Vegere Sûreya Ra'd

Ra'dالرعد

33. Ayet

33Sûreya Ra'd
Di Mushefê de Veke

اَفَمَنْ هُوَ قَٓائِمٌ عَلٰى كُلِّ نَفْسٍ بِمَا كَسَبَتْۚ وَجَعَلُوا لِلّٰهِ شُرَكَٓاءَۜ قُلْ سَمُّوهُمْۜ اَمْ تُنَبِّؤُ۫نَهُ بِمَا لَا يَعْلَمُ فِي الْاَرْضِ اَمْ بِظَاهِرٍ مِنَ الْقَوْلِۜ بَلْ زُيِّنَ لِلَّذ۪ينَ كَفَرُوا مَكْرُهُمْ وَصُدُّوا عَنِ السَّب۪يلِۜ وَمَنْ يُضْلِلِ اللّٰهُ فَمَا لَهُ مِنْ هَادٍ

Ma ji wî (Allah) ê ku li ser kesba her nefsî çavdêr e (re şirîk çêdikin)? Lê wan ji Allah re şirîkan tayîn kirin. Bibêje: “De (wan şirîkan) binavînin (em binêrin).” (Allah, ne raye daye van heyînan û ne jî evana wek şirîk girtîye.) Nexwe, qey hûn agahîyên tiştên ku Allah pê nizane didin wî? An jî ev (navên hanê) peyvên gotinî yên pûç û vala ne? (Nexêr, ne wisan e!) Bilekîs kemînên wan kafiran ji wan re xemilandî hate xûya kirin û ji rêya (rasterast) hatin menkirin. Allah, her kî bixerifîne êdî kesê ku wî bigihîne hîdayetê tune.

Jêrenot
(Ew heyînên ku pirên însanan dev ji Allah berdidin û hêvî dikin ku wê feyde bide wan û zerarê ji wan def bike û bi hewarîya ‘medet!’ dibin talibê alîkarîya wan û li îndallah/li cem Allah dê feyde bide însanan û wê li wan şefaetê bikin; hinek nav in ku însanan û bav û kalên wan li hev anîne û Allah (ac) der heqê wan de qet tu delîl danexistîye. Dema ji wan re bê gotin: “Evana kî ne? Ka navên wan bibêjin.” wê ev navên hanê ku di Kitêba Allah de û di sunneta Rasûlullah (ass) de qet nabore li pey hevdu rêz dikin: “Bav in an ebdal in an derwêş in an welî ne an qutb in an jî xews in...”)

Tefsîr

Çavkaniyekê hilbijêre da ku tefsîrê bibînî

Ji bo dîtina tefsîrê yek ji çavkaniyên jorîn hilbijêre.