8Sûreya Qasas
فَالْتَقَطَهُٓ اٰلُ فِرْعَوْنَ لِيَكُونَ لَهُمْ عَدُوًّا وَحَزَنًاۜ اِنَّ فِرْعَوْنَ وَهَامَانَ وَجُنُودَهُمَا كَانُوا خَاطِـ۪ٔينَ
Firewn û malbata wî ew (bebek) a (di pêş de) ji wan re neyartî bike û bibe sebebê xemgînîyê girtin/xwedîtî lê kirin. Bêşik Firewn û Haman û leşkerên herduyan di xeletîyê de bûn.
Jêrenot
(Li îndallah/li cem Allah; qet tu ferqa wan kes an pergalên Firewnî û yên dibin alîkarê wan û meşrûîyetê didin wan û wan li pîya dihêlin tune. Ji ber vê yekê Allah (ac) xeletîyê ne bitenê nisbetê Firewn dike, ligel wî fermandar û wezîr û artêşên ji leşkerên ji rêzê ku bi qelsî hatine kolekirin pêk hatî jî yanê wê xeletîyê nisbetê li hemû kesên li derdora wî kiriye. Hemûyan bi hev re helak kiriye (28/Qasas, 40-42) û qedal bi wan anîye (11/Hûd, 97-99).)