسَنًا فَهُوَ لَاق۪يهِ كَمَنْ مَتَّعْنَاهُ مَتَاعَ الْحَيٰوةِ الدُّنْيَا ثُمَّ هُوَ يَوْمَ الْقِيٰمَةِ مِنَ الْمُحْضَر۪ينَ
(Wiha bifikirin: Li alîyekî) ew kesê ku me weadeke xweşik daye wî û (di dawî de) wê rastî wê (weadê) bibe; (li alîyê din) kesekî ku me ew li heyata dinyayê (bi nîmetên derbasdar/muweqet) îstîfade kiriye û roja qiyametê (ji bo cezakirinê) wê derkeve hizûrê... (Niha bibêjin: Ev herdu qet dibin weke hevdu?)
وَيَوْمَ يُنَاد۪يهِمْ فَيَقُولُ اَيْنَ شُرَكَٓاءِيَ الَّذ۪ينَ كُنْتُمْ تَزْعُمُونَ
Wê rojê dê (Allah, wiha) gazî wan bike: “Kanê, ew ên we hizir dikir ku ew şirîkên min in?”
قَالَ الَّذ۪ينَ حَقَّ عَلَيْهِمُ الْقَوْلُ رَبَّنَا هٰٓؤُ۬لَٓاءِ الَّذ۪ينَ اَغْوَيْنَاۚ اَغْوَيْنَاهُمْ كَمَا غَوَيْنَاۚ تَبَرَّأْنَٓا اِلَيْكَۘ مَا كَانُٓوا اِيَّانَا يَعْبُدُونَ
Ew ên ku ehd (ezab) li ser wan heq bûye dibêjin: “Rabbê me! Ew ên ku me wan xerifandine ha ev in! Çawa ku em har bibûn me ew jî har kirin û em (a niha) ji wan dûrketin û hatin cem te. Ew, ne îbadetkarên /perestîşkarên me bûn.”
وَق۪يلَ ادْعُوا شُرَكَٓاءَكُمْ فَدَعَوْهُمْ فَلَمْ يَسْتَج۪يبُوا لَهُمْ وَرَاَوُا الْعَذَابَۚ لَوْ اَنَّهُمْ كَانُوا يَهْتَدُونَ
Tê gotin: “Gazî wan şirîkên xwe bikin.” Gazî dikin, lê nikarin bersivê bidin wan. Ezabê jî dibînin. Qey ew li ser hîdayetê bibûna (wê çi winda bikirana)?
وَيَوْمَ يُنَاد۪يهِمْ فَيَقُولُ مَاذَٓا اَجَبْتُمُ الْمُرْسَل۪ينَ
Wê rojê dê (Allah, wiha) gazî wan bike: “We çi bersiv da pêxemberan?”
فَعَمِيَتْ عَلَيْهِمُ الْاَنْبَٓاءُ يَوْمَئِذٍ فَهُمْ لَا يَتَسَٓاءَلُونَ
Ew roj, agahî bitevahî ji wan re girtî dimînin (nizanin wê çi bersiv bidin). Ew nikarin pirs jî ji hev bikin.
فَاَمَّا مَنْ تَابَ وَاٰمَنَ وَعَمِلَ صَالِحًا فَعَسٰٓى اَنْ يَكُونَ مِنَ الْمُفْلِح۪ينَ
Kî jî tobedar be û îman bîne û amelên salih bike, hêvî heye ku ew bibe ji xelasbûyîyan.
وَرَبُّكَ يَخْلُقُ مَا يَشَٓاءُ وَيَخْتَارُۜ مَا كَانَ لَهُمُ الْخِيَرَةُۜ سُبْحَانَ اللّٰهِ وَتَعَالٰى عَمَّا يُشْرِكُونَ
Rabbê te kî bixwaze dixuliqîne û hildibijêre (û serdest dike). Hilbijartin ne aîdê wan e. Allah, ji tiştên ku ew pê şirîkatîyê dikin munezzeh û berz/bilind e.
وَرَبُّكَ يَعْلَمُ مَا تُكِنُّ صُدُورُهُمْ وَمَا يُعْلِنُونَ
Rabbê te bi ya ku ew di singa xwe de vedişêrin jî û bi ya ku eşkere dikin jî dizane.
