Sure 13

Sûreya Ra'd

Medîne43 ayetGurmîna Ezman

الرعد
Der barê Sûreyê de

Sûreya Ra’d, Medenî ye (li Medîneyê nazil bûye) û çil û sê (43) ayet e. Di Qur’anê de sûreya sêzdehem e. Ji ber ku di ayeta 13. de behsa gurênîya esman (Ra’d) dike navê xwe ji wê ayetê sitendîye. Di vê sûreyê de delîlên tewhîdê hatîye ravekirin û bi pêxemberên wan re qiseyên qewmên borî û aqûbeta dinyewî ya kafirên wê dewrê çawa zelîl bûne û bi ezabê ketine hatîye vegotin. Di muqabilê vê de li dij muşrîkan ji bo teselî kirina pêxember û mumînan û ji bo qewî kirina îmana di qelbên mumînan de pêk bê çawa alîkarîya Allah (ac) dîtine û gihîştine bextewarîyê di vê sûreyê de tê vegotin.

Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).

1
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

الٓمٓرٰ۠ تِلْكَ اٰيَاتُ الْكِتَابِۜ وَالَّذ۪ٓي اُنْزِلَ اِلَيْكَ مِنْ رَبِّكَ الْحَقُّ وَلٰكِنَّ اَكْثَرَ النَّاسِ لَا يُؤْمِنُونَ

Elîf, Lam, Mîm, Re. Ha evana, ayetên Kitêbê ne. Û ya ku ji Rabbê te ji te re nazil bûye heq e. Lê belê pirên însanan îmân naynin.

Jêrenot
(Ji bo gotinên Allah (ac) ya der heqê pirjimarî û kêmjimarî de bnr. 11/Hûd, 40.)
2
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

اَللّٰهُ الَّذ۪ي رَفَعَ السَّمٰوَاتِ بِغَيْرِ عَمَدٍ تَرَوْنَهَا ثُمَّ اسْتَوٰى عَلَى الْعَرْشِ وَسَخَّرَ الشَّمْسَ وَالْقَمَرَۜ كُلٌّ يَجْر۪ي لِاَجَلٍ مُسَمًّىۜ يُدَبِّرُ الْاَمْرَ يُفَصِّلُ الْاٰيَاتِ لَعَلَّكُمْ بِلِقَٓاءِ رَبِّكُمْ تُوقِنُونَ

Allah ew e ku; asîman bê sitûn bilind kiriye. Hûn wî dibînin. Paşê îstîwayê erşê kir. Roj û heyv kiriye bin emrê xwe. Her yek ji wan heta demeke diyarkirî (di rêgeha xwe de) diherike û diçe. Her karê xwe bi rê ve dibe. Ji bo hûn li ser yeqînê bawer bikin ku hûn ê pêşberî Rabbê xwe bibin (Allah) ayetên xwe bi kitekit/bi teferûet eşkere dike.

Jêrenot
(Der heqê nav û sifetên Allah (ac) de bnr. 3/Âl-î Îmran, 181; 7/A’raf, 180; 57/Hadîd, 4. Ji bo hikmetên ku Qur'ana Kerîm Kitêbeke mufesselbûyî/kitekitbûyî ye, bnr. 6/En’âm, 55.)
3
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

وَهُوَ الَّذ۪ي مَدَّ الْاَرْضَ وَجَعَلَ ف۪يهَا رَوَاسِيَ وَاَنْهَارًاۜ وَمِنْ كُلِّ الثَّمَرَاتِ جَعَلَ ف۪يهَا زَوْجَيْنِ اثْنَيْنِ يُغْشِي الَّيْلَ النَّهَارَۜ اِنَّ ف۪ي ذٰلِكَ لَاٰيَاتٍ لِقَوْمٍ يَتَفَكَّرُونَ

Ew ê ku erd raxistîye û li serê (ji çiyan) singan û çem bi cih kiriye û ji her çeşîdê fêkîyan du cot xuliqandîye û şevê diavêje ser rojê û rojê pê dinixumîne ew (Allah) e. Bêguman di vê de ji bo qewmekî ku difikirin/tefekkur dikin re ayet hene.

