Vegere Sûreya Qasas

Qasasالقصص

57. Ayet

57Sûreya Qasas
Di Mushefê de Veke

وَقَالُٓوا اِنْ نَتَّبِعِ الْهُدٰى مَعَكَ نُتَخَطَّفْ مِنْ اَرْضِنَاۜ اَوَلَمْ نُمَكِّنْ لَهُمْ حَرَمًا اٰمِنًا يُجْبٰٓى اِلَيْهِ ثَمَرَاتُ كُلِّ شَيْءٍ رِزْقًا مِنْ لَدُنَّا وَلٰكِنَّ اَكْثَرَهُمْ لَا يَعْلَمُونَ

Gotin: “Eger em bi te re bidin dû hîdayetê, em ê ji cih û warê xwe bêne derxistin.” Ma qey me ew li cihekî Harem (bi rûmet) û ewledar bi cih nekiribû ku ji kerema me ji her cihî fêkîyên her tiştî wek riziq ji wan re dihat civandin? Lê pirên wan nizanin.

Jêrenot
(Ev ayeta kerîme, îşaretê du heqîqetên giring kiriye: a. Di her dewrê de ji hinceta wan muşrîkên nabin tabiê hîdayetê yek jî ev e ku, fikara xwe ya êrîşhatinê tînin ser ziman. Îdîa dikin ku eger ew bibin tabiê Kitêba Allah (ac) û li gor nîzama wî bijîn wê hêzên desthilatdar destûrê nedin wan û wê erdên wan dagir/îşgal bikin. b. Ew Allah e (ac) ku, digel ku li ser şirkê ne jî wan dirizqîne û ewlehîyê dide wan, diyar kiriye ku li ser tewhîd û hîdayetê hê çêtir wê wan biparêze û qethîyen wan zayî nake.)

Tefsîr

Çavkaniyekê hilbijêre da ku tefsîrê bibînî

Ji bo dîtina tefsîrê yek ji çavkaniyên jorîn hilbijêre.