وَهُوَ اللّٰهُ لَٓا اِلٰهَ اِلَّا هُوَۜ لَهُ الْحَمْدُ فِي الْاُو۫لٰى وَالْاٰخِرَةِۘ وَلَهُ الْحُكْمُ وَاِلَيْهِ تُرْجَعُونَ
Ew, Allah e ku; ji wî pê ve qet tu îlâh (ên ku îbadetê heq dikin) tune. Di ser de (li dinyayê) jî û di dawî de (li axîretê) jî hamd jê re ye. Hukim bitenê aîdê wî ye. Hûn ê bi bal wî ve bên vegerandin.
قُلْ اَرَاَيْتُمْ اِنْ جَعَلَ اللّٰهُ عَلَيْكُمُ الَّيْلَ سَرْمَدًا اِلٰى يَوْمِ الْقِيٰمَةِ مَنْ اِلٰهٌ غَيْرُ اللّٰهِ يَأْت۪يكُمْ بِضِيَٓاءٍۜ اَفَلَا تَسْمَعُونَ
Bibêje: “Ramana we/Fikrê we çiye? (Ka bibêjin?) Eger Allah heta roja qiyametê şev li ser we daîmî bihêle, ji Allah pê ve ka kîjan îlâh heye ku bikaribe ji we re ronahîyê bîne? Ma hûn nabihîzin?
قُلْ اَرَاَيْتُمْ اِنْ جَعَلَ اللّٰهُ عَلَيْكُمُ النَّهَارَ سَرْمَدًا اِلٰى يَوْمِ الْقِيٰمَةِ مَنْ اِلٰهٌ غَيْرُ اللّٰهِ يَأْت۪يكُمْ بِلَيْلٍ تَسْكُنُونَ ف۪يهِۜ اَفَلَا تُبْصِرُونَ
Bibêje: “Ramana we/Fikrê we çiye? (Ka bibêjin?) Eger Allah heta roja qiyametê roj li ser we daîmî bihêle, ji Allah pê ve ka kîjan îlâh heye ku bikaribe ji we re şeva ku ji bo we dema îstirahetê ye bîne? Ma hûn nabînin?
وَمِنْ رَحْمَتِه۪ جَعَلَ لَكُمُ الَّيْلَ وَالنَّهَارَ لِتَسْكُنُوا ف۪يهِ وَلِتَبْتَغُوا مِنْ فَضْلِه۪ وَلَعَلَّكُمْ تَشْكُرُونَ
Ji bo ku hûn tê de îstirahet bikin û li lutfa Allah bigerin, xuliqandina wî ya şev û rojê jî ji rahmeta wî ye. Hêvî heye ku hûn şikur bikin.
وَيَوْمَ يُنَاد۪يهِمْ فَيَقُولُ اَيْنَ شُرَكَٓاءِيَ الَّذ۪ينَ كُنْتُمْ تَزْعُمُونَ
Ew roj wê (Allah, wiha) gazî wan bike: “Kanê, ew ên we hizir dikir ku ew şirîkên min in?”
وَنَزَعْنَا مِنْ كُلِّ اُمَّةٍ شَه۪يدًا فَقُلْنَا هَاتُوا بُرْهَانَكُمْ فَعَلِمُٓوا اَنَّ الْحَقَّ لِلّٰهِ وَضَلَّ عَنْهُمْ مَا كَانُوا يَفْتَرُونَ۟
Em ji her ummetê şahidekî vediqetînin û derdixin û wiha dibêjin: “Ka wê delîlê xwe (yên li ser heqîya kar û kirinên we ku di wan de qet tu guman tune bînin (em bibînin)!” Fêm kirin ku heq aîdê Allah e û bêbextîyê/neweyîyê wan (a bi gotina ji bo ku me nêzî Allah bike li ser navê Allah mehdervan/şefaetvan lihev tînin) jî winda bûye, çûye.
اِنَّ قَارُونَ كَانَ مِنْ قَوْمِ مُوسٰى فَبَغٰى عَلَيْهِمْۖ وَاٰتَيْنَاهُ مِنَ الْكُنُوزِ مَٓا اِنَّ مَفَاتِحَهُ لَتَنُٓواُ بِالْعُصْبَةِ اُ۬ولِي الْقُوَّةِۗ اِذْ قَالَ لَهُ قَوْمُهُ لَا تَفْرَحْ اِنَّ اللّٰهَ لَا يُحِبُّ الْفَرِح۪ينَ
Bêguman Qarûn, ji qewmê Mûsa bû. (Lê belê) li dij wan ji hedê xwe borîbû û har/bitir bibû. Me xezîneyê/gencîneyê wisan (zêde) dabû wî, heta ku miftên wan jî ji civakeke bihêz/qelebalix re giran dihat. Qewmê wî jê re wiha gotibû: “Bifir/şaqiz nebe û nenepixe. Lewre Allah ji rûgirtîyan û ji ew ên dinepixin hez nake.”