4
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

وَفِي الْاَرْضِ قِطَعٌ مُتَجَاوِرَاتٌ وَجَنَّاتٌ مِنْ اَعْنَابٍ وَزَرْعٌ وَنَخ۪يلٌ صِنْوَانٌ وَغَيْرُ صِنْوَانٍ يُسْقٰى بِمَٓاءٍ وَاحِدٍ۠ وَنُفَضِّلُ بَعْضَهَا عَلٰى بَعْضٍ فِي الْاُكُلِۜ اِنَّ ف۪ي ذٰلِكَ لَاٰيَاتٍ لِقَوْمٍ يَعْقِلُونَ

Li ser rûyê erdê parzemînên hevcîran û rezên tirî û çandinî û darxurmeyên yekkok û kokcuda hene. Hemû bi yek avê têne avdan. (Lê) em di lezzeta wan de hinekan ji hinan çêtir digirin. Bêguman di vê de ji bo qewmekî aqilmend re ayet hene.

5
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

وَاِنْ تَعْجَبْ فَعَجَبٌ قَوْلُهُمْ ءَاِذَا كُنَّا تُرَابًا ءَاِنَّا لَف۪ي خَلْقٍ جَد۪يدٍۜ اُو۬لٰٓئِكَ الَّذ۪ينَ كَفَرُوا بِرَبِّهِمْۚ وَاُو۬لٰٓئِكَ الْاَغْلَالُ ف۪ٓي اَعْنَاقِهِمْۚ وَاُو۬لٰٓئِكَ اَصْحَابُ النَّارِۚ هُمْ ف۪يهَا خَالِدُونَ

Eger tu ecêbmayî dimînî (bi rastî) ecêba mezin ev gotina wan e: “Piştî ku em bibin ax em ê ji nû ve bêne xuliqandin?” Evana ew in ku Rabbê xwe înkar kirine. Ev ên ha (roja qiyametê) xeleqe (yên ji agir) di sitûyê wan de ne. Û ew ehlê agir in. Wê di wir de bêdawî bimînin.

6
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

وَيَسْتَعْجِلُونَكَ بِالسَّيِّئَةِ قَبْلَ الْحَسَنَةِ وَقَدْ خَلَتْ مِنْ قَبْلِهِمُ الْمَثُلَاتُۜ وَاِنَّ رَبَّكَ لَذُو مَغْفِرَةٍ لِلنَّاسِ عَلٰى ظُلْمِهِمْۚ وَاِنَّ رَبَّكَ لَشَد۪يدُ الْعِقَابِ

Ew berî qencîyê leza xerabîyê ji te dikin. Muheqeq berî wan (weke vê) pir mînak hatine û borîne. Bêguman digel ku însan zilmê li xwe dikin jî Rabbê te ji bo wan xwedî mexfîret e. Bêşik Rabbê te, ew e ku cezayê wî pir dijwar e.

7
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

وَيَقُولُ الَّذ۪ينَ كَفَرُوا لَوْلَٓا اُنْزِلَ عَلَيْهِ اٰيَةٌ مِنْ رَبِّه۪ۜ اِنَّمَٓا اَنْتَ مُنْذِرٌ وَلِكُلِّ قَوْمٍ هَادٍ۟

Ew ên kafir dibêjin: “Ma ne hewce bû ku ji Rabbê wî ayetek/mucîzeyek jê re bihata daxistin?” Bêşik tu enceq hişyarkerek î, yê ku rênîşanderê her qewmî (ew Allah e ku Hadî ye).

8
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

اَللّٰهُ يَعْلَمُ مَا تَحْمِلُ كُلُّ اُنْثٰى وَمَا تَغ۪يضُ الْاَرْحَامُ وَمَا تَزْدَادُۜ وَكُلُّ شَيْءٍ عِنْدَهُ بِمِقْدَارٍ

Her mêyek ka çi berî hildigire û her rehim/malzarok ka çi berî diavêje û çi jî diwelidîne her Allah pê dizane. Li cem wî her tişt bi mîqdarekî şaşnebar (pîvan û sînora wî diyar) e.

9
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

عَالِمُ الْغَيْبِ وَالشَّهَادَةِ الْكَب۪يرُ الْمُتَعَالِ

Xwedîyê agahîya xeybê û şahidîyê ew (ê herî mezin) Kebîr û (bi zat û sifetên xwe yê herî bilind) Muteal e.