2Sûreya Ra'd
اَللّٰهُ الَّذ۪ي رَفَعَ السَّمٰوَاتِ بِغَيْرِ عَمَدٍ تَرَوْنَهَا ثُمَّ اسْتَوٰى عَلَى الْعَرْشِ وَسَخَّرَ الشَّمْسَ وَالْقَمَرَۜ كُلٌّ يَجْر۪ي لِاَجَلٍ مُسَمًّىۜ يُدَبِّرُ الْاَمْرَ يُفَصِّلُ الْاٰيَاتِ لَعَلَّكُمْ بِلِقَٓاءِ رَبِّكُمْ تُوقِنُونَ
Allah ew e ku; asîman bê sitûn bilind kiriye. Hûn wî dibînin. Paşê îstîwayê erşê kir. Roj û heyv kiriye bin emrê xwe. Her yek ji wan heta demeke diyarkirî (di rêgeha xwe de) diherike û diçe. Her karê xwe bi rê ve dibe. Ji bo hûn li ser yeqînê bawer bikin ku hûn ê pêşberî Rabbê xwe bibin (Allah) ayetên xwe bi kitekit/bi teferûet eşkere dike.
Jêrenot
(Der heqê nav û sifetên Allah (ac) de bnr. 3/Âl-î Îmran, 181; 7/A’raf, 180; 57/Hadîd, 4. Ji bo hikmetên ku Qur'ana Kerîm Kitêbeke mufesselbûyî/kitekitbûyî ye, bnr. 6/En’âm, 55.)