وَابْتَغِ ف۪يمَٓا اٰتٰيكَ اللّٰهُ الدَّارَ الْاٰخِرَةَ وَلَا تَنْسَ نَص۪يبَكَ مِنَ الدُّنْيَا وَاَحْسِنْ كَمَٓا اَحْسَنَ اللّٰهُ اِلَيْكَ وَلَا تَبْغِ الْفَسَادَ فِي الْاَرْضِۜ اِنَّ اللّٰهَ لَا يُحِبُّ الْمُفْسِد۪ينَ
(Gotibû:) “Tu bi wan tiştên ku Allah daye te, ji bo bi dest xistina warê axîretê bixebite û nesîbê xwe yê li dinyayê jî ji bîr neke. Çawa ku Allah lutûf li te kiriye tu jî qencîyê bike. Li ser rûyê erdê daxwaza fesadîyê neke. Lewre Allah hez mufsîdan nake.”
قَالَ اِنَّمَٓا اُو۫ت۪يتُهُ عَلٰى عِلْمٍ عِنْد۪يۜ اَوَلَمْ يَعْلَمْ اَنَّ اللّٰهَ قَدْ اَهْلَكَ مِنْ قَبْلِه۪ مِنَ الْقُرُونِ مَنْ هُوَ اَشَدُّ مِنْهُ قُوَّةً وَاَكْثَرُ جَمْعًاۜ وَلَا يُسْـَٔلُ عَنْ ذُنُوبِهِمُ الْمُجْرِمُونَ
Got: “Ev (serwet), ji ber zanîna/tecrûbeya/hunerwerîya min ji min re hatîye dayîn.” Ma qey nizanîbû ku Allah, wan kesên ku ji wî herî xurttir û serweta komkiribûn herî zêdetir bûn jî helak kiriye. Ji mucrîman gunehên wan nayê pirskirin.
فَخَرَجَ عَلٰى قَوْمِه۪ ف۪ي ز۪ينَتِه۪ۜ قَالَ الَّذ۪ينَ يُر۪يدُونَ الْحَيٰوةَ الدُّنْيَا يَا لَيْتَ لَنَا مِثْلَ مَٓا اُو۫تِيَ قَارُونُۙ اِنَّهُ لَذُو حَظٍّ عَظ۪يمٍ
Bi xeml (û xişrên ku dewlemendîya wî derdixîne holê) derket pêşberî qewmê xwe. Ew ên ku heyata dinyayê dixwestin (wiha) gotin: “Xwezî wekî ya ku ji Qarûn re hatîye dayîn (dewlemendîyeke wisan) ji me re jî hebûya.” Bi rastî ew xwedî hebûneke/siûdeke mezin e.”
وَقَالَ الَّذ۪ينَ اُو۫تُوا الْعِلْمَ وَيْلَكُمْ ثَوَابُ اللّٰهِ خَيْرٌ لِمَنْ اٰمَنَ وَعَمِلَ صَالِحًاۚ وَلَا يُلَقّٰيهَٓا اِلَّا الصَّابِرُونَ
Ew ên ku ilim ji wan re hatibû dayîn (wiha) gotin: “Xwelî li serê we be! Ji bo wan kesên îman anîne û amelê salih dikin re xêra/sewaba Allah bixêrtir e.” (Li hember xeml û şatafata dinyayê ya bihûrbar de di pêşandina vê helwestê de) enceq ew ên sebirkar muweffeq dibin.
فَخَسَفْنَا بِه۪ وَبِدَارِهِ الْاَرْضَ فَمَا كَانَ لَهُ مِنْ فِئَةٍ يَنْصُرُونَهُ مِنْ دُونِ اللّٰهِۗ وَمَا كَانَ مِنَ الْمُنْتَصِر۪ينَ
Me ew jî û qesrê wî jî binerd kir. Civakeke ku li hemberî Allah alîkarîya wî bikin jî tune bû. Ew, nebû alîkarê xwe bixwe jî.
وَاَصْبَحَ الَّذ۪ينَ تَمَنَّوْا مَكَانَهُ بِالْاَمْسِ يَقُولُونَ وَيْكَاَنَّ اللّٰهَ يَبْسُطُ الرِّزْقَ لِمَنْ يَشَٓاءُ مِنْ عِبَادِه۪ وَيَقْدِرُۚ لَوْلَٓا اَنْ مَنَّ اللّٰهُ عَلَيْنَا لَخَسَفَ بِنَاۜ وَيْكَاَنَّهُ لَا يُفْلِحُ الْكَافِرُونَ۟
Ew ên ku duh dixwestin di şûna wî de bin, sibehê wiha dest bi gotinê kirin: “Wey! Nexwe rast e ku Allah ji kîjan evdê xwe re daxwaz bike rizqê wî fireh dike û (ji bo kî jî bixwaze) teng dike. Eger Allah bi lutfa xwe bi me re nekiribûya (û me ji bûyîna weke Qarûn ne parastibûna) wê me jî binerd bikirana. Wey! Nexwe rast e ku ew ên kafir nagihîjin xelasîyê!”
تِلْكَ الدَّارُ الْاٰخِرَةُ نَجْعَلُهَا لِلَّذ۪ينَ لَا يُر۪يدُونَ عُلُوًّا فِي الْاَرْضِ وَلَا فَسَادًاۜ وَالْعَاقِبَةُ لِلْمُتَّق۪ينَ
Ha (ev) warê axîretê ye. Em wê didin wan kesên ku li ser rûyê erdê fesadê naxwazin û çavdêrîya bitirtîyê nakin. Aqûbet (a xweşik) yê Mutteqîyan e.
مَنْ جَٓاءَ بِالْحَسَنَةِ فَلَهُ خَيْرٌ مِنْهَاۚ وَمَنْ جَٓاءَ بِالسَّيِّئَةِ فَلَا يُجْزَى الَّذ۪ينَ عَمِلُوا السَّيِّـَٔاتِ اِلَّا مَا كَانُوا يَعْمَلُونَ
Kî bi qencîyekê were (hizûra Allah), jê re ya herî bixêrtir heye. Kî jî bi xerabîyê were, êdî ew ên xerabî kirine tenê bi qasî ya ku kirine berdêla wan tê dayîn.
اِنَّ الَّذ۪ي فَرَضَ عَلَيْكَ الْقُرْاٰنَ لَرَٓادُّكَ اِلٰى مَعَادٍۜ قُلْ رَبّ۪ٓي اَعْلَمُ مَنْ جَٓاءَ بِالْهُدٰى وَمَنْ هُوَ ف۪ي ضَلَالٍ مُب۪ينٍ
Bêguman ew Allahê ku vê (Qur'anê) li ser te (bi xwendin û bi jîyîn û bi cîhada pê û bi gazîkirina lê) ferz kiriye, wê te dîsa vegerîne cihê vegerê (Mekkeyê). Bibêje: “Rabbê min herî çêtir dizane ka kî li ser hîdayetê hatîye û kî jî di nav rêşaşîyeke vikîvekirî de ye.”
وَمَا كُنْتَ تَرْجُٓوا اَنْ يُلْقٰٓى اِلَيْكَ الْكِتَابُ اِلَّا رَحْمَةً مِنْ رَبِّكَ فَلَا تَكُونَنَّ ظَه۪يرًا لِلْكَافِر۪ينَۘ
Tu ne hêvîdar bûyî ku wê Kitêb ji te re bê wehîy kirin. Lakîn (ew) wek rahmeteke ji Rabbê te (ji te re hate wehîykirin). (Herwiha) tu ji kafiran re nebe piştevan.
وَلَا يَصُدُّنَّكَ عَنْ اٰيَاتِ اللّٰهِ بَعْدَ اِذْ اُنْزِلَتْ اِلَيْكَ وَادْعُ اِلٰى رَبِّكَ وَلَا تَكُونَنَّ مِنَ الْمُشْرِك۪ينَۚ
Piştî ku ayetên Allah ji te re nazil bûn, nebe ku destê te jê bigirin. Tu gazî Rabbê xwe bike û nebe ku tu bibî ji muşrîkan.
وَلَا تَدْعُ مَعَ اللّٰهِ اِلٰهًا اٰخَرَۢ لَٓا اِلٰهَ اِلَّا هُوَ۠ كُلُّ شَيْءٍ هَالِكٌ اِلَّا وَجْهَهُۜ لَهُ الْحُكْمُ وَاِلَيْهِ تُرْجَعُونَ
Ligel Allah ji îlâhekî din re dûa neke. Ji wî pê ve qet tu îlâh (ên ku îbadetê heq dikin) tune. Ji xeynî wî wê her tişt helak bibe. Hukim bitenê aîdê wî ye. Hûn ê bi bal wî ve bên vegerandin.