65Sûreya Qasas
وَيَوْمَ يُنَاد۪يهِمْ فَيَقُولُ مَاذَٓا اَجَبْتُمُ الْمُرْسَل۪ينَ
Wê rojê dê (Allah, wiha) gazî wan bike: “We çi bersiv da pêxemberan?”
Jêrenot
(Du pirsên bingehî hene ku wê di axîretê de ji mirov bên pirsîn: Pirsa yekem tewhîd e. Wê jê bê pirsîn ka wî îbadetê kî kiriye û ji bo xwe kî wek îlâh û rab girtîye. Pirsa duyem jî ev e; ka wî çi bersivê daye pêxember û çiqas îttîbaê sunneta pêxemberê ku ûmmeta wî ye dike. Herwiha divê ku evd; agahîya xwe û amelê xwe û hewl û xebata xwe li ser van her du esasan teksif bike/li ser bisekine.)