5Sûreya Qasas
وَنُر۪يدُ اَنْ نَمُنَّ عَلَى الَّذ۪ينَ اسْتُضْعِفُوا فِي الْاَرْضِ وَنَجْعَلَهُمْ اَئِمَّةً وَنَجْعَلَهُمُ الْوَارِث۪ينَۙ
Em daxwaz dikin ku li ser rûyê erdê qencîyê bi qelsan (bi mustezefan) bikin û wan bikin rêber (ên peyrevîtî li wan tên kirin) û wan (li ser rûyê erdê) bikin waris.
Jêrenot
(Firewnan; li ser sparteka nîjad/irq û sewîya dahatê û payeciha civakî û komên meslekan civakê herûdaîm ji hevdu parîparî dikin. Civak çi qasî ji hevdu parî bibin, ew qas jî dibin dijminên hev û qelstir dibin. Ferdên civaka parvebûyî û lihevketî û bendbendî bûyî ji bo ewlehî û aramîyê li xelaskerekî digerin. Di vê rewşê de ew xelasker jî Firewn e... Allah (ac) jî vê daxwazê dike ku hemû însan li ser aqîda tewhîdê bicivin û bi sibxeta/bi boyaxa îslâmê bên boyaxkirin û ji temamê nasnameyên nejidil/nasnameyên sunî azad bibin û îslâm wek nasnameya xwe ya eslî bipejirînin. (Allah) dixwaze ku ew civakên ku di vê mijarê de bi ser ketine, bi aqîda tewhîdê û bi exlaqa edaletê bibin rêber û warisên ser rûyê erdê